1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Di Kurdî de cotepeyv
Di Kurdî de cotepeyv,Di,Kurdî,de,cotepeyv

Di Kurdî de cotepeyv

A+ A-

Hê jî di vî warî de zelaliyek çênebûye. Gelo çima? Min wê demê bi tenê bi kurmanciya gundê xwe dizanî, lewre jî ez nikarim bibêjim ku ji ber meseleya devokan e.  Min digot, belkî du ziman di nav hev de heliyabin, kurmancî wisa pêk hatibe.

Hîn wê demê bala min ki?andibû ku kurd henekên xwe bi kurmanciya hev dikin. Bo nimûne, gundê Pilê?ê hebû,  me jê re, "Pilê?ê ?orbe mê?ê" digot. Wisa jî me henekên xwe bi kurmanciya wan dikir, belkî wan jî henekên xwe bi kurmanciya me dikir.

Wan peyva "ero" bi kar dianî, pi?tre ez hîn bûm ku "ero" bi dimilkî tê wateya "kero", di xeberdana rojana de her kes jî ji hev re digot, "kero", "kerê" û wan digot, "ero tu çima nehatî?"
 
Kurmanciya gundên de?tê û gundên çiyê ji hev cuda bû.  Ji ber ku diya min ji gundekî çiyê û bavê min ji gundekî de?tê bû, di kurmanciya wan de jî ti?tên ji hev cuda hebûn.  Her wiha  di kurmanciya gundên çiyê de jî cudatî hebûn. Pi?tre ez gihî?tim wê baweriyê ku cudatiya di navbera devokan de ne li gorî gundan li gorî êl û e?îran diyar dibe.
Dema ku ez di înternetê de li ti?tekî têkildarî zimên digeriyam, ez rastî nivîseke bi sernavê "biword" ango cotepeyv hatim, nivîskarê vê lêkolînê ne diyar e. Wê nivîsê ev ti?tên li jorê anîn bîra min.

Berê jî li ser vê mijarê ez rastî çend nivîsan hatibûm, her wiha di axaftina rojane de jî cotepeyvên mîna qir? û qal, dar û ber, erd û zevî, gil û giha, kul û derd, ê? û azar, hi? û aqil, ar û namûs, ked û emeg, cil û berg, mal û milk, cih û war, ?ûn û war, ?în û girî, ken û girî, kevir û kuç, pû? û pelax, dar û devî, teyr û tilûr, çek û sîleh, kend û kosp, çol û çiv û hwd. ber guhên mirov dikevin.

Dema ku mirov bala xwe dide van cotepeyvan, mirov dibîne ku hinek ji wan hem wate ne. Her wekî çek û sîleh, hi? û aqil, bext û miraz, cejn û îd, cih û mekan; ji van peyvan yek bi kurdî ye, ya din jî bi erebî ye. Hin caran dibe ku her du jî bi kurdî bin, her wekî ap û mam, cî û nivîn, rind û qenc. Hinek ji wan wateya wan nêzî hev e; her wekî dar û ber, erd û zevî, dar û devî, bend û ta, ber û baran, ba û bahoz, bisk û kezî, çek û rext, tund û tûj … Hinek dijwate ne her wekî kend û kosp, xwar û jor, ?în û ?ahî, çak û xerab...

Pi?tî lêhûrbûnekê armanc û sedema bikaranîna van cotepeyvan diyar dibe. Kurd dixwazin bi vî awayî wateya peyvê xurt bikin, bi alîkariya du peyvan têgiheke gelemperî bi dest bixin, her wiha dema ku vê yekê hem ji aliyê wateyê ve hem jî ji aliyê denganiyê ve peyvên têkildarî hev dineqînin.

Hemwate:
Kurdan bi du peyvên hemwate, xwestiye wateyê hîn xurt bikin. Her wiha li gorî baweriya min, sedema ku li peyveke kurdî ligel yeke erebî hatiye bikaranîn, bandora perwerdehiya medreseyan e. Ji ber ku di medreseyan de ders bi erebî bûn, lê belê bi kurdî dihatin ?îrovekirin. Gava mirov bala xwe dide pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Nûbara Biçûkan mirov vê yekê bi awayekî zelaltir dibîne. Dema her du peyv jî bi kurdî bin armanc xurtkirina wateyê ye. Her wekî zar û ziman, ap û mam, mak û dayik, zarok û biçûk…

Dijwate:
Bi du peyvên dijwate kurdan xwestiye têgiheke gelemperî bi dest bixin. Bi peyva zû û dereng, dûr û nêzîk, xwar û jor, yar û neyar, xêr û ?er,

Nêzwate:
Bi alîkariya du peyvên nêzwate, kurdan xwestiye têgiheke berfirehtir bi dest bixin. Dema ku em dibêjin dar û ber qesta me têgiheke ji her dukan firehtir e.  Dema ku em dibêjin çol û çiya em qala hemû cihê çolter dikin. Her wiha kevir û kuç, dar û devî, gil û giha jî armanca me bidestxistina têgiheke gelemperî ye.

Hin caran jî du peyvên ne ji aliyê wateyê ve lê belê ji aliyê deng ve nêzî hev in, bi hev re rêzbendekê pêk tînin, li pey hev tên. Ji wan jî dîsa armanc pêkanîna têgiheke gelemperî ye. Her wiha heke di aliyê wateyê de nêzîkiyek hebe jî, dîsa nêzîkbûna denganî jî li ber çavan tê girtin. Ji ber ku aheng denganî peyvê xurt dike.  Her wekî zor û bor, xan û man, ax û ox, bext û text, bêtir û çêtir, deng û reng, car û bar, xêr û bêr, dar û ber….
   Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :