Destpêka dawiyê
Rewşa Başûrê Kurdistanê ji her demê zêdetir aloz, bi krîz û krîtîk e. Partiyên desthilatdar ji her demê zêdetir destên xwe xistine qirika gel. Dewlemendiyên sererd û binerd yên welat pêşkeşî şîrketên navneteweyî kirine û ev dewlemendî tên talankirin.
Kî bawer dike ku erdekî bi xweza û dewlemendiyên sererd û binerd ku bûye herêma balkêş ji bo hemû cihanê, lê gel ji wan dewlemendiyan bêpar e. Salek zêdetir dibe ku parlemanto ji aliyê PDK’ê ve hatiye felçkirin, piştî ku serokê parlamentoyê û wezîrên Gorranê bi fermaneke hizbî hatin avêtin.
Tevî ku zêdetirî saleke meaşên karmendan nayên dayîn, lê herî dawî biryar hat dayîn ku wezareta sermiyanên xwezayî nema gazê dide civakê û her kes divê bi derfetên xwe, ji xwe re vê pêdiviyê temîn bike. Lê kêşmekêşên rojên dawiyê di navbera PDK û YNK’ê li ser bîrên petrolê yên Bay Hesen û Avana li Kerkûkê vê tabloyê zelaltir nîşan da. Dema şerê DAIŞ‘ê li Kerkûkê PDK’ê firset dîtiye û wan bîran bi hêza çekdarî dagirkiriye. Ew bîrên petrolê di bajarêkî de ne ku di 50 salên dawiyê de timî xalên nakok navbera navenda Îraqê û Kurdan de bûne.
Lê niha piranî bajar û çavkaniyên petrolê di destê Kurdan bi xwe de ne, lê li ser destê wan tê talankirin û ji bo berjewendiyên taybet tên bikaranîn. Herêma Başûrê Kurdistanê fiîlî bûye du rêveberî Duhok û Hewlêr di destê PDK’ê, Silêmanî û derdora wê jî di destê YNK’ê de ne. Lê PDK her çawa meqamê serokayetiya herêmê, hikûmet, saziya asayîşê ya herêmê bi darê zorê û ji bo malbata Barzanî dagir kiriye, dixwaze Kerkûk û niqaşên li ser rizgarkirina Musilê jî bi heman zihniyetê bi rê ve bibe.
Ji bo her kesî zelal e ku mesele nebûyîne pere nîne ku nikarin meaşê bi sedan hezar karmend û xebatkaran bidin lê partiyên xwedî hêzên çekdar bi zora çekan çavkaniyên aborî û petrolê dagir kirine; bi vê pereyê jî medyayeke derewkar ji bo nixûmandina vê talaniyê û mafyageriyê xistine dewrê. Gel jî bê çare tenê li wan temaşa dike û para wan ji bilî dûmana bîrên petrolê, tiştek din nîne.
Gel di rewşa xwe ya herî bi hêrs û ne birêxistin de ye, ji hev ketiye, birçîbûn, koçberî û nebûyîne xizmeta herî biçûk ya ji rêzê felç bûye. Başûr bi vê halê xwe vegeriya rojên destpêkê ya serhildana 1991’ê, lê herî kêm di dema serhildanê de gel hêviya wî bi pêşerojeke baştir hebû. Niha ne tenê gel ji wan rêxistin û partiyan bêhêvî bûye. Lê bi exlaqê herî xwezayî ya civakê lîstin û civakê parçe kirin. Beşeke mezin ji civakê jiyaneke trajîk û bê moral û bê hêvî dijî, amade ne ji bo nanê rojane her tiştê bikin. Beşeke kêm jî li dora wan partiyên talanker kom bûne û dizî û talaniyên wan pîne dikin. Ji wan hemûyan jî pêkenoktir PDK qala referandûm û avabûna dewleta Kurdî dike.
Li ser vê rewşa trajîk a Başûrê Kurdistanê ku mîna şanoyeke perdeya dawî tê lîstin tiştekê nemaye, neyê gotin. Eger tiştekê mabe were gotin û kirin, divê hîna zêdetir perde li ser îflasa vê modela kurdayetiyê ya bermahiya sedsala 20’î were çirandin. Modela ku ji bilî xiyaneta siyasî, talana aborî û rizandina civakî tiştek din jê şîn nebûye. Modela kurdayetiyeke ku bi her tişteke gel lîst, exlaq, wîjdan, rûmet û kerametê gel ji bo pere û berjewendiyên xwe xistin bin piyan û pêşkeşî dagirkeran kirin. Bi rastî ev gel vê rewşê heq nekiriye, hîna jî pêşmerge di kêleka gerîla rexmê vê rewşa kambax, çeperên parastina gel bernedaye. Lê beşeke mezin ji pêşmergeyan naxwazin hêz û çekên wan ji bo parastina bîrên petrolê yan wan hêzan werin bikaranîn.
Ev rewş ne tenê sûcê PDK’ê û YNK’ê ye, lê bi qasî wan sûcên yên ku îdiaya muhalefetê dikin, yên lingekî wan li cem PDK‘ê û yekê din jî bi devkî li cem gel e. Hem dixwazin ji wan talaniyan para wan hebe û rewayî didin vê bê edaletiyê û hem jî qaşo dixwazin li kêleka gel bin. Her roj daxuyanî didin û hejmar û amarên diziyê yên PDK’ê belav dikin. Divê mirov ji wan bipirsê, hûn wan tiştan çima dikin? Eger nikarin bi zelalî li hemberî desthilatdariyê helwestekê nîşan bidin? Ji ber wê, gel di rewşa feweran de ye. Gel di çarçoveya rêxistin û desteyên cuda de xwe bi rêxistin dike. Yê zelal ew e ku herçi heya felç û mîna aşîta berfê di rewşa hilweşînê û rûxanê de ne, lê asoyên rewşeke nû jî diyar nîne.
Gel li Başûrê Kurdistanê tevî ku bê rêstin heya 27’ê meha Cotmehê dem daye “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ji bo ku pirsgirêkên heyî û kirîzên ku li ser hev kombûyî çareser bikin û bersiva daxwaziyên gel bidin, lê weke tava rojê diyar dibe ku piştî 27’ê mehê jî wê tiştekî van partiyan neyên guhertin. Wan partiyan weke ku alî gel de jî tiştek pir cuda neyê kirin, tev digerin. Heta henekê xwe bi gel dikin. Dibêjin: “Wê çalakî ji sînorê Silêmanî derbas neke, em meaşekê bidin wan yekser dev ji çalakiyan berdidin” Lê wer xuya dike ku zêde zanabûna wan partiyan ya dîrokî nîne û ders ji ketina dîktatoran dernexistine.
Ev gotar di 20.09.2016'an de di rojnameya Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin.