Dengê Winda
Sozê min ê bi zeman re ye bêdengiya min û heya mirinê ye. Ji wir û wêdetir nizanim, lê ger hebe li wî alî jî tu kes an jî her çi be ew, wê nikaribe ji dengê min bersivên pirsên xwe bibihîze. Tu gotin ji bo min, tu pirs an jî bersîv ên ku ji devên mirovan derkevin, bi wate nîn in.
Gelek sal in ku tu tişt fêm nakim ji dengên bê wate yên mirovan. Ji dengê xwe re jî biyan im. Yan belkî ji peyvan re. Peyvên sozdar, hêvîdar, peyvên ku ji devê herkesî bi wateyeke din derdikevin, peyvên şerxwaz, ên zilimkar, peyvên xayîn ên hevalfiroş, peyvên ku deriyan vedikin, mifteya bihuştê ne, an jî peyvên li dû deriyan, deriyên ku li deriyan vedibin, dû re digihîjin dojeha mezin ku tê de hemû peyv dibin agir û xwediyên xwe dişewitînin.
Bêdeng im, gelek zeman e. Ji zû ve ye ku min têkiliya xwe bi peyvan re qut kiriye. Ji zû ve ye min, peyvên bi wate ji xwe dûr kiriye. Belê dibihîzim, deng nakim, lê hay ji dengên xwazayê heme. Dibînim ku li xwazayê hemû jîndar bi zimanê hev dizanin, êdî fêm dikim ku çi têkiliyek xurt heye di nav ax û kevir, giya û dar, av û hewa, kêz û sewalan de. Bêyî peyvên derewîn ku dilan disojin, bi hezra derûnî hemû xweza di nav ahengeke pîroz de dijîn, ji bilî Însan.
Adem çewa ji bihuştê hate qewirandin û berê wî dane dinyayê, zarokên wî jî mîna kalikê xwe îca dinyayê edimandin û ji aliyê xwazayê ve hatine qewirandin. Ji ber ku ji bîr kirin zimanê hevpar ê dinyayê, bûne şerûd û barbar.
Her ku bêdeng im ji peyvan, dengên xwazayê dicivînim di dilê xwe de, li zimanê çivîkan, yên çîçek û daran hûr dibim, ji wan seh dikim êdî hemû çîrokên bêpeyv. Her sibe di vê koxika mala xwe de bi bayê berbangê re şiyar dibim, ew gazî li min dike, bi dû re stranên çûk û kêzan ku li hev werdigerînin bi tava berbangê re germiya jiyanê belav dikin li hemû dinyayê, ez jî bi qasî para xwe jê werdigirim.
Bîst sal berê, roja hemû deng, hemû peyv, hemû qêrîn di sîng û gewriya min de cemidîn, min li agir dinihêrî. Ew agirê bêwîcdan, ew agirê bêbext. Her der dişewitî, hêvî û hebûnên min bûbûn alav, lê dilê min qeşem digirt, peyv tune dibûn, awaz nema derdiketin ji nav gola qeşemê. Ji wê rojê pê ve ez ji dengê xwe xeyîdîm, ji peyvan, ji peyvên devê mirovan ku hemû derew bûn, dûr ketim.
Kurê min, şahê dilê min, mebesta jiyana min. Hê jî tevî peyv û axaftinên xwe mohra zeman dişkêne û tê mêhvandariya min û dayika xwe ya reben. Dîsa mîna caran pal dide li sînga dayika xwe û bi wan çavên reşbelek li me dinihêre, diaxive. Ez lê temaşe dikim, dengê wî mîna ava çeman, wisa diherike kûrahiya dilê min. Dixwaze ez wî bibersivînim, dixwaze dengê min seh bike. Ez jî dixwazim pê re biaxivim, hewl didim ku dengê min derkeve, lê ji berxikê xwe re jî nikarim peyvan bidim kêleka hev û biaxivim, lewre êdî ez bi zimanekî din diaxivim û di wî zimanî de peyv nîn in. Ez jî zûq li nava çavên wî dinêhêrim, dibişire, fêm dike, li min vedigere û bi zimanê dinya kal bi min re diaxive. Em di nav bêdengiyeke pîroz de dikevin nav guftûgoyeke kûr, zeman jî pal dide çiyayê li hemberî me ku herdem bandeva wê bi ewrên sipî veşartî ye, wisa hûrik radiweste û li gorî dilê me diherike.
Me navê wî li pîrê mezin Seyid Riza danîbû. Bê şik Elî Rizayê min jî, bû layiqê wî navî. Her çiqas ez û diya wî ji tirsa ku wê bê kuştin carinan li dû digeriyan ku ji hevalên xwe dûr bikeve û vegere ser karên xwe, an jî biçe cem lêzimên me ku ji zû ve ye li bajarê Stenbolê bi cih bûne jî, ji alikî ve serê me bi kirinên wî bilind dibû. Her cara me seh dikir ku tevî hevalên xwe, li qereqolekî dijmin dane û bê xesar vekişiyane, an jî ji kemîneke dijwar bi serfirazî xelas bûne, ez diçûm ser mezelê bavê xwe ku di serhildana Seyîd Riza de şehîd ketibû û min dia dikir û pesnên kurê xwe ji bavê xwe re dida. Min wisa bawer dikir ku bavê min seh dike û ew jî bi min re serbilind dibe.
Roj û meh bi van tirs û şanazbûnan derbas dibûn. Elî Riza gelek caran tevî keç û xortên hevalên xwe dihate gund ji bo dîtina me. Dayîka wî ser û guhên wan dida hev, ji wan re xwarin çê dikir, ew xwedî dikir, min jî li wan şêran mîna hemû zarokên min bin temaşe dikir û bi wan re diketim nav nîqaşan. Li min guhdarî dikirin, lê her ji yê xwe re digotin rast e, bi peyvên wisa diaxaftin ku seranpê bi bawerî dagirtî bûn, bivê nevê mirov diket bin bandora wê baweriya xurt û dilê mirov jî bi yê wan re lê dida.
Xêniyê me mîna gomekê ji nav gund dûr bû, lê carinan leşker jî dihatin bi ser me de, pirsa zarokên me ji me dikirin. Me jî digot li bajêr dixebitin, bawer nedikirin. Bi zanîna min hinekan navê Elî Riza ji wan re gotibûn. Gelek tade li me dikirin, her carê bi tenê ew gotin ji devê me derdiket. Gundî hemû, dûr an jî nêzîk lêzimên hevûdin bûn. Ji ber vê yekê jî hevparastineke xurt di nav wan de hebû. Her yek ji yê nêzî xwe berpirs bû. Tevan zanibû ku Elî Riza gihîştiye şoreşgeran, gelek ji zarokên wan jî derketibûn. Lewma jî herkes di şkenceyên leşker de bêdeng diman, tevan yek tişt digot.
Rojek ji rojan ev ahenga yekîtiya gund bi vegerîna xortekî ji çiyê, serobino bû. Xort ku navê wî Cemal bû, ji hevalên xwe reviyabû. Gundî hemû em li ser serê wî kom bûn. Daxwaza me derketina wî ya ji gund bû, bavê lawikê jî di destpêkê de weke me digot. Dihate zanîn ku dema leşker bi vegerîna wî bihesin, dev jê bernadin. Lê Cemal bi ya me nekir. Got ez niha derkevim wê min zeft bikin û bikujin, ger hûn deng nekin, leşker jî gerîla jî bi min nahesin. Mixabin di demekê kin de leşker bi ser gund ve girtin û rasterast çûn bi ser mala wan ve û Cemal bi xwe re birin.
Piştî wextekê gotin belav bûn, Cemal bi esker re derdikete operasyonan. Destê me di dilê me de em li benda esker man. Gelek wext bi ser neket, Cemal li pêşiya esker, bi ser gund de girtin. Pêşî malên ku zarokên wan gihîştibûn gerîla kom kirin, ez jî di nav wan de, em li meydana gund civandin. Serbaz bi kefteleftekî dijwar dijûnan didan ku gundî heta wê rojê ew xapandine. Çend kes ji me dane ber daran, yê mayî li pişta hev siwar kirin û heta êvarê bi vî rengî tade kirin li gundiyan. Cemal serê wî di ber de û çavê gundiyan li ser, wisa serpêlkirî radiwestiya. Yek gotin jê çê nebû. Bavê wî wisa xuyabû ku di mal de ji şerma ketibû taya mirinê. Dema êvarê Serbaz, me dîsa li hev civand û got: Di nêzîk de ez ê laşên zarokên we li ber we raxim. Li ber çavên we, wê kûçik laşên wan bixwin, wê demê hûn ê fêm bikin bedêla li hember dewletê rabûnê çi ye.
Elî Riza bûbû berpirsê gerîla yê herêmê, weke herkesî dewlet jî pê hesiya bû. Êdî rast e rast dihatin bi ser mala min de. Ez û dayîka Elî Riza bûbûn êsîrê wan, ji ba me bi têlsizan deng dikirin ku vaye girtine bi ser mala wî de, dê û bavê wî di destê wan de ne. Dikirin ku Elî Riza bi ser gund de were û bikeve kemînê. Esker beredayî li nav gund, li benda Elî diman. Lê dema ji gund derdiketin ew bixwe diketin kemîna gerîla û her carê çend mirî li dû xwe dihiştin.
Tirsa me nemabû, êdî mirin bûbû hevalê me. Her roj cenazeyek ji gundekî cîran radibû. Lêdan jî weke berê li me zor nedihat, bes tirsa zarokên me di dilê me de her roj hinekî din mezintir dibû.
Rojeke bihara teze, Cemal bi serê xwe hilkişiya ber bi mala me ve, tu çek pê re nîn bûn, wisa tevî kincên sifîl derkete banî. Gote min: “Apo! Ez gelek poşman im, Niha ez herim bigîjim hevalan wê ji min bawer nekin, lê Elî Riza hevalê min ê zarotiyê ye. Tu jê re bêjî wê bawer bike. Ez dixwazim ji nû ve bigîjim hevalên xwe yî şoreşger, bêje bila min efû bikin. Ez ê li benda wan bim.”
Çend roj bi ser neketin, şeveke tavehîvê bi lêdana derî re em hilpetikîn, lêdana Elî Riza bû. Bi lez min derî vekir, tevî çend hevalên xwe kete hundir. Çû ber çoka diya xwe rûnişt, hevalên wî jî li malê belav bûn, wisa xuya bû ku çend ji wan jî li derve di nobetê de bûn. Demekê rawestiyan, xwarina xwe xwarin. Min li çavên şêrê xwe nihêrî, wî jî çavên xwe bel kirin û berê xwe da min, bi dû re rabû pê, pirsa gund û rewşa me kir, min jî bi peyvên kurt bersivên pirsên wî dan. Min dixwest ku bi lez werim ser qala Cemal. Min jê re got, Cemal wiha hatiye, wiha gotiye. Sekinî, ji nû ve li nava çavên min nihêrî, got: “Te jê bawer kir bavo. Nebe derewan bike?” Min nizanibû çawa bibersivînim, wisa bê gotin rawestiyam. Gazî gerîlayek ji derve kir, yekî jî ji ba xwe da kêleka wî û şande mala Cemal, kêliyek din herdu bûbûn sisê û hatin. Cemal serê wî pêlkirî, di binê çavan re li Elî Riza dinihêrt. Axaftin çênebûn. Rahiştin Cemal û tev bi hev re derketin.
Bihar bihurî, havîn jî hema êdî çavlirê bû ji bo payîzê. Ez li ber şêmûga derî rawestiya bûm, roj ber bi esirê ve halan bi gundiyan ket, tevî dengên têkel ên qêrîn û hewaran cemseyek esker, li dora erebeyeke eskerî ketin nava gund. Min ji jor ve nedidît lê li dû erebeyê tiştekî dikişiya bi serê benekê ve. Ez bi lez daketim ber bi gund ve, serbazê devbikef çawa çav bi min ket du heb leşker şand bi ser min de, hatin û bi kaşe kaş min ber bi erebeyê ve birin. Dilê min ji cihê xwe dibeziya der, mîna ku min zanibû ez ê çi bibînim. Serbaz bi milê min girt û bir ser laşê li dû erebeyê, serê wî ji nava axê bilind kir, xwîn û ax tevlîhev mîna çamûrê serçavên wî seyandibûn, min çawa çavên wî dîtin çok li min şikiyan û nema ez xwe li pê bigirim. Du esker bi zor ez bilind kirim. Serbaz bi pesin, ji min û gundiyan re digot: “Min ji we re negot, ez ê laşê wan li ber piyê we raxim, va ye dewlet wiha li ser soz û qewlê xwe ye.”
Elî Riza hê li heyatê bû, birîndar bû, guleyek çoka wî parçe kiribû, hema pê ve dikişiya. Li min nihêrî û bi çavan bişirî. Deng ji min biriya bû, ne hewar ne qêrîn, bes min bi tenê li nav çavên kurê xwe dinihêrî. Serbaz qêriya: “Ev ne bes e, ka binêrin wê çawa çê bibe.” Pê re jî ban kir eskeran û Elî Riza bi kaşkaşkê ber bi mala me ve derxistin. Ez jî tevî gundiyan li dû wan diçûm. Diya wî çawa çav pê ket, hema di cî de kete erdê û xeriqî.
Hovîtiya Romê hê dest pê dikir. Du esker ketin milê min, ber bi malê ve kaş kirin, serbaz got: “Temaşe bike wê çi ronahî ji kurê te bilind bibe.” Elî Riza avêtin nava malê û benzîna ku di nav bîdonan de hanîbûn li hundir û dora malê rokirin. Ez bê ziman bûbûm, êdî nikaribûm çavên xwe biniqînim, wisa min li hundir li reşeyê Eliyê xwe dinêrî. Bi fermana serbaz re agir berî benzînê dan. Ez li ser çokan ketim, çavên min li agir, tu tevger ji Elî Riza çê nebûn, tu deng jê derneket, bi tenê deng û ronahiya agir olan dida.
Şêrê min bûbû çirûska şoreşê, alava xênî hêdî hêdî ditemirî, min çavên xwe li nav gundiyan gerand, bi carekê çavên min bi wî bêbavî ketin, Cemal di nav eskeran de bi kincên eskerî pal dabû tivinga destê xwe û li nava xênî dinihêrî. Bi hewlekê min êrîş bir ser, hema pê re jî eskerek bi qûndaxa tivinga xwe li çema stuyê min da û ez terayî erdê bûm. Heta ez rabûm ser çokan leşker ji gund dikişiyan, Cemal jî bi wan re. Min xweste ku bi ser de biqîrim, devê min vebû, lê deng jê derneket, dengê min di sînga min de cemidî bû.
Piştî ku min girtina Elî Riza ji devê şahidan seh kir ez ji peyvan û ji însanan jî cemidîm. Cemal bi lîstika serbaz vegeriyaye nav gerîla, roja ku keysa xwe dîtiye jî cihê hevalên xwe ji esker re bi keys kiriye. Elî Riza jî bi destê xwe birîndar kiriye û girê daye. Gelek xort hatine kuştin, laşên wan li ber leşxwuran hiştine.
Ev e çîroka bêdengiya min. Di nav vî bîst salî de min hemû peyvên xwe winda kirin. Hemû nav û kes ji min re bûn wek xiyalan. Ew roj û îroj e ez bi tenê dayîka Elî dinasim, ew hê ji min birînkûrtir e. Her roj mezelê kurê xwe ku li raserî malê ye av dide. Şaxê hinarê yê ku min li ber serê Elî Riza danîbû, niha fêkî dide. Em bixwe jê naxwin, lê zarokên gund tên û berhev dikin. Ez jî kêfa xwe tînim. Wisa bawer dikim ku, ew doza kurê min pê şehîd ket mîna teneyên wan hinaran belav dibin.
Jêrenot: Di vê çîrokê de buyera ku kur li ber çavên bav dişewitînin û ji wê rojê bi vir ve bav bêdeng e rast e û bûyî ye. Yên mayî xeyalî ne. (N. A.)