1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Di Kurmancî de qertafên bêjesaz
Di Kurmancî de qertafên bêjesaz,Di,Kurmancî,de,qertafên,bêjesaz

Di Kurmancî de qertafên bêjesaz

A+ A-

Bo nimûne li ser qertafên bêjesaz kêm xebat hatine kirin. Kesên ku li zimanê kurdî xebat kirine, gelek qertaf rêzkirine. Lê belê, li ser bingeha wan û peywira wan nirxandinên têr û tesel nehatine kirin.

Ev qertaf ji du aliyan ve girîng in; yek ji bo destnî?ankirina wateya teqez a bêjeyan. Du ji bo dari?tina bêjeyên nû. Heke rista wan qertafan rast neyê zanîn û destnî?ankirin, mirov nikare bi wan qertafan li gorî pêdiviya civakê bêjeyên nû pêk bîne. Bêjeyên ku mirov pêk bîne, dê ?a? bin.

Zimanê kurdî yê nivîskî di qonexeke girîng re derbas dibe. Her çiqas di nava komeke biçûk de be jî, zimanê kurdî ji nû ve zindî û xurt dibe. Zimanê ku heta niha hebûna xwe li gund û kohistanên Kurdistanê parastiye, îro di kuçe û kolanên bajarên mezin û metrpolan de bi zimanên din re kapê davêje. Bi vê yekê re jî timtêl û cil û bergên folklorîk ji xwe dike, cil û bergên ?aristaniya bajarî li xwe dike. Di vê demê de pêdiviya civakê bi gelek bêjeyên nû heye, li ser vê bingehê jî gelek bêjeyên nû dikevin zimanê me. Hinek bêje ji zimanên biyanî têne wergirtin, lê gelek kes jî naxwazin ji zimanên biyanî, nemaze jî ji zimanê dagirkeran bêjeyan wergirin, ji ber vê yekê jî bêjeyên nû çêdikin.

Li vê derê girîngiya qertafên bêjesaz xwe nî?an dide. Kîjan qertaf ji kîjan cureya peyvan peyveke nû çêdike? Kîjan qertaf çi wateyê dide bêjeyê. Destnî?ankirina van ti?tan gelekî girîng e.

Ji bo vê yekê jî divê em bi awayekî zanistî zimanê xwe û qertafên zimanê xwe analîz bikin. Wate, dema ku xebat li ser qertafekê kir, pêwîst e em hemû bêjeyên ku bi wê qertafê hatine sazandin, derxin holê. Li ser wan mînakan divê em lêkolînê bikin, wan bêjeyan ji gelek aliyan ve analîz bikin ta ku em rist û peywira qertafê derxin holê.

Niha derfetên vê yekê ji berê zêdetir in. Ji ber ku li dibistanê kurdî bi dehan mamoste û bi sedan ?agirt li ser zimanê kurdî xebatê dikin.  Pi?tî heyameke dirêj zimanê kurdî ketiye dibistanan. Li wan dibistanan lêhûrbûneke taybet, genge?iyên berfireh li ser zimanê kurdî pêk tên.

Ez bi xwe hinekî bi vî çavî li dibistanên kurdî dinêrim û waneyên xwe jî bi vê mebestê didim. Armanca min ne tenê fêrkirina rêziman e, bi wê re pêkanîn meraqa ji bo zimên e. Min divê be?darên waneyan bi her awayî zimanê kurdî meraq bikin; bingeha bêjeyan, avasaziya bêjeyan, awayê rêzbûna wan meraq bikin û li ser nîqa?an berfireh, pê re pê re jî lêkolînan bikin.

Heke ew nîqa? bi awayekî xurt pêk were, dê gelek aliyên zimanê me yên ku îro di nava mij û moranê de mane, derkevin ronahiyê. Ez bi xwe ji van nîqa?an hînî gelek ti?tan bûme. Herî dawî, berî çend hefteyan me li pola asta sêyem a dibistana kurdî ya Stenbolê li ser pa?giran gotûbêj dikir. Gotin hate ser pa?gira /-dank/ pi?tî gelek mînakên mîna derzîdank, xwelîdank, guldank… ji ?agirtan yekî got, "Gelo dibe ku bingeha pa?gira /-dank/ ji lêkera danînê hatibe? Ji ber ku we wekî mînak dan cihê ku mirov ti?tekî datînê nî?an didin." Ev tesbît ne dûrî aqilan e.

Îcar hinek dikarin bibêjin, "Ev tesbît dê bi kêrî çi were?"  Bi baweriya min dê bi kêrî gelek ti?tan were. Bo nimûne, heke em bingeha wê qertafê wekî danîn destnî?an bikin, em ê ji niha pê ve bêjeyan li gorî vê yekê çêkin. Niha di nava pa?girên ku cih nî?an didin de tevliheviyek heye. Gelek kes pa?girên mîna /-xane/, /-geh/, /-istan/ di ?ûna hev de bi kar tînin. Ev yek ne rast e, her yek wateyeke cuda dide bêjeyê û mirov nikare /-istan/ li ?ûna /-geh/ bi kar bîne. Gelo mirov dikare li ?ûna goristan, gorgeh, gordank an jî  gorxane bibêje? Gelek kes dê yekser bibêjin, "Naxêr!"  Îcar heke wisa ye, bêjeyên girtîxane û girtîgeh; kargeh, karxane û karistan çiqas cihê hev digirin û çawa ji hev cuda dibin? Divê em li ser van pirsan û gelekên din serê xwe biê?înin. Wê demê dê li ser zimanê kurdî xebatên gelekî hêja derkevin. Xebatên li ser zimanê kurdî dê bibin xebatên zanistî û zimanzanî ne ku xebatên rêzimanî ku pirî caran ti?tên berê pirbare dikin.


 
Samî Berbang
[email protected]

Dem: 11 nîsan 2005 du?em
(© www.amidakurd.com)