1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Demsala nivşê min giran e
Demsala nivşê min giran e,demsala,nivşê,min,giran,e

Demsala nivşê min giran e

A+ A-

Rewşa me kurdan çi ye? Rewş çawa ye? Haya kesî ji Rewşê heye? Rewşê winda ye! Tiştek neyê serî!

(I)

Li her welatî çar demsal tune ne, lê li welatê me bihar, havîn, payiz û zivistan çar demsal in ku gelek welat xweziya xwe pê tînin. Ji ber ku her demsalek bi xwe re gelek tiştên xwezayî tîne. Biharî giya û pelvedan, havînî berdan, rezber û fêkiyên salê. Payîzî hewa hênik û baran. Zivistanî berf û wêneyekî spî boz, serma ku malikên ruhê mirov hişyar dikin û germa sobê ya dilîniyên mirovane peyda dike.

Em nikarin ji yekê jî birevin ne wisa?
Ku payiz hat, dê baran bibare, ku zivistan hat divê em amadehiya sobe, kalorîfer û gazê bikin. Divê ardû hebe ne wisa? Heke rev jê hebûya me tu tevdîr nedigirt, ma ne?

(II)

Heta sala 1999'an di Têkoşîna Azadiyê de rewşa me demsalek bû. Di wê demê de serkeftineke ku me dikaribû bi dest bixista "mirin" bû, ku ji ber şehadetê ew serkeftinek bû û her kesî bi dest nexist, ên layiq gihaştinê. Bav û apên me, xal û xaltîkên me her roj şîretek li me dikirin. Ez bavê xwe nexim nav, lê wekî din hemû xizmên min digotin "kurm min, di vê riyê de mirin heye, girtin heye, dê û bavên te xizan in, dê li erdê bimînin, ji xwe re dibistana xwe bixwîne, leşkeriya xwe bike, bizewice û li wan miqate be, bibe zilam."

Li Mêrdîn, li serê kuça Sûka Hasan Ayar buroya me ya Ulkede Ozgur Gundem'ê hebû. Ew rojnameya yekem bû, heftane bû. Ez jî xwendevanê lîsê (dibistana amadehiyê) bûm. Abdullah Demirbaş jî mamosteyê me yê Felsefeyê, Sosyolojiyê û Dîroka Hunerê bû. Ji dibistanê derdiketim û diçûm rojnameyê. Min newêrîbû rewşa xwe ji mamosteyê xwe re jî bigota, ku ew wekî welatparêz ji aliyê me hemûyan ve dihate naskirin û hezkirin. Heta rojekê nûnerê rojnameyê ji min re got: "Tu çû dibistanê, bi dizî ji Abdulah xoce re bêje, bila bîstekê were vir." Min li ser pêlpêlkên lîseya Mêrdîn jê re got, tenê serê xwe hejand. Piştre ji nûner re gotibû "careke din ji xwendevanên min re tiştên wiha nebêje, bila xwendevanên min fikra min a siyasî nizanibin."

Me fikra xwe ya siyasî ji mamosteyê xwe, mamosteyê me jî ji me vedişart.

Serkeftineke din jî girtin bû. Her ku li zîla deriyê rojnameyê diket, aveke germ bi ser giyana min a zarok de dirijiya. Heta ku rojekê hatin û ez bi tenê ji wir birim. Wê carê hatim berdan, lê cara duyem berdana min nêzû heft salan bi derengî ket.

Heta sala 1999'an di Têkoşîna Azadiyê de rewşa me wekî demsalekê borî, ku di wê demsalê de serkeftin tenê ev bûn.
Di wê salê de du bobelat hatin serê kurdan. Yek ji wan bobelatan jî bidestxistina şaredariyan bû. Kurd ne amadeyî wê demsala nû bûn. Û di salekê de du demsalên wiha giran jî ji kurdên perîşan re zêde giran bû.
Heta sala 1999'an jî, em hemû bê sîgorta bûn. Meaşê me jî tunebû. Kesî doza tiştekî wisa jî nedikir. Lê dema di 2001'ê de ez ji girtîgehê derketim, xizmên min û mirovên ji min hez dikirin, gotin: "Serî li şaredariyê bide, bila te têxe karekî." Min wekî dîrokê bînim bîra wan got: "Hahoo! Ma ne ez ji ber vê riyê hatim girtin. Wele ez nêzîkî wan nabim, ez ê ji xwe re xiyaran bifroşim." Lê riya min û wan dîsa ne yek bû, wan şîreta xwe domand: "Kuro hey ehmeq, ew dewran derbas bûn, îcar dema xwarinê ye. We kir, we kişand, we êş û azar dît. Binihêre şaredarî tijî mirovên bêkêr û nizanim çi bûne, ên wekî te jî li derve dihêlin."

Ev jî wekî wî mejiyê kevin bû, ku hewl didan me ji dozê dûr bixin. Li gor demê guherîbû.
Demsalek nû bû, barana wê, berfa wê, bayê wê cuda bû.
Ji bo her neteweyekê rêveberî hebû, şaredarî hebû. Gelê me jî diviya hîn bûbûya. Reva me ya ji demsalan tunebû. Diviya mirov bi amadehî bûya û li gor demsalan tevdîr bigirta.

Lê rewşa kesên ku haya wan ji vê yekê tunebû, giran bû.
Wêrekên me çavên xwe berdabûn karê giran, berê xwe dabûnê. Newêrek mabûn li holê. Newêrekan digotin "min ew wêrek amade kir û bi rê xist", lê nedigot çima ew maye li dû, li şûnê! Newêrekan pişta xwe didan doza wêrekan. Û kengî bi hêza wêrekan gavek bihata avêtin, wan drûşma "me dîsa bi ser xist" berz dikir.

Ev demsalek bû. Diviya me bijiya.
Navê vê demsalê "hînbûna rêveberiya gel" e. Pirsgirêkên wê jî giran in, li gor wê ne.
Di vê demsalê de gelek serkeftinên nû hene. Yek jê; mirov dikare bibe şaredar, an jî di şaredariyê de karek, an jî bikeve rêveberiya cihekî girîng. Di vê demsalê de tunebûn tune, her tişt heye, tenê bila tu bizanî bi ser bixî.
Û ji sala 1999'an û vir ve, ku derfetên aborî û siyasî û legal bûne behr û derya, di warê ziman, çand, sînema, muzîk, teknolojî, perwerdehî û hin wekî din de tu pêşketinên ber bi çav tune ne. Kesî projeyek di vî warî de bi ser nexist.

(III)

Ez rapora xwe dîsa didim gelê xwe.
Ez wekî mirovekî bi serê xwe, bi projeyên xwe hebûm û dîsa heme.
Di warê zimanê kurdî û teknolojiyê de min destê xwe avêt kîjan projeyê, bi ser ket. Bê butçe. Ez xebitîm, min hem malbata xwe bi rê ve bir û hem jî projeyên xwe. Û îro tu pîşe û karê xwe yê teknolojiya înternetê de, di warê kurdîkirina wê de di asta herî baş de me. Bi sedan berhemên kurdî derketin holê.
Tenê Facebook a ku me kir kurdî îro 100.000 kes bi kurdî bi kar tînin.
Û hîn jî projeyên gelekî girîng û mezin amade dikim.

Lê her kes behsa pirsgirêkên vê demsalê dike. Li gor min wekî behsa nebaşiya baran û berfê bikin. Ev tiştên xwezyî ne, hatiye serê her gelî, dê were serê me jî û divê em derbas bikin. Tekane riya wê jî ew ku her kes ji texma xwe ve karê xwe bike û heke tenê jî ma, bi tenê bi ser bikeve.

Hincet û gazinc ne li gor nifşê min e û ez halanan di nifşên din jî hildidim.
Lîr lîr lîr.


Gotinên miftehî :