1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rûken Sarılı
  4. Di destpêka dibistanê de nêzîkahiya li hemberî zarokan
Di destpêka dibistanê de nêzîkahiya li hemberî zarokan,di,destpêka,dibistanê,de,nêzîkahiya,li,hemberî,zarokan

Di destpêka dibistanê de nêzîkahiya li hemberî zarokan

A+ A-


    Îsal jî dê gelek zarok cara pêşîn dibistanan nas bikin û digel perwerdehiya înformal, dê dest bi pêvajoyeke nû ya perwerdehiya formal bikin.

    Ev pêvajoya perwerdehiyê ya ew ê salên dûr û dirêj bidome; ji bo zarokan gava yekemîn a jiyana derveyîn e. Ji ber vê yekê jî hem ji bo zarokan, hem ji bo mamosteyan, hem ji bo dayîk û bavan, ne pêvajoyeke hêsan e.

Divê mirov di vê pêvajoya hesas de çawa nêzîkê zarokan bibe?

    Ji ber girîngiya mijarê, gelek derûnînasan li ser vê rewşê gotûbêj kirine û ji bo ahenga navbera zarokan û dibistanê hêsantir bibe, nêrînên xwe bi civakê re parve kirine.

    Li gorî nêrîna derûnînasan; tirsa herî mezin a zarok roja pêşîn li dibistanê dijîn, tirsa mayîna li dibistanê ye. Fikarên wisa dikin û dibêjin qey êdî hew diçin malên xwe û dê car din malbata xwe nebînin. Ji bo tirsa wan were şikandin, peywira yekemîn a dayîk û bavan e. Ji bo zarok rehet bibin û fikarên şaş ji serên xwe biavêjin, divê ji aliye dayîk û bavan ve agahiyên zelal werin dayîn. Divê bi pesindayînê piştgiriya van zarokan were kirin. Di pêvajoya pêşdibistanê de rista dayîk û bavan a li ser derûniya zarokan, gelek girîng e. Divê her tim bi bêhina fireh û bi sebir hevpeyvînê bikin û bi pesindayînê pêşî li ber jiyana wan a nû vebikin. Li gorî çavkaniyên lêkolîneran ên li ser zarokên pêşdibistanê hatine kirin; zarokên bi hezkirin, bi eleqe û bi piştgiriya malbatê gihîştine temenê dibistanê, di pêvajoya perwerdehiyê de hîn zêde serkeftî dibin, hîn zûtir hînî pergala perwerdehiyê û jiyana civakî dibin.

    Hin zarok di destpêka dibistanê de naxwazin ji dayîka xwe yan ji bavê xwe veqetin. Di vê merheleyê de divê dayîk an jî bav, li dibistanê nemîne, li polê yan jî li ber deriye polê nemîne. Lewra zarokê/a bizanibe dayîk an jî bavê wî/ê di bin wê avaniya dibistanê de ye, di hînbûyîna  dibistanê, hînbûyîna mamoste û hînbûyîna hevalan de gelek paşve dimîne û her tim xwe wekî biyaniyan hîs dike.

    Dema pirsgirêka ahenga dibistanê ya zarokan hebe, divê dayîk û bav bi mamosteyên dibistanê re têkiliyê deynin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê, bi hev re nexşeyeke nêzîkahiya herdu aliyan amade bikin.  Dema zarok nexwazin biçin dibistanê yan jî bixwazin dayîk û bav jî digel wan biçin, divê bi zimanekî xweş, bi hevokên kurt û bi sekineke biryardar bi wan re biaxivin; bi wan bidin fêmkirin da ku her kesek xwedî karek e, karê zarokan jî çûyîna dibistanê ye.

    Divê mamoste ne li hemberî zarokan, li cem wan bin û hebûna xwe ya ligel wan, bi liv û tevgerên xwe bi wan bidin hîskirin. Dema zarok vê rêbazê bibînin, dê zêdetir bawerî  bi mamosteyan bînin û dê hîn zûtir bikevin nav ahenga dibistanê.

    Dibe ku zarokên we, ji ber tirsa dibistanê pirsgirêkên derûniyê bijîn. Dema mezin bixwe pirsgirêkên derûniyê bijîn, bi êşa serî, bi qelibîna dilî û bi germahiya zêde ya laşî re rû bi rû dimînin. Ev nerehetî, ji aliye zanyaran û zanistiyê ve jî hatiye çesipandin. Mirov li vê derê têdigihîje; temen çiqas dibe bila bibe, xirabûna giyanî heman encamên xwe dide der. Lewra hûn bixwe rast li vê pirsgirêkê hatin, bizanibin ku ev ne rewşeke awarte ye û hewceyê tirs û gumanê nake. Di rewşeke wiha de divê hûn bi berpirsiyarên dibistanê re di nav danûstendinê de bin û bi sekineke xurt, li çareseriya pirsgirêkan bigerin.

SINKİTAP ÖNERİLERİ

TAYBETIYÊN PERWERDEHÎ Û HÎNDEKARIYA PÊŞDIBISTANÊ

 

Rêbazên Perwerdehiya Pêşdibistanê:

1: Divê mamoste beriya her tiştî, bi hezkirin nêzîkê zarokan bibin.

2: Divê mamoste her tim bi sekineke biryardar ligel zarokan bin û ji destpêkê heta dawiyê, xwedî heman helwestê bin.

3: Divê mamoste hevsenga navbera azadî û dîsîplînê biparêzin.

4: Divê mamoste xweser bin û bi rêbazeke têr û tijî zarokan perwerde bikin.

5: Divê mamoste asta perwerdehiyê, li gorî asta pêşveçûna zarokan kêm an zêde bikin.

6: Divê mamoste lîstikên afirîner bibînin û çalakiyên lîstikan li dar bixin.

7: Divê mamoste ji bo tiştên hîn dikin, mayînde bibin; zarokan bi xelatan motîve bikin.

8: Divê mamoste li gorî etîketan, tevgerên guncav bi pêş bixin.

9: Divê mamoste li nirxên hawirdorê hişyar bin, li wan nirxan xwedî derkevin û ji bo xwedîderketinê hişyar bikin.

10: Divê mamoste hevsenga hestyariya xwe biparêzin, li gorî hestyarî yan jî bextewariya zarokî/ê tevbigerin.

                                                                                                                           

FÊDEYÊN LÎSTIKÊN ZAROKAN:

    Zarokên di nav komikan de cih bigirin, ji hestên xerîbiyê dûr dikevin. Di komikan de hînî plansaziya karên ji rêzê dibin, hînî parvekirinê dibin, hînî rêzgirtina ramanên hevalên xwe dibin, di nav çalakiyan de hînî liv û tevgerên erênî û neyînî dibin. Bi dorfirehiya cîhana xwe ya xeyalî re, êdî dikarin tiştên baş û tiştên nebaş ji hev veqetînin. Her çiqas gelek xebatên destkariyê, di perwerdehiya pêşdibistanê de hîn bibin jî gelemperiya van destkarî û hînbûyînên li jor hatine rêzkirin, di nav lîstikan de tên bidestxistin. Lewra lîstik, di vê pêvajoyê de amûreke gelek girîng e û xwedî risteke sereke ye. Ji ber vê jî çi di nav malê de çi jî li dibistanê, divê li hember daxwaza lîstika zarokan, bertek tunebin. 

 

Lîstik;

a. Zarokan ji aliye hestyariyê ve, ji aliye hişmendiyê ve, ji aliyê laşî û ji aliyê civakîbûnê ve bi pêş ve dibe. Ji bo zarokan lîstik; tene ne derbaskirina demê ye. Di heman demê de avaniyeke pêşveçûna zarokî/ê ye.

b. Ji bo zarokan azadiya li û tevgerê bi pêş dixe.

c. Di jiyana zarokî/ê de cîhaneke xeyalî çêdike û ew bixwe rêveberiya xeyalên cîhana xwe dike.      


d. Zarok, di nav lîstikê de avaniya laşê xwe dike bin venêrîna xwe; baldarî û agahiyan, bi rêya lîstikê bi pêş ve dibe.

g. Di nav lîstikê de her wekî şanogerekî/ê, rista mezinan digire ser xwe û liv û tevgerên mezinan bi vî awayî li ser hişmendiya xwe ferz dike.


h. Ji bo hînbûnê rênîşa herî guncav û zindî, di qada lîstikê de veşartî ye.


i. Livbaziya biryardayîn û pêşdîtinê, bi rêya lîstikan bi pêş dikeve.


j. Bi taybetî di lîstikên komî de, zarok ji bendewariyên xwe rizgar dibe.


k. Di nav lîstikan de tengaviyên giyanî û aciziyê tunene. Digel van destkeftinan, hêza lîstikan a dermankirinê jî heye.


l. Ji bo domdariya jiyana mirovan, girîngiyeke jiyanî heye. Ango lîstik mirovan ceza jî dike, bextewar jî dike. 

LI GORÎ TEMENÊN ZAROKAN CUREYÊN LÎSTIKÊ

Temen: 0-2; Zarok di vî temenî de lîstikên takekesî dilîzin. Bi derdora xwe re têkiliyên cuda danaynin. Zêdetir bala wan li ser tiştên rengîn e û dixwazin bi tiştên rengîn bilîzin.

Temen: 3;Hilkişînacihên bilind diceribînin. Dixwazin bi cihên bilind ve hilkişin û xwe ji cihên bilind bifirînin. Lîstikên teqlîdkirina malbatê, teqlîdkirina bijîşk û nexweşan û teqlîdkirina firoşkaran, zêdetir bala wan dikişînin.

Temen: 4; Wêneyan xêz dikin, avaniyan çêdikin û heyranên berhemên xwe ne. Tiştên bi destên xwe çêdikin, bi şewqeke mezin diparêzin.  Ji newayên muzîkê, ji stirîna stranan û ji reqisînê gelek hez dikin. Bi taybetî  ji newayên rîtimî û ji pirtûkên bi wêne hez dikin. Kîjan pirtûk hêza xeyalên wan hişyar bike, wê pirtûkê dixwazin.

Temen: 5;Yan dixwazin bi serê xwe bilîzin, yan jî dixwazin ligel kesekî/e mezin bilîzin. Ji ber laşên wan ji aliyê dîtbariyê ve bi pêş ve diçin, digel xwe hêzê jî tînin; ji ber vê jî dixwazin zêdetir çalakiyên laşî pêk bînin. Dixwazin hunera xwe ya destan bi pêş ve bibin; her wiha dixwazin kaxezan jêbikin, bi hev ve bizeliqînin, çalakiyên xêzan li dar bixin, tiştanokên parçekirî bi hev ve deynin û wêneyan xêz bikin.

Temen: 6;Zarokên digihîjin vî temenî, lîstikê wekî karekî dibînin. Ji boyaxkirin, xêzkirin, jêkirin û zeliqandina kaxezan hez dikin. Zarokên 6 salî, ji ber hevsenga temenê xwe, dikarin venêrîna laşê xwe bikin. Lewra zêdetir ji lîstikên gogê, ji lîstikên xwehilavêtinê û ji avjeniyê hez dikin.      

                                                                     

TÊKILIYÊN SEREKE YÊN NAVBERA MAMOSTE Û ZAROKAN

Divê ligel zarokan bin, bikaribin bi wan re têkiliyên hevaltiyê deynin lê tu car bi zarokan re nebin zarok.

Divê tu car nekevin nav fikarên; ‘ez ê çi hînî zarokan bikim?’

Divê ji dûrî ve liv û tevgerên zarokan bişopînin, pirsgirêkên heyî bi rêbazên xwezayî çareser bikin.

Divê bikaribin di heman demê de bi çend zarokan re mijûl bibin. Ji bo vê jî dikarin çalakiyên komî li dar bixin.

Divê li hemberî zarokan ne pêşdaraz bin. Ji ber dilên zarokan biçûk in, divê mamoste gelek baldar bin û her tim li hemberî wan dilnizim bin.

Divê bi liv û tevgerên çalak, bikaribin li dijî pirsgirêkan li ber xwe bidin.

Divê hem bikaribin li pirsgirêkên xwe xwedî derbikevin, hem bikaribin li pirsgirêkên zarokan xwedî derbikevin.

Di têkiliyên navbera zarokên polê de rista mamosteyan gelek girîng e. Divê mamoste bikaribin rêzdariyê li ser wan ferz bikin. Di polê de zarokên ji hev hez nekin hebin, divê bikaribin têkiliyên navbera wan xweş bikin.

Her zarok di cîhana xwe ya hundirîn de potansiyela başî yan jî xirabiyê dihundirîne. Di têkiliyên pêşdibistanê de ev xal, xaleke girîng e. Afirandina kesayetiyeke baş yan jî kesayetiyeke xirab, hinek jî di destên mamosteyan de ye.

Zarok dixwazin her tiştî biceribînin. Ji bo di pêşerojê de ev zarok nebin kesên xweperest, kesên bihêrs û kesên bêfêhim, divê mamoste bikaribin sînoran jî deynin.

Zarok li ku derê bextewar bin, dixwazin her dem li wê derê bin. Divê mamoste di têkiliyên xwe de xwedî efsûneke erênî bin da ku bikaribin li ber dilên zarokan wekî ferdên malbatê cihên xwe bigirin.

Piraniya zarokan, naxwazin bi kesên mezin re dema xwe derbas bikin. Yek ji sedemên vê nerazîbûnê jî pêkutiya mezinan a li ser zarokan tê ferzkirin e. Ji ber vê jî divê mamoste her tim hevsenga hestyariya navbera xwe û zarokan biparêzin.