1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Dem Jiyan û Dilşadî
Dem Jiyan û Dilşadî,dem,jiyan,û,dilşadî

Dem Jiyan û Dilşadî

A+ A-

Çi ye dem? Bê rawestan e û tim bi heman lezî diherike, nahêle tu tiştek di nav wê de li ciyê xwe, bê rawestan û mîna xwe bimîne; diguherîne.

Tu hêz xwe nagihêninê, tu bend nikarin rê li ber bigirin û milîmek ji leza wê bidin wendakirin; çemek weha bi hêz e dem.

Dem, av e. Ango jiyan e dem. Lê di heman demê de mirin.. Wê demê dem dûpişk e. Lewra dûpişk av e. Û jiyan û mirin. Û dem li her derî hazir û nazir e.

Qet teva nabe dem, bi tenê ew e ku naguhere û tu carî desthilatdarî li ser nabe. Tu çiqasî bidiyê, ew, ewqasî rûmetê dide te. Bi comerdî û wekhevî xwe pêşkêşî her kesekî dike, lê bi kesên ku wê vala bikar tînin û nizanin bikar bînin, xerab dide wendakirin. Ya demsalan tîne û dibe ew e, ya dirizîne û dijîne jî!.. Tiştê ku bi xwe re dibe, tu carî bi paşve nayne û tiştê ku dê bîne jî ji zanyariya te re dihêle.

Nebe dem Xweda be? An Xweda dem?

Jibîrkirin û hînbûn; bêhêziya herî mezin a mirovan in ku bi mirovan mezin didine wendakirin û bi demê re zîl didin û geş dibin. Lê egoya mirovanş! Ax Xweda!!

Jiyan çi ye wê demê?

Him pir tal, him pir şîrîn. Him pir hêsan, him jî pir bi êş. Him mirov naxwaze tu carî dest jê berde, lê him ya ku herî bi hêsanî tê xerckirin û li dû xwe êş û poşmaniyên kûr dihêle û di demên ku bi paş ve nayêne anîn de mîna birîneke kûr dimîne.

Him pir erzan e, him pir biha ye. Him li ber destê me ye, di nav me de ye, lê di heman demê de li serê Çiyayê Qaf e. Dema tu dev jê berdî, tu dê gelek tişt wenda bikî, lê dema ew dev ji te berde, tu tiştek wenda nake. Him pir çikûs, him pir comerd. Lê tu çiqas wê nas bikî, fam bikî û watedar bikî, wê demê comerdiya xwe nîşan dide.

Ya tê talankirin, tê tecawizkirin û ketiye bin destê komek mirov ew e. Ya ku piraniya mirovan jê bêpar dimînin an bêpar têne hiştin, dîsa ew e.

Ya xweşikayî û nexweşikayiyê, başî û xirabiyê, xwarî û rastiyê û hemû nakokiyan û hemû tesadufan di qefesa sînga xwe de parastiye û ji xwe encam û berhema yekîtiya wan nakokiyan û ya şer û tesadufan e, JIYAN e.

Lê dilşadî?

Ew e ku sînorên wê li gor hêvî û daxwazên te yên jiyanê hatine xêz kirin.

Pir dixwazî? Wê demê divê pir kar bikî, an na nikarî bi dest bixî.

Te bi erzanî bi dest xist? Wê demê jî tê her carê zêdetir bixwazî û loma jî tu carî dilşad nabî, dibî meymûn!..

Piçûk dixwazî? Dîsa divê xwedî ked û hewldanek bî ku dema te bi dest xist, rûmeta wê bizanî û pê dilşad bibî.

Wê demê dilşadî ew e ku mirov bi xebatê bi dest dixe. KED e Dilşadî.

Û mirov bizane qîma xwe pê bîne û destkeftiyên xwe parve bike. Lê bêyî ku xwe bixapîne!..

Nizanî çi dixwazî? Wê demê te ji binî wenda kiriye. Lewra tê wê demê xweziya xwe bi kesên ku çi piçûk çi mezin dilşadiyê bi dest xistine bînî. Û tê jiyanek, bêyî ku dilşadiyê nas bikî, erzan xerc bikî.

Baş e tê çawan bizanî tu çi dixwazî? Ji jiyanê pirs bike, dê ew bêje ji te re. Nizanî tê çawan pirs bikî? Wê demê serî li zanistê bixe, ew dê bêje ji te re. Ku nikarî wê jî bikî, wê demê tiştek ku bikaribî bikî namîne. Tu bê hêvî yî dostê min.

Û li vê jiyanê sermayeya her kesekî heye ku dikare pê dilşad bibe. Yên hinan belkû porên wan ên xweşik, an kincek wan ê xweşik... yên hinan hevalên wan ên jiyanê, an zarokên wan... yên hinan xiyalên wan, an hêviyên wan, keserên wan... yên hinan pisîk an kûçikên wan... Yên hinan welatên wan. Lê teqez, sermayeya her kesekî û tiştekî herkesekî ku bikaribe bêje "Ev ya/ê min e" û dema vê bêje pê dilşad bibe, heye. Loma jî pir grîng e, di vê jiyanê de tiştek mirov ku mirov bikaribe bêje "Ev ya/ê min e" hebe.

Û ew qasî jî bi êş û jan e, dema tiştekî mirov hebe û ji bo tetmînkirina egoyên xwe, hinek wî tiştî ji mirov bi zordestî bigirin.

Û maka hemû xerabiyan e, egoyên me:

Dema tu wê têk bibî, fezîletek mezin bidest dixî û digihêjî rastiyê. Tenê weha mirov dikare bigihêje rastiyan. Lê têkbirina wê ji ya her tiştî zahmettir e.

Ew şeytan e. Ya sabûnê davêje bin lingan, pê davêje ber mirovan, dike mahkûm, mecnûn û dîlê xwe, her ew e. Ew dijminekî herî mezin e û di nava me de ye. Ji xwe ji derve bûna, me dê tiran jê berdana, lê!.. Çi bikin, xwe li giyan û şanikan dipêçe bêxwedî.

Ne pêwîst e tu bizanî wê bikar bînî. Ji xwe nikarî jî. Ew te bikar tîne, him jî pir bi hostetî.

Baş e, çekek li dij vê mîratê tune geloş Bê guman ku heye, lê divê tu karibî wê çekê bi kar bînî, yan na nabe, tetik nayê kişandin, bikşîne jî hişkeber û bêkêr e. Ma dê çi be, çekek e ku navê wê ÎRADE ye. Lê yekta dostê te û xelaskarê te ye ew. Tenê ew dikare te mezin û bilind bike.

Û ev şerek mezin e!..

Têbinî: Min ev nivîs di sala 2003yan de mixabin bi tirkî nivîsî û di malpera rojname.com de, bi sernivîsa "Zaman Yaşam ve Mutluluk" hat weşandin. Kêfa min ji vê nivîsa min re dihat, min nexwest tenê bi tirkî bimîne û min wergerand kurdî. Hêvîdar im hûn xweş bibînin û bi dilê we be jî.

2007-07-02


Gotinên miftehî :