Dagirket û Noker
Gotinên pêşiyan encam û berhema tecrûbeya gelan a sedan salan in. Lewre jî di her gotinê de wateyeke kûr heye. Helbet ji ber vê yekê em nikarin bibêjin, hemû gotinên pêşiyan rast in, lê mirov nikare wisa wekî gotinên hîç û pûç jî bibîne. Gotina “Ku kurmê darê ne ji darê be, dar narize” bi gelek guhartoyên xwe bi sedan, belkî jî hezaran sal in di nav gelê Kurd tê bilêvkirin. Çima? Ji ber ku gelê Kurd her tim derbeya mezin ji xiyanetê xwariye. Mirov berê xwe dide kîjan raperîna gelê Kurd mirov dibîne ku sedemeke sereke ya têkçûnê xiyaneta navxweyî ye. Dema ku mirov qala raperînê dike du nav bi hev re têne bîra mirov, yek ji wan serkirdayetiya raperînê ye, yê din xayînê wê ye. Her wekî Bedirxan Beg û Yêzdînşêr; Seyîd Riza û Rayber û hwd.
Şoreşa îro jî derbeya mezin ne ji dagirkeran, ji hevalbendên wan ên Kurd xwariye. Zirara herî mezin îtîrafkaran daye vê şoreşê. Piştî wan cerdevan, hîzbûl-kontra û şerê navxweyî tê, wan rê li ber serkeftina şoreşê girtiye. Heke wisa nebûya şoreşa gelê Kurd di salên 2000’î de dê encamên gelekî baş bi dest bixistana. Dagirkeran jî her tim hesab li ser vê yekê kiriye û li ser nakokî û dubendiya di navbera Kurdan de plan û bername danîne.
Tiştê ku wan herî zêde ditirsîne yekitiya neteweyî ya Kurdan e. Ji ber ku aliyê qels ê Kurdan ev e. Heke Kurd xwe ji vê qelsiyê ango ji dubendî û neliheviyê rizgar bikin, dê karibin daxwazên xwe bi cih bînin. Heta niha dagirkeran xwe bi piştevaniya du hêzan li Kurdistanê birêxistin kiriye, yek ji wan feodalîzm e, ya din jî oldariya sexte ye. Bi kurtasî dagirker xwe li ser têkiliyên kevnare yên civaka Kurd ango xwe li ser Kurdên paşverû birêxistin dikin. Zîhniyeta dagirkeran û ya Kurdên kevneperest dişibe hev, lewre jî Kurdên kevneperest bi hêsanî dikevin bi bin baskê dagirkeran.
Ev rewş îro jî bi hinek guhartinên biçûk didome. Bo nimûne piştî ku Amerîka kete Iraqê û rejîma Sedam têk çû, li başûrê Kurdistanê hinek derfet ketin destê Kurdan. Hêzên sermayedar ên navneteweyî modela ku li başûr derket holê wekî modeleke giştî pêşkêşî Kurdan kir. Vê yekê hêvî da hinek Kurdên Bakur û hişt ku ew berê xwe bidin Başûr û hêviya xwe bi Amerîkayê ve girêbidin. Bernameya ku îro li ser têkoşîna gelê Kurd tê meşandin, bernameyeke navneteweyî ye. Bi rê û rêbazên kevnare tenê nayê meşandin, ligel rê û rêbazên kevnare, hinek rê û rêbazên nû jî têne ceribandin.
Îro parçekirina Kurdan li ser navê demokrasî, pirdengiyê tê meşandin. Guhê xwe bidin aqilmendên dewleta tirk gotina wan a pêşîn; divê Kurd ji bin desthilatiya PKK’ê bêne rizgarkirin. Hemû aqilmendên dagirkeran li ser yek tiştî radiwestin, ew jî li dijî Tevgera Azadiyê birêxistinkirina hêzeke alternatîf e. Ji bo vê yekê deriyê TRT 6’ê ji hinek “dûvikên dûv hebanê” re hatiye vekirin, dewlet ji bo ku ew bibin hêz her roj di çapemeniya xwe de cih dide wan, alîkarî û piştgiriyê dide wan da ku komcivîn û konferansan li dar bixin. Îro serkêşiya vê plangeriya qirêj AKP dike. Ji bo ku hevgirtin û yekitiya Kurdan têk bibe, li aliyekî hevalbendên xwe yên “sivîl” derdixe pêş, li aliyê din jî endamên hîzbûl-kontra berdide.
Divê ez bibêjim ku hinek helwest û kirinên me yên teng û tûj jî xizmeta vê plangeriyê dikin. Li gorî baweriya min her kirin û gotina ku bereyê hevgirtin û yekitiya Kurdan teng bike, xizmeta bernameya hêzên dagirker dike. Lewre jî divê em xwe ji tund û tûjiya bêwate bidin alî û hewl bidin û rê li ber dek û dolabên dagirkeran bigirin, hemû Kurdên welatparêz di bin sîwanekê de bigihînin hev.