Darwînîzma Tirko-Misilmantiyê
Omer Dînçerê wezîrê Tayîp gotiye ku ji vir pê de dê ew ên Zazakî wek zaravayek Kurdî na, rasterast wek zimanek serbixwe bipejirînin û di warê perwerdehî û weşanê de jî wî ji Kurdî veqetînin. Wezîr dîsa gotiye ku heta niha hin pisporan ew xapandine, lewre xeletî kirine ku Zazakî wek zaravayek Kurdî hesibandine.
Tirko- Misilmanino, hingî ku me Kurda hûn nas nekiribûn, teoriya tekamûlê ( evrîm) ya Darwînê reben jî fam nekiribû.
We bi wî mejiyê xwe yê “bi xweş adan”,
we, bi wî jîrtî û jêhatîtiya xwe ya bêhempa,
Teoriya tekamûlê ya Darwînê tiral û tolaz a ku digot; “mirov sed hezar salan de bi zorî bûne mirov” derewand û mirovbûnê di heştê salan de kir para me Kurda!
Berê, mala minê, xwelî li serê me be, em Kurd, ne mirov bûn ! Me çi nav bû, çi zar û ziman bû. Çi mal û pêxirîk û ocax bû.
Ji vir heştê sal berê, we em di şikeftên bê serî û bê binî yên çiyayên Kurdistanê de dîtin, keşf kirin, di laboratûwarên dewleta xwe de terîf kirin.( tanimlamîş kirin) Em, bi qewl û qerarê we şarezayan, li gor zanist û lêkolînên we zanyaran, ji wan nîv-merivên pişt bi hirî qûn biboçik bûn.(Kûyrûklû )
Çil -pênce sal bi ser de çûn, neçûn; we em di ser bi hezaran qirnan de dîsa qil kirin(çax atlatmak), Xwedê ji we hezar car razî, we em ji pûrt û ji boçik kirin, em kirin mirov. Lê, em dîsa jî bê nav û bê nîşan, bê zar û bê ziman bûn...
Sal bi sal we em guherandin- veguherandin kirin “homos- kartkurtos” ew neandartalên girên geriyayî yên serê çiyayên Kurdistanê...
We dawiya dawîn navê Kurd li me kir lê, bela hovîtiyê, di devê me de hêj ziman tunebû! Her çiqas em gel û gît, yat û kalk’a we ( here- were, vezele- rabe) ya ji serdema “kurd memedê nobedar” mabû tenê zanibana jî, we got; “ew lo lo , lê lê ya we jî, ew gotin û qisedanên we yên bêwate jî, ji dewr û dewrana kedîkirina we ya ji alî me ve maye û ji binîve Tirkî ye lê, ne ji wê Tirkiya nazik û nazenîn, devokeke wê ya lewitandî ye”.
Tirko- Misilmanino, destê Elî û Mihemed li pişta we be, we welatê me seranser veguherand laboratûwara zînadana Amedê û we em di sih salan de di ser çend hezar qirnên din re jî avitin, bi darbekî ve, em kirin Kurdo-Tirkîaxêv...
Lê, nizanim çima, çi xeletî bû, çi ecêb û gosirmet û teşqele bû ku li we û li me qewimî; teoriya Darwîn jî, ya we jî têk çû, lewitî, pûç bû. Sal hezar û nehsed û heştê, boçika bi qûna me ve zû de jixwe çûbû lê, îcar di serê me de qiloç şîn bûn, ketin şûnê! We îcar em kirin homo- terorîstûs û dîsa derxistin çiyê.
We kir, ji me hin neodartalan kir, îsal sal du hezar û dozdeh, hema bibêje kir sih sal, ew qiloç ko nebû çû...
We lez da tekamûlê, em kirin Kurd, em kirin xwedî Kurdî, xwedî telewîzyon...
Meqarne û komir û TRT 6, qoriçî û keleş têrê nekir, we pere dan me mîlyon bi mîlyon.
Ew jî nebû bi ser me de bombeyên xwe barandin her yek nizanim çend kîlo û çend ton.
Tekamûl û darwînîzma Tirko- Misilmantiya we, bi ya Darwîn re ketiye pêşbaziyê û ber qayîşê.
We sih salan de maşallah, pêvajoya netewbûna Kurdan qedand, îcar dor hat ji hev cûdakirinê...
Li gor teoriya Tekamûlê ya wan zanyarên xaçparêz û cihûyên bê ol û bê îman, ziman bi hezaran sala berê kom bi kom ji hev veqetiyane, bûne Hîndo- Ewropî, bûne Hamî- Samî, bûne Ûralo Altayîk...
Disa ew kom, di dirêjahiya hezaran salan de ji hev cihê bûne, bûne komikên wek zimanên Latînî û Germanî û Slavî û Îranî ...
Dîsa bi hezaran sal di ser re derbas bûne, ew komik parçe bûne, veguherîne bûne çendik û çend zimanên resen û her yek ketiye devê netewek.
Her yek ji kêfa dila re nebe jî, ji ber hewcedariyek bi cih bûne li ser koşeyek cihanê.
Dîsa bi ya wan gawir û bêîmanan, herî kêm hezar sal divê hebe, heta ku ji zimanek zaravayek bizê û bê dinyayê...
Kurdino, de ka îcar bala xwe bidin vê derhozeyê û vê mûcîzyê, vê darwînîzma Tirko- Misilmantiyê!
Ew, di çend mehan de, ji Kurdiya we zaravayek jî na, zimanek resen û serbixwe diafirîne, nav lê dike derdixe vê meydanê.