Dewşanê Ruhê Gel e…
Feratê DENGIZÎ
Dewşan, çavdêriya şoreşê; Şoreşa Kobanê. Wek ku tê zanîn Dewşan gundekî Pirsûsê yê, li ber sînor e û Rojhilatê Kobanê çavdêrî dike. Pir nêzîkî sînor e. Em nobedar jî, nobedarên ser sînor bi qasî 200 mt.yî nêzîkî sînor in. Rojhilatê Kobanê û Girê Miştenûr ji me ve xweş xuyaye. Girseya Mêrdînê û hin bajarên Anatoliyê li vira nobetê digirin û jiyana xwe ya rojane bi bernameyekê bi rêxistin kirine. Me jî çend caran nobet girt ku girse ber bi sînor ve neçe ku rewşeke xetere dernekeve. Dewşanê Tevgera Gel, Kobanê Şoreşa Gel e.
Gava ku min rewşa heyî dida ber çavan, hişê min diherikî pirtûkên ku min/me li ser şoreşê, li ser şoreşa gel dixwendin. Mînakên Şoreşa Parîsê ya Sovyet, Çîn û Wîetnamê û herwiha di xeyalên min de nîgar dibûn. Dilê me wan dema dihebiya wan, dîsa bi rêzdarî bibîrtînim lê niha jî hinek qalemşorên betilî yan jî yên li ser doşeka xwe bi gotin û xwedêgiravî teorî û birdoziyên şoreşger jihaldeketî, di nav keftûleftê de ne û şoreşa gel a ber çavên xwe ya/yên şênber nabînin. Mirov dikare bibêje li Kurdistanê di nav van çil salên dawîn de bi dehan şoreşên bêhempa lidarketine. Civaka demokratîk û rewşa jinê ne hewceyî gotinê ye, vaye dinya dibîne, jixwe gelê bindest çiqas rexne hebin jî hosteyê qedera xwe, hosteyê çarenûsa xwe ye. Bi tenê jiyana rojekê ya Dewşenê selimandina vê ye. Bi hezaran mirov dema ku diherikin qadan, li mitîng û Newrozan bêvila mirovekî jî bi xwîn nabe. Berê sê kurd bihatanan cem hev teqez ew ê şer derketana. Ma ne digotin ku “pênc kurd bêne ba hev ew ê şoreş li darbikeve!” Vaye milyon dadikevin qadan û şoreşa kurd/kurdî/kurdistanî zindî ye. Bi rastî ji her çalakiya me kurdan bi serê xwe Tevgera Gel e. Hejaye bi sedan roman bêne nivîsîn. Têra sedsalî mijarên wejê û hunerê têne afirandin; bi tenê jiyana jinên kurdan bes e!
Va di vê meh û nîva dawîn de, ji ber rewşa Kobanê gel bi rêxistinî di nav çi hewldanê de ye tê zanîn û tê dîtin. Li ber çavan e ku gel birêxistine û armanca xwe rast dibîne ku ev hêviya azadiyê ya mezin e. Bila dost û dijmin vêna rast bixwînin, devşorbe û tirşikçiyên ku ji xwarina tirşikê têrnabin jî bila her tiştî êdî rast bibînin û bêwijdaniyan nekin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî gel bi cî bînin…. Vaye rêya yekîtiyê tê afirandin.
Ez bixwe weke şoreşger û demokratekî kevn û nû kêfxweşim ku min ev roj dîtin. Mirin êdî zelqa çivîkê ye. Tew ku hevalekî min î hejayî kevn ji ber êrîş û gaza bimbeyên neyar nereviya, di ciyê xwe de sekinî û têra xwe lêdan xwar, bikêfxweşî tif kir rûyê mêtingeran, ev hejabû her tiştî; ez têm çavên te, ez têm dilê te Kekê Hisên, Daza Hisên, Hembaz Hisên, Zaza Hisên..! Roj ev roj e û êdî jiyan heja ye, mirin xirê zarokan e. Ên ku dizanin azadî çi ye, dilkêf î çavbinûr in mîna nûra Miştenûr…
Belê bi dilrihetî dibêjim ev gel êdî bindestiyê qebûlnake û ew ê bibe pêşîkêşê Şoreşa Sedsala 21’emîn… Bi minetdarî şehîdan bibîrtînim û silavên germ î şoreşgerî ji şervanan re dişînim û dizanim; Dewşanê (û pazdeh gundên dinê jî)Tevgera Gel, Kobanê Şoreşa Gel e.
--------
Dîsa ji malbata Kadrî Bagdu û malbata Azadiya Welat re dibêjim serê we sax be. Serê Gelê Kurd sax be… Ew ê xwîna wî û ya şehîdan tariyê ROHNÎ bike. Hê zêde ROHNAYÎ….