1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Demokratiya bi meaş!
Demokratiya bi meaş!,demokratiya,bi,meaş

Demokratiya bi meaş!

A+ A-

Kapîtalîzm li her devera cîhanê, ji bo dînamîzm û reaksiyonên nav civakê bişkêne, hin saziyên sivîl û kesên ”demokrat” dike piyasê ku tenê li ”dijî” wan binivîsin û bixebitin. Ji aliyekê ve sîstem lê dixe û ji aliyê din ve, di bin perdê de bi rêya van saziyên sivîl û kesên rojnamevan û rewşenbîr, reaksiyona nava civakê ya li dijî sîstemê dişkêne. Lewra dema ev sazî û kes li dijî sîstemê radibin, di rastiyê û bingeh de, di çarçoveya parastina sîstemê de vî karî dikin û sîstem her çendî van sazî û derdoran mîna muxalîfên xwe binav bike jî, di bin de wan diparêze û destek dike. Ev li hemî devera cîhanê wisan e û li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî cuda nîne. Lewra mantiq ew e ku muxalefet jî eger bê kirin, divê di bin kontrola sîstemê de be an jî bi destê sîstemê bê kirin. Hemû tiştên ku ji derveyê kontrola wan pêşdikevin, tirs û xewnereşkên wan in. Eger tiştek ji derveyê kontrola wan ji destpêka xwe ve pêş ketibe jî, çav berî wî tiştî didin da bi rengekî bikine bin kontrola xwe û gelek caran bi ser jî dikevin. Dema bi ser nekevin jî, armanca wan a sereke jiholêrakirina wî tiştî ye û ji bo vê jî serî li her cure rêyî çi ”qanûnî” çi bêqanûnî didin.

Di şikandina tevger û muxalefeta li dijî sîstemê de çeka ku herî zêde tê bikaranîn û ya herî mezin, çapemenî bi xwe ye. Em bala xwe bidine çapemeniya tirk, em ê bibînin ku hema hemû nivîskarên wan ên ”demokrat” û ”parastvanên mafên mirovan” jî, ji çarçoveya çareseriya di nav sîstemê de dernakevin.

Sîstem di vê xebata xwe de, bi giranî, heta pirê caran bi temamî bi ser dikeve. Lewra civaka kurd civakeke hestyar e û ji ber psîkolojiya bindestiyê, hema psîkek jî ji bo wan mawînî bike, jê re li çepikan dixin. Divê beriya her tiştî kurd xwe ji vê psîkolojiyê rizgar bikin.

Bi taybet jî her cara ku bûyereke grîng li Kurdistanê rû dide, bilêtê van rojnamevanên ”demokrat” ên tirk ji bo Kurdistanê tê birîn û berê xwe didine sefera Kurdistanê. Bi çend kesî re li qahwexaneyan diaxivin û piştre tên û analîza dîroka têkoşîna gelê kurd dikin. Kurd jî vê yekê erênî dibînin û pesnê wî/ê kesî/ê didin ku çima bahsa kurdan kiriye. Nivîskarê/a ku diçe Kurdistanê, pêşî hinek pesnê kurdan dide, hin mafên wan diparêze, piştî demek kin di xwe de wî mafî dibîne ku bêje ”divê kurd doza filan tiştî nekin.” dîsa piştî demekê, hin tiştên din ên erênî dibêjin û paşê dema bûyerek mîna ya Dîlokê rû dide jî, beriya hukûmet û dewletê, ew biryara xwe didin: ”PKKê kiriye”. Bi zimanekî zelal û ji sedî sed ji vê nêrîna xwe piştrast: ”PKKê kiriye”. Bêyî li benda daxuyaniya PKKê bimînin, bêyî, lêbikolin, bêyî li benda hin encamên ku dikarin di nav demê de zelal bibin bimînin, biryara xwe didin. ”Lewre PKK ev tişt berê jî kiriye û raste rast negirtiye ser xwe”. Bêyî ku bêjin gelek kiryarên bi vî rengî ku dewletê kiriye stuyê PKKê paşê aşkere bûye ku dewletê bi xwe kiriye û ji gelek van dozan jî di dadgeha mafên mirovan de mîna dewlet hatiye mahkûmkirin. Lê ji xwe armanc ev e. Dema dewlet bêje PKKê kiriye, zêde bawerî pê nabe. Lê dema ev rewşenbîr û nivîskarên ”parastvanên mafên kurdan” bêjin, dê civak bawer bike, an kêmasî dê pirsek di serê mirovan de bimîne. Sedema esasî ya sîstemê ku van kes û derdoran bikar tîne û dijîne jî, ji bo demên wihan e. Ji bo manîpulekirina rastiyan û civakê ye. Rola van kes û derdoran a sereke ku ji sîstemê wergirtine, ev bi xwe ye.

Ji rojnameya Radîkalê û nivîskarên wê Oral Çalişlar, Cuneyt Ozdemir, Yildirim Turker (her çendî ji kar hatibe avêtin jî), Koray Çalişkan, Cengiz Çandar, Eyup Can, Ali Topuz, Ezgî Başaran, rojnameya Tarafê û di destpêkê de Ahmet Altan û hemû nivîskarên vê rojnameyê, dîsa ji rojnameyên mezin ên din Hasan Cemal, Can Dundar, M. Alî Bîrand, Asli Aydintaşbaş û gelekên din vê rolê dilîzin û bi navoka xwe ve bi vê sîstemê ve girêdayî ne. Dîsa hin kesên ku ji ber ”demokratiya xwe” ji karên xwe hatine avêtin jî, pirê caran bi zanebûn têne avêtin, lewra bêtir bawerî bi wan kesan çê dibe di nav civakê de. Ew êdî mexdûr in jî, lewra ”rastiyan” nivîsîne û ”rastiyan” parastine. Psîkolojiya civakê baş tê zanîn ku civak derê xwe yekser ji mexdûran re vedike, bêyî lêpirsînek jî bike. Lewre civak bi xwe jî mexdûr e û bi wê psîkolojiyê tevdigere.

Mixabin psîkolojiya me kurdan wisan ecêb e ku, dema ji derveyê kurdan hin kes bahsa kurdan bikin, ji kurdê herî fedakar ku temênê xwe ji bo gelê xwe xerc kiriye, bêtir cî û rûmetê dibînin û li serê dîwanê didine rûniştandin. Piştî demekê, ev kes êdî dibine şêwirmendên kurd û dema derbarê kurdan de tiştek bê pirskirin, mîkrofon pêşî dirêjî ber van kesan dibe. Kesên di nav kurdan bi xwe de çiqasî zane dibin bila bibin jî, bi qasî yên ji derve hatine pere nakin.

Heman tiştî di nav beşeke mezin a çapemeniya kurd de jî dikin. Bi taybet weşanên li ser înternetê di vî warî de baş têne bikaranîn. Û ne tenê ew, hin rewşenbîrên balon ên çêkirî û werimandî bi navê ”rewşenbîrên kurd” derxistine piyasê ku bi piranî bi tirkî û di rojnameyên tirkan de dinivîsin û her roj li TVyeke wan in. Kesên mîna Orhan Mîroglu, Muhsîn Kizilkaya, Îbrahîm Guclu, Yilmaz Erdogan, Umit Firat, Mehmet Metîner, Kemal Burkay û gelekên din jî di heman avê de avjeniyê dikin, lewra masiyên wê avê ne û debara wan li ser wê avê ye.

Ev hemî navên ku hatine nivîsîn û gelekên din, bi tu rengî çareseriyê ji derveyê vê sîstemê û dewletê nabînin. Dewlet û sîstem sînorê demokratiya wan e. Ji zarokekî jî pirs bikî, dê ji te re bêje ku pirsgirêk bi aktorên wê re dikarin bêne çareserkirin. Lê ev kes û derdor, tu carî PKKê mîna aliyekî pirsgirêkê nabînin, bi lêv nakin û nadine pêş. PKK ji bo wan çavkaniya pirsgirêkan ku divê bê berterefkirin. Baş e pirsgirêkek kurd heye? ”Belê heye” dibêjin. Baş e dê çewa bê çareserkirin? Dîsa derê dewletê û hukûmetê ango çarçoveya çareseriya ku sîstem dide pêş nîşanê mirovan didin. Wekî din çi bê gotin, dibe xizmeta PKKê û ev jî ji bo wan xerabkarî ye. Xerabkariya çi ye? Xerabkariya sîstemê, hukûmetê û dewletê ye. Baş e dema wiha be ev kes dikevine pozîsyona çi? Dikevine pozîsyona parastvanên sîstem û dewletê.

Ya rastî formul pir hêsan e: Çarçoveya nêrîn û helwdanên ji bo çareseriya pirsgirêkan a mirovan, rengê mirovan dide der û hew.

Bîrgul Ozbariş Arda 2012-08-31


Gotinên miftehî :