Di Hundur de Diz Heye
Ji bo saxtî bike ku zarokên wê ji dibistanê hatine an nehatine, telefonî malê dike. Lê, ji bîr dike ku li pêşiya hejmaran "0"ê binivîse.
Telefona xebatkarê palûkeyekê lê dixe û mêrik telefonê vedike:
-- Fermo!
-- Tu ki yî?
-- Tu ki yî? Tu li min geriya, berê xwe bide naskirin û piştre navê min bipirse?
-- Tu li mala min çi dikî? Tu çima telefona min vedikî?
-- Mala te ya çi ye? Ez li xwaringeha palûkê me. Xwarinê dixwim.
-- Tew tu xwarina cêwiyên min dixwî jî?! Ez ê a niha li polîsan bigerim.
-- Bigere, aha ez li hêviya te û wan im.
Jinik bi lez li polîs digere:
-- Fermo, polîs!
-- Roj baş! Diz ketiye mala min. Du cêwiyên min li mal in û diz di hundir de ye.
-- Tu çawa hîn bû?
-- Min telefonî mal kir, dizî telefon vekir û bi min re axivî.
-- Di hundir de çi dike, çi got?
-- Got ez xwarinê dixwim. Xwarina cotikên min dixwe û di hundir de ye.
-- Ma te jê re got "ez ê li polîsan bigerim?"
-- Erê! Min got. Wî jî got "ez li vir im û li hêviya te û wan im."
-- Baş e. Em niha komekê dişînin wir.
-- Baş e. Ez ê jî niha biçim.
Jinik bi lez diçe. Dinihêre polîsan dora malê girtiye. Jinik diçe ber derî. Ji wir hem li operasyona polîsan dinihêre. Dema polîs lêgerînê diqedînin û diçin. Polîs dibêjin "heke pêşketinek çêbû, me agahdar bike." Jinik û cîrana xwe derbasî hundir dibin. Ji cîrana xwe re qehweyekê çêdike û bi hev re vedixwin.
Careke din li telefona xwe dinihêre û li wê hejmara lê geriyaye digere. Careke din mêrik derdikeve hemberî wê. Hîn nû fam dike ku li hejmareke şaş geriyaye. Û lêborîna xwe jê dixwaze, lê agahiyê nade polîsan.