1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. DESTAN MÎTOLOJÎ Û DÎROK
DESTAN MÎTOLOJÎ Û DÎROK,destan,mîtolojî,û,dîrok

DESTAN MÎTOLOJÎ Û DÎROK

A+ A-

Sîdar Jîr

Ji destpêka mirovahiyê heta roja me, mirovan pêdivî bi xwevegotinê dîtine. Di her dem û serdemê de ev vegotin bi awayekî cuda pêk hatiye. Bi wêneyan, bi sembol û remzên cuda bi devkî, bi nivîskî û hwd… Mirovan heyranî û matmayînên xwe yên li hemberî sirûşt û bûyerên xwezayî tim bi mîtolojiyê, çîrçîrok û destanan vegotine.

Di nava vegotina bi vî rengî de mîtolojî cihekî xwe yê sereke heye. Ji ber ku mirovan di serdema pêşîn de, çi dema ku xwe negihandine kakila têgihîştina bûyerên xwezayê û fêm nekirine ku çi çawa qewimiye û bi kûrahî sedem û encam ji hev dernexistine, berê xwe dane çîrokên mîtolojîk. Di nava serdemên vegotinê de serdemeke xwezayî ku wekî serdema destanan tê binavkirin derketiye holê. Mîtolojî jî di vê serdema destanan de derdikeve pêşberî me. Zanista îro, mîtolojiyê wisa vedibêje; ji ber ku di civakên serdema destpêkê de têgihîştineke durist û zanyarî ya ji bûyerên xwezayî nîn bûye mirovên wê demê der barê wan bûyeran de çîrokên awarte, fantastîk û di civakê de bûne xwedî payeyeke bilind afirandine û wateyeke mîtolojîk li wan hatiye barkirin.

Ev jî jixwe berhemên xeyalî ne. Piştî ku di vê serdema destanan de mîtolojî hatine afirandin, êdî tesîreke berovajî jî çêdibe ku mîtolojî tesîrê li destanan dikin. Ji ber ku bingeha nivîs û vegotinê mirov e, di berhemên bi vî rengî de, yên kîjan civak û neteweyê be, bi awayê fizîkî çiqasî ji hev dûr bin jî di encamê de, gelek hêmayên ku zêde dişibin hev hene. Jixwe her netewe ji bo ku dîrok û rabirdûya xwe bixemilîne û bi awayekî xweştir vebêje serî li destanan dide û destan jî bi saya mîtên ku hatine afirandin û zindî ne pêk hatine.

Di xwevegotina hemû milet û civakan de hêmayên gelekî nêzî hev hene. Ev yek jî dide diyarkirin ku xwesteka têgihîştina ji sirûşt û bûyerên xwezayî ya mirovên serdema pêşîn kiriye ku vê xwestekê bi riya destan û mîtolojiyê pêk bînin. Di mîtolojiya kurdan de jî di wê serdemê de lehengên mîtolojîk ên wekî Şahmaran, Dehaq û Kawa ku xwedî taybetiyên gelekî zêde balkêş in wekî mînak li ber çav in. Di mîtolojî û destanên her milet û civakê de nêzîkbûnek heye. Wekî mînak di mîtolojiya yewnanan de Herkul û di ya kurdan de Ristemê Zal; her du jî xwedî taybetî û hêzeke gelekî xurt û awarte ne. Her du jî leheng in û heta roja îro tesîr li civakan kirine.

Di jiyana îro de yan jî di cîhana îro de jî bi heman awayî şibandin heye. Çîrok û destana Stalîngradê û çîrok û destana berxwedana Kobanê jî bi heman şêweyê dişibin hev. Di her du destanan de leheng jî gelekî dişibin hev ku bingeha her duyan jî mirov û mirovahî ye. Jixwe çavkaniya sereke ya destanan efsane ne û çavkaniya efsaneyan jî bûyerên dîrokî û xwezayî ne. Di nava vegotinê de jî mîtolojiyên ku hatine afirandin dibin lehengên wan destanan û serboriya fantastîk an jî dîrokî ya civakan vedibêjin. Xaleke din a balkêş jî ew e ku efsane û destanên neteweyekê çiqasî bi zexmî li ser xakekê hatibe honandin, dîroka wê civakê yan jî neteweyê ewqasî kûr e li ser wê erdnîgariyê. Mîtolojî û lehengên wan jî li gorî wê zexmiyê tesîrê li hemû dîrokê dikin.

Azadiya Welat


Gotinên miftehî :