Di cîhanê de gelo çend qatil hene?
Bi hemd bêhemdî, bi tirsonekî an wêrekî her kes qatilekî di hundirê xwe de xwedî dike. Heta kedî dike.
Lê ji ber çi dibe bila bibe dema behsa mirinê û kuştinê tê kirin hem di ruhê mirov de hem jî di kesayetiya mirov de şikestinek çêdibe.
Tu kesek bi serbilindî behsa kuştinê nake.
Min tu carî nedîtiye ku yekî gotiye: Ez li hemberî neyarê xwe sekinîm, heta ku guleyên min qediyan min bera serê wî da.
Tu kes weke Bedrî Yuzbaşî nikare bêje: “Belê min kuşt.” “Dema min kuşt, min tiştek hîs nekir”
Lê Komando Yuzbaşý Mehmet Bedri Aluçluyê di encama mayînekê de birîndar ketî li ser pirsa nivîskara rojnameya Hurriyetê Ayşe
Arman ya : Te çi hîs kir?
Bi rehetî dibêje : “Min tu tişt hîs nekir.”
Bedrî Aluçlu pir hêsan, weke karekî ji rêzê dibêje “min gelek caran ji nêz ve gerîla kuştin û min tiştek hîs nekir.”
Belê gotin, gotinên qatilekî bêbav in.
Mirov çawa yekî dikuje û tiştekî hîs nake.
Bedrî Yuzbaşî nîvê tasika serê wî firiyayî weke kêçek, weke çûkek kuştibe behsa kuştina zarokên kurdan dike.
Lê em bi dengê ku dibêje Halil Uysal teslim be re gelek tiştan his dikin.
Bi her teqînekê re dilê me di devê me re derdikeve.
Û bi her mirineke keç û xortên kurd û tirkan re em du caran dimirin.
Mem Mîrxan