Destên Newrozê
Ji destên te, bi ser kevirên rastiya rehagir de, pêl bi pêl, wate bi wate, sîber bi sîber, qeder bi qeder, êzing bi êzing; bîna şewatê har dibe, gur dibe, diherike û kulîlkên kenê te jî di neynikên xwîna min de rengvedidin, dengvedidin, dest bi girî dikin û di himbêza şevistanan de, haş dibin, dixilxilin, xilmaş dibin û di dergûşên axê de lorîkên birîndar vedixwin.
Destên te di xwîna aşiqan de digevizîn û di bin serê pêximberan de ditevizîn, ji ronahiyê hez dikirin, ji mirinê didexisîn, bi balindeyan re ber bi asoyên azadiyê ve difiriyan û rondikên hesretê ji ser hinarkên Torosan zuha dikirin.
Destên te..,
di westana Amûdê de, bi hilatina rojê re dilîlandin,
kavilên xewnê bi ser hinasa Amedê de diçemandin,
pencereyên kesk ên Botanê ji êşa dirinde direvandin,
barana bêrîkirinan bi ser tembînameyên şehîdan de dibarandin,
pasvanên berbangê ji awirên Kurdistanê ditirsandin,
şîniyên Qamişlokê li kuçe û kolanên Mehabadê digerandin,
bi hezaran maç û xatirxwestin ji lêvên Helepçeyê direvandin,
destên te keservedan in
destên te ceng û halan in
destên te destpêk û dawiya çiyan in
destên te yên di êgir de xweşiktirîn dîlan in.
Ji destên te yên birçî, siwarên nasnameya sergerdan ber bi buharê ve diherikin, xweşmêrên dûmana te,
şagirdên gulvedana te,
pirtûkên bîra te ya talanbûyî,
xetîreyên xewna te yên ji bendemana dayikan,
ez
û
rûpelên xwe jî
di nav destên te de diqermiçin,
Di nav tiliyên te de
helbestên poşmaniyê
ji darbestên xwe re dibêjin.