Dema serî li kevirê gorê ket
Dibêjin “hin mirov hene ku serê wan li kevirê gorê bikeve jî hîn fam nakin ku yên mirî ew in.” Vê wekî gotineke mecaz qebûl bikin. Lê di jiyanê de çiqas rewş hene ku hemû jî vê tînin bîra mirov.
Ev serê nizanim çend hezar sal e ku dîroka me bûye teşî û hey li dora xwe dizîvire. Mirov çiqasî materyalîst be jî, li hember vê rewşê mirov dimîne seyr. Di sedsala 21ê de jî em hatine serê firînekekê.
Hemû serhildan û berxwedanên borî bê sazî man. Nebûn rêxistinên dezgeyî. Di sedsala 20an de hem li başûr û hem jî li bakûr berxwedanên girîng çêbûn. Car caran herdu berxwedan li hev rawestiyan. Lê di sedsala 21ê de herdu parçe hatine firîneka dezgebûnê. An dê xwe di warê çand, huner, ziman, sînema, şano û hemû warên zanistî de bikin xwedî dezgeh, an jî dê silaveke trajîk bidin cîhanê û ji bo cara dawî xatir bixwazin.
Li başûr hatina aborî têr dike ku di vî warî de her tişt bête avakirin. Heman sedem, rê nîşan dide ku kadro jî di vî warî de ji aliyê mamosteyên herî bilind ve bêne perwerdekirin. Pirsgirêk maye di biryarstandinê de.
Li bakûr rewş ne wisa ye. Her çiqas di her warî de saziyên siyasî hatibin avakirin jî, bakûr ji aliyê bingeha aborî ve li holê nîn e. Her wisa jî li bakûr sazî û dezgeyên çandî, hunerî, ziman, şano, sînema û beşên zanistê bi qasî mirov bêje nîn e, kêm in.
Heke îro saziyek sînemaya kurdî hebûna, heke bi tenê fîlmek bikişanda, heke ew fîlm jî li ser senaryo û bingeheke tijî bûna… Yanî heke bi tenê saziyeke sînemayê erka xwe bi cih anîbûya dê ev pirsgirêk ji holê rabûna.
Lê çand, huner û ziman bi otorîteyê ve girêdidin. Navê vê yekê nabe dezgebûn. Mixabin ku ev mirov ji mirinê rizgar nakin. Lewre divê çand, huner û ziman serbixwe bin. Divê çand û huner bizane rexneya otorîteyê bike. Divê azad be, divê ji aliyê şexsiyetên jîr, zana, berxwedêr û azad ve bêne birêvebirin.
Li başûr çand û hunera ku ji her alî ve ava xwe ji otorîteyê vedixwe, li bakûr çand û hunera ku hemû biryarên wan ji devên siyasî derdikevin bila qala serxwebûna çand û hunerê nekin. Bila nebêjin “em dikarin otorîteyê rexne bikin.” Bila mînakên mînakok jî nîşan nedin. Ev xetereyeke mezin e.
Çend roj berê li Amedê Konferansa Çand û Hunerê hate lidarxistin. Hemû jî hevalên ku keda wan di pêşketina çand û hunera bakûr de hene bûn. Ev heval berxwedanên mezin li hember otorîteya dewletê nîşan dane û gelek berdêl dane. Mixabin îro hatine asta ku ji otorîteya kurd a bakûr destekê bixwazin û bêjin “me rakin ser lingan.” Cihê daxê ye ku di heman konferansê de daxwaza “wezareta çand û hunerê” ya kurd hatiye kirin, ku bête avakirin.
Helbet di sedsala 21ê de daxwaza avakirina wezaretan ji aliyê tu kesî ve paşverû nayê dîtin. Ev pêwîstiya hemû gelan e ku dixwazin xwe bi awayekî rêkûpêk bigihînin sedsaleke din. Lê ev peywira sîyasiyan e. Hebûna wezareteke çand û hunerê tu carî, tu carî û tu carî nabe azadî, serkeftin û jîrbûna çand û hunereke serbixwe. Berevajî vê yekê, heke ew bizane otorîteyê rexne bike û heke di vî warî de serbixwe be, dê bikaribe gelekî serbixwe, azad û bi rûmet biafirîne. Lewre çeka wê mezintirîn çek e. Muzîk, sînema, şano, helbest, roman, çîrok û her cure berhemên din dikevin her malê, dergeh û cihî.
Her çiqas îro niyeta otoriteya bakûr erênî be jî, her çiqas rizgarker be jî, divê ev karaktera ez qal dikim di çand û hunerê de rûne. Ev ji bo pêşeroja me pêdiviyek e.