Destpêka Pirsgirêka Ermenî û Kurdan
Piştî lawazbûna Dewleta Îranî û Împaratoriya Osmaniyan, li rojhilatê Ûris hêdî hêdî xurt dibû û jibo gelên xristiyanên Dewleta Osmanî dibû hêviyek mezin. Şerê Ûris û Îraniyan ku di sala 1826’an de qewimî, bi ya min despêka pirsgrêka Ermênî ye.
Di vî şerî de bi qasî 7.000 leşkerên Ermenî li pişta Ûris radibin û di têkçûna îraniyan de rol dileyîzin. ( Gava Napolyon di sala 1798’an da Misir dagir kiribû birekê ji ermeniyan kiribû nav artêşa xwe. Ev yekîne ji ermeniyên Memlûkî pêkhatibû. Ji ber ku ev Ermeniyên Memlûkî dûrî tixûbên osamaniyan bûn tesîrek neyînî li ser ermeniyên Osmanî nekir.Ev hevkarî despêka hevkariya ermeniyan a bi gelên xirîstiyan re ye û ji vir pê ve ev rewş ta roja îroyîn didome) Bi morkirina “Peymana Tirkmeçayê”, derdorên Rewanê û yek ji navendên Olî yên Ermenîyan; Eçîmiyazîn dikeve nav olkê(ax, erd) Ûris. Ji Urumiyê nêzî 35.000 Ermenî koçî vê herêmê dikin. Ji wê rojê pê ve digel ku gelek caran Ûris li Ermeniyan bêbexti kiribin jî, tifaqa wan heta roja îro didome û Ermenî di heman şerên bi Osmaniyan re, bi Ûris re tevdigerin. Di sala 1828’an de şerê Yewnanî û Osmaniyan dertê. Ûris firsenda xwe tê de dibîne û dajo ser Osmaniyan û ji kelên derdora Derya Hezarê bigre heta Erziromê dagir dike. Di encama peymannameya Edirneyê de (1829)cara yekem “Çemê Erez” wekî sînor tê destnîşankirin. Ji vê rojê pê ve Ûris doza kafkasyayek xirîstiyan, Osmanî jî serhedek misilman dajo. Kafkasya dibe erdê Ûris û ew bi mîlyonan misilmanên xizan û belengaz bi darê zorê nefiyê herêma Serhedê dikin . Piştî Peymana Edîrneyê, Ûris ji serhedê dikişe û derbasî aliyê (şeq, rex) din ê Çemê Erez dibe. Bi giranî, ji Erziromê û ji Êleşgirê li dora 100.000 Ermenî ji tirsa, bi teşwîqa Osmaniyan û Ûrisan didin pey leşkerê ûris û li Rewanê, li Qerebaxê û li Sewanê bi cih û war dibin. (H.F. B. Lynch, Armenia: Travels and Studies. Beyrut, Khayats Reprint, 1965, c. I. Asdennadjian , rûpel: 308-310) Tişta herî balkêş ew e ku; ta vê demê, Rewan jî tê de, li ser axa ku lîro lê Ermenîstan hatiye avakirin, bi gelemperî Kurd û gelên din ên misilman dijiyan û ev herêm tu car wek welatê Ermeniyan nedihat hesibandin. Rojhilata Anatoliyê, bi taybetî Herêma Serhedê serobino bibû… Gelên kafkasî yên misilman û eşîrên kurdan gund û bajarên xalî şên dikirin. Ermeniyên mayî û van şênî yên nû, di heman şerên Ûris û Osmaniyan de rika xwe dikutan hev û du. Bi taybetî gelek eşîrên kurd ên koçer li şûna Ermeniyan hatibûn bicihkirin û Osmaniyan ewana li hemberî Ûris û Ermeniyan wekî mertal bikardanîn. Li aliyê din, rewşa gelên xristiyan jî ji vê ne cudatir bû. Ew, bi taybetî jî Ermenî, li pişta Ûris bûn û azadî û serfiraziya xwe di rêhevaltiya bi Ûris re didîtin. Raffî, di Rojnameya “Mşag”ê de (ev rojname di sala 1872’an de li Tiflîsê dest bi weşanê dike) dibêje; “çareseriya pirsgirêka erermenî, bi hevkariya ûris û ermeniyan a li hemberî tirkan mimkûn e.” Bi kurtasî li vir cihan bibû du bend; Li alîkî. Osmanî û alîgirên wî, li aliyê din ; ûris û rêhevalên wî! Rewş gihîştibû astek wusa xedar ku piştgirên van hêzên mezin; Ermenî, Gurcî, Tirk, Kurd û Çerkes, êdî bi fermanên efendiyên xwe, hev û du qir dikirin. Piraniya kafkassyayê, pîştî têkçûna Şêx Şamîl ji misilmanan hate şuştin (1859). Bi sed hezaran Çeçen,Çerkez , Abhaza, li ser axa xwe ji hêla Xrîstiyanan ve bi awayek pir hovane an hatin kuştin an jî ber bi welatên cur bi cur ve hatin miştexîkirin.. Di vî warî de rewşenbîrê ûris “Tolstoy” jî şahedî dike û wiha dibêje: “yekîneyek ji artêşa Ûris êriş bir ser gundê Tuba ya di ber Ava Subaşî de ye û şêniyên wî Abadzekhî yên milekî ji eşîrên Çerkezan e .Ûris tevahiya gundiyan dîl girtin û kuştin. Di nava kuştiyan de du jin ên zikê wan li ber devên wan, ducanî û pênc jî zarok hebûn. Ev yekîne girêdayî artêşa Kont Evdokîmof e û di Geliyê Pshişê re dikişe û kîjan gund li ber dikeve vala dike, Şêniyên wan bi darê zorê an ber bi Tirkiye yê ve an ber bi deyşta Kubanê ve dişîne” Yên xilas bibûn jî her tiştê xwe di cih de dihîştin û bi kırasê canên xwe tenê, xwe davêtin cem brayê xwe yên misilman û diketin ber bextê wan. Ew birayên wan ên rovî, ji bo ewlehiya xwe, wana li ser tixûbê ûris, an ji bo qirkirina ermeniyan di gundê Ermeniyan ên bi nîvî valabûyî, an jî li tenişta gundê “Ermenîyên dilxwazên Ûris” bi cih dikirin û jibo tolhildanê firsenda dawiyê didan wan. Halbûkî wê demê Misilmanan bi tevahî baş dizanibûn ku; Ermenî hevalbendên ûris in, ûris û ermenî bi hev re neyarên misilmanan in ! (bnr; Foreign Office, Belgehên wezareta karên derve yê îgilîz, 195-562, No. 37, J. I. A. Simmons 16/11/ 1857 “Rapora li ser rewşa siyasî û Aborîya Tixûbên Tirkiya li Asyayê) Evdirehman Bedirxan di Hejmara 15’an a Kurdistanê de Tirsa ji Ûris wiha dinivîse; “…Lakîn çikû Rûsyayê zeîftiya me dizane. Un dizanin Rûsyayê çi Çerkesa kir, un dizanin çi Efxanistanê kir; de vêca rêz hatiye Kurdistanê.” Bedirxanî jî Rûsyayê û Ûris, ji bo kurd û Kurdistanê talûka herî mezin nîşan didan. Miqdat Mîdhet Bedirxan di hejmara 2 yemîn a “Rojnameya Kurdisran”de weha dinivîsîne; “Xwdê neke, hekî dişminê we Moskof hucûmê wetenê we bike, ûnên çawa şerî wî defî bikin? Moskof xweyî top û tifingên ecêb e,cihên mirov wek teyradixuyî, gule û berîkên xwe digihîne wan dera; topên wên ecêb hene, dikare pê wan topan çiya hilweşîne” Kurd xwe wek parêzwanên hemû misilmanên di nava Împaratoriya Osmaniyan de dihesibandin û li wan xwedîtî dikirin. Xwendewanek bi navê “ji eşrafên Diyarbekirê Ş.M di hejmara 13emîna Rojnameya Kurdistanê de vê nêrînê weha lêdike: “Vê misilman hemî bizanibin ku, weki Kurmanc ne li milê Kurdistanê bîna, heta Moskof hatî Anadol zebt kiribî; wê hingê Misilmaniya Anadolê, halê Tirka wê yekcar xirab bibîya” Di vê rewşa dijwar û bê ewle de, ermenî wek “dilxwaz û alîgirên Ûris” bi awayek dorpêçkirî di nav misilmanan de dijiyan. Serde jî “Ermeniyên li derveyî İmparatoriya Osmaniyan û alîgirên wan” doza Ermenîstanek ewqas mezin dikirin ku ev dewleta bi dilê wan tevahiya Kurdistanê, nîvê Anatoliya Navîn; Edene, Mereş jî tê de, gelek bajarên din ên împaratoriyê jî dida ber xwe! Evdirehman Bedirxan li ser vê mijarê di hejmara 7’an a Kurdistanê de wiha dinivîse: “Dewletên mezin hemî divên Kurdistanê bidin Ermeniya. Xunkarê me jî (Evdilhemîd re nabêje hûnkar, navê xunkar lêdike)qet fenakire Kurda û hemarehetiya xwe digere”