Destpêka Dîrokekê: Şivanê Kurmanca
Berhemên wêjeyî belgeyên zindî yên dîrokî ne… Hin berhem jê bi awayên xwe yên hunerî, hinek jê ji ber serdemên xwe yên krîtîk û hin jê jî ji ber rewşa xwe ya “dîrokî” dibin belgeyên dîrokî.
Wekî ku di berhemên wêjeyî û hunerî yên hemû civakan de ev yek, yanî berhemên wan civakan dibin belgeyên zindî yên dîrokî, bêguman di ya me Kurdan de jî rewş heman rewş e.
Di wêjeya me de, yek ji berhemên ku di dîroka gel û ya wêjeya Kurdî de xwedî ciyekî gelekî girîng e, berhema Erebê Şemo, romana wî ya bi navê “Şivanê Kurmnca”(1935) ye. Şivanê Kurmanca bi du awayên dîrokî ye. Ya pêşîn ji ber ku romana yekem a Kurdî ye û aliyê duyem ê dîrokîbûna wê belgeya zindîbûnê ya giştî ye.
Roman di nava çeşnên wêjeyê de yê herî nêzî dîrokê ye ji ber ku ji rewşa civakî û polîtîk ve rasterast aleqedar e. Romana “Şivanê Kurmanca” jî encama bablîsokeke ku li civaka Kurdan rabûye nîşanî me dide. Di ser otobiyografiya xwe re, ku Erebê Şemo di Şivanê Kurmanca de vegotiye, me bi wê taybetiya romanê dihesîne ku roman çeşnê sereke yê hunerî ye ku mirov beriya her tiştî wekî bûnewrekî civakî û dîrokî derdixe pêş.
Şivanê Kurmanca hem wekî romana sereke ya Kurdî û hem jî wekî romana otobiyografîk a pêşîn xwedî taybetiya dîrokî ye.
Her wekî ku roman xwedî wê taybetiyê ye ku baweriyên vikî vala û bandor û hewldana wan baweriyan ji felsefe û hunerê derxîne û di şûna wan de rastiyê û êqil bi cî bike û bi vê taybetiya xwe jî berhemeke veguherîna û vejîna çandî ye. ji ber vê jî bi awayekî xurt bi pêşveçûna civakan û bi awayekî dîtir jî bi dîrokê ve girêdayî ye. “Şivanê Kurmanca” jî ev rastî û ev dîrok e.
Don Quijote a Cervantes ji bo Spaniyan û ji bo Cîhanê çi be “Şivanê Kurmanca” ji bo Kurdan ew e, Madame Bovary a Gustave Flaubert ji bo Fransewî û ji bo Cîhanê çi be, Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo jî ji bo Kurdan ew e.
Bêguman her berhemek xwedî ciyekî girîng e. Lê romana Kurdî ku bi Erebê Şemo û Şivanê Kurmnca dest pê dike, dihêle ku em bi Şivanê Kurmnca re xwe bigihînin rewşa Kurdên Sovyetê, bêzarî û bêkesiya Kurdan a wê serdemê.
Di Şivanê Kurmanca de Erebê Şemo xwe kodên civaka xwe yên resen bikar aniye. Ji axa bav û kalê xwe dûr, li weltekî sosyalîst û hemû zehmetiyên jiyanê vegotiye.
Ji aliyê din ve jî roman, ji ber ku nêzî dîrok û polîtîkayên civakî ne yek ji amûrên avakirina civakan e. Lewma jî amûrê ku Erebê Şemo bi romana Şivanê Kurmanca daye civaka xwe pergala sosyalîst e ku ew bi xwe di hevpeyvîneke xwe de dibêje, min ew roman bi fikreke sosayalîst û bi çavekî realîst ew berhem afirandiye.
Jixwe di ser vegotina jiyana xwe re, jiyana Kurdên Qers û Qefqasê vedibêje û vegotğina wî jî mîna belegenameyeke dîrokî ya derbarê jiyana Kurdan de ye.
Xaleke din a girîng jî di Şivanê Kurmancan de ziman bêguman zimanê rojane yê gel ê herêma Serhedê ye.
Şivanê Kurmanca hê jî mirêkek e ku romana Kurdî ji xwe re ji gelek awayan sûde jê werbigire. Ji ber ku belgeyeke dîrokî ye di mista romana me ya îro de.
23.06.2014 Azadiya Welat