Desthilatdarî biratiyê jî nas nake
Di karakterê desthilatdariyê de parvekirin, eger ne di xizmeta wê de be, biratî, dostanî, netewayetî, nasname, bawerî, demokrasî, pêşxistin û parastina mafên rewa yên deng û rengên ji derveyê xwe, tehamul, manewiyat, nirx û rûmetên civakî û mirovahî tuneye. Ango ev hemi dema ji bo wê, di rengê wê de û di xizmeta wê de bin hene. Lewra her desthilatdarî ji bo berjewendî û berdewamiya xwe heye û her kes û her tişt ji bo vê heye, ango dive ji bo vê hebe.
Desthilatdarî, bi temamî bi tiştên madî ve girêdayî ye, li ser wan şîn û bilind dibe, bi pêş dikeve û dikare xwe bijîne. Di serî de manewiyat, nirx û rûmetên civakî û mirovahî û hemû tiştên din ji bo desthilatdariyê amûr in û demokrasî jî di serdema ku em tê de ne, rûpoşa wan a herî grîng e.
Tu tiştek di destê desthilatdariyê de mina xwe namîne, ango ji rastî, xweza û naveroka xwe bi dûr dikeve. Lewra her tişt bi rastiya xwe heye û dema dikeve nav pencên desthilatdariyê êdî dikare bi tenê di tişt bibe; yan tune bibe, yan jî ji rastiya xwe bi dûr bikeve û bibe amûreka xizmetê ji bo desthilatdariyê. Loma jî, her kes, sazî, dezgeh, rêxistin, partî û organîzasyonên ku li dijî vê rastiyê li ber xwe didin û dixwazin bi rastiya xwe û bi azadî bijîn, metirsî û astengiya herî mezin in li pêş desthilatdariyê û teqez divê veguhezin an jî tune bibin.
Hemû desthilatdarî makîavelîst in. Her tişt, dema ji bo wan hebe xwedî wateyek e, an na bêwate ye û ji bo jiholêrakirina wan her rê û rêbaz rewa û rast e. Pîvan û prensîbên gerdûnî û mirovahî tunene. Ango desthilatdarî û ev têgîn bi temamî dijberî hev in.
Ev rastiya desthilatdariyê ji aliyê hin derdorên ku bi serbixwebûn û demokratbûna xwe şanaz in ve an nayê dîtin, an nayê zanîn, an tê zanîn lê kurtêlên desthilatdariyê şîrîntir tên, an tê zanîn lê tirsa desthilatdariyê serdesttir û jixwedayîn jî girantir tê. Sedem çi dibe bila bibe û ev derdor çi navî li xwe dikin bila bikin, lê di rastiya xwe de ew jî di destên desthilatdaran de bi tenê amûr in.
Dewleta tirk ji doh ve bi balefiran û obusan êrîşê Herêmên Parastina Medyayê dike. Li gor agahiyên ku heya niha belav bûne, êrîş pir giran û berfireh in. Dîsa li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan welatparêz bi rengekî hovane hatine girtin û li gor daxuyaniyên berpirsên dewleta tirk, ev êrîş û operasyonên girtinê de bidomin. Bi kurtayî rewş ne xweş e û dewleta tirk bi wêrekî û manîpulekirina peymana dawî ya bi DYAyê re û di bin têkoşîna li dij DAÎŞê de, êrîşê gelê kurd dike. Tişta ku xwest bi destê DAÎŞê bike û bi ser neket, dixwaze hêzên cîhanê jî bide pişt xwe û bi ser bixe. Ji destpêkê ve yek armanceka bi tenê ya dewleta tirk hebûye û heye, têkbirina têkoşîna rizgariya gelê kurd û kuştina dînamîzm û hemû dînamîkên civaka kurd. Vê yekê, ji bo desthilatdariya xwe wekî sedema man û nemanê dibîne ku di rastiyê de ne neheq e jî. Lewra hebûna kurd dê bibe tunebûna desthilatdariya dewleta tirk û hemû şax û baxên wê.
Di rewşekî wiha de ku hîn ev êrîş berdewam in û hîn jî ne diyar e çend ciwanên kurd şehîd bûne, çend kurdên sivîl birîndar in, çend gund û zevî wêran bûne, Serokwezîrê Tirkiyeyê, koordînatorê navbera Dewleta Tirk û DAÎŞê Davutoglu bi telephone bi Mesûd Barzanî re saetekê diaxive. Barzanî di vê axaftinê de ji Davutoglu re wiha dibêje: “Tirkiye di operasyonên li dijî DAÎŞê û yên li dijî PKKê de mafdar e. Em di van operasyonan de bi Tirkiyeyê re ne û di nav hevkariyê de ne.”
Daxuyaniya Mesûd Barzanî, di rastiya xwe de tiştekî ecêb nine. Loma jî dive mirov şaş nemîne û hêviya tiştekî din jî neke. Lewra ne vê care, lê malbata Barzaniyan ku di bin navê PDKê de bi rêxistin bûye, gelek caran aşkere daye xuyakirin ku, ew ji wê rastî û nexweşîna desthilatdariya ku li jor hatiye ravekirin, bi dûr nînin û heta êdî ew bi xwe ne. Loma jî, gazin û lome ne di cî de ne.
Her kes û her tişt li gor rastiya xwe tevdigere û diçe ser rastiya xwe. Ji derveyê vê rastiya jîyanê, tevger û gotinên bi hestyarî, sedemên şaşiyên mezintir in.
Mahabad Felat Arda 2015-07-25 [email protected]