1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Desthilatdariya tirk, AKP û HDP
Desthilatdariya tirk, AKP û HDP,desthilatdariya,tirk,akp,û,hdp

Desthilatdariya tirk, AKP û HDP

A+ A-

Wekî hemû desthilatdariyan, desthilatdariya dewleta tirk jî li ser xwîn, xwêdan, hêstir bermayî û kavilên gelên din hatiye avakirin. Desthilatdariya tirkan ji serdema Împaratoriya Osmaniyan ta avakirina Komara Tirkiyeyê û heya îroj, bûye yek ji desthilatdariyên herî erjeng, hov, dirinde, barbar, derewkar. Di rengê hovîtî û dek û dolabên wan de, heya niha Cengiz Xan û nebiyê wî Hulogo tê zanîn lê ew jî li ber tirkan şolî mane. Dîsa Hîtler tê zanîn, lê ew bi xwe jî di barbariyê de “mamostetiya” tirkan dipejirîne.

Karakterek desthilatdariyê jî ew e; bi rê û dirbên dermirovahî gelên li bin destê xwe bêkesayet dikin, wan ji hemû rastiya wan a ku li ser ava bûne, şîn bûne û lixwexistine, bi dûr dixin. Vîna wan dişkênin ku careka din nikaribin li dijî wan derbikevin, desthilatdariya wan bipejirînin û bibine xizmetkarên baş ên wê desthilatdariyê. Ji bo şikandina vîna gelên blindest jî, pêşî êrîşê nirx û rûmetên wan dikin, pê dilîzin û digemirînin.

Niha dema mirov li vê karaktera desthilatdariyê dinihêre, beriya hemû desthilatdaran, tirk têne bîra mirov. Lewra ji wan zêdetir, kûrtir, berfirehtir û dewlemendtir tu desthilatdariyeka din van hovîtiyan pêk neaniye. Dijberî wê, ew bûne mînak ji desthilatdariyên din re jî. Bi sedan mînakên berçav û erjeng ên sextekarî, derew û hovîtiyên wan, ji dema Şerê Melazgirê ta îroj dikare bê dayîn bê guman.

Îcar dema ev rastiyek e, wê demê bi raya min derbarê AKPê û Erdogan de şaşiyek tê kirin. Lewra hemû qirêjî û barbarî li AKPê têne barkirin û têgihiştineka şaş, mina hemû tiştên xirab ji wan dest pê kiribe, bi pêş dikeve. Ev jî dibe sedema jibîrkirin, an nedîtina rastiya dewlet û desthilatdariyên tirk.

AKP, encama tecrûbe û barbariya Osmaniyan e. Her wiha encama tecrûbe û barbariyên hemû damezrêner, rêveber û desthilatdarên serdema Komara Tirkiyeyê ye. Ew zarok, şopîner û nûnerên derew, dek, dolab û hovîtiya van hemû sal û serdemên gemar e. Ev rastî dema bê jibîrkirin û paşguhkirin, dê şaşiyên grîng jî pêre bêne kirin. Tu partî, sazî û dezgehên sîstemê nabin û nikare bibine tiştekî din, ji domandina vê dewleta barbar pê ve ku ew bi xwe jî berhemên wê ne û di rengê wê de ne. Loma jî hebûn û berdewamiya wan bi xwe jî, bi ya vê sîstema hov ve girêdayî ye.

DAÎŞ bi xwe jî, encam û şopînerê vê barbariya ji desthilatdariya tirkan derbûyî ye. Tu hovîtî û barbariyên li herêmê û pirê caran li gelek deverên din ên cîhanê rû didin jî , ne ji der û dûrî vê rastiyê ne.

HDP jî û hemû siyasetmedarên îroj di nav de ne jî, encam û berhemên berxwedan û têkoşîna dûvedirêj a bê hempa ya li dijî vê hovîtiya kesanedîtî ne. Her wiha encamên felsefeyeka jîyanê ne ku îroj rûmeta gelê kurd li çar aliyê cîhanê, li ser mile şopîner û têkoşerên wê felsefeyê bilind dibe. Ango berhemên tiştên herî pîroz û mirovî ne. Loma jî ne ecêb e ku li gel hin şaşiyan jî, bi xwe jî xweşik in û tiştên xweşik dikin û dê hîn gelek tiştên xweşik jî bikin. Bi tenê, divê, kan û zemîna başî û xirabiyan ku li ser şîn bûne, neyê jibîrkirin ku karên rasttir û xweşiktir bêne kirin.

Mahabad Felat Arda 2015-06-24 [email protected]


Gotinên miftehî :