Di mijarar xwe de mirin
Roja 18'ê meha 8'an a sala 2008'an bû.
Em li mezra gundekî Dêrika Çiyayê Mazî bûn, ku hatiye valakirin.
Sê malên ku vegeriyane ser erdên xwe, di kon de rûdinin. Yek ji wan malan jî mala bavê min e.
Em li bin darên gûzan rûniştine. Di pala çiyayekî 1120 metro bilind de hatine çandin. Pêşî di pala çiyê de dîwar hatine lêkirin ku jê re "ben" tê gotin. Piştre ax bi ser benê de ajotine û bi vî rengî "dik" hatine çêkirin. Ji hemû dikan re jî bi hev re "dehl" hatiye gotin. Dibe ku ev gotin "dexl" be jî. Lê wekî navekî taybet ji vê dehlê re "temz" hatiye gotin ku ez qet nizanim wateya wê çi ye, ev nav ji ku tê. Tenê dizanim ku serê vî çiyayî bi keleha xwe ya pir kevin, bîrên xwe yên di latan de hatine kolan (72 heb), benên rezan ku qet mêw tê de nemane, kelpîçên gelekî zirav ên pijyayî ku 2 metro ji bin erdê derdikevin, senem û pûtên kevirîn ku têne dîtin û hin wekî din pir kevin e, dîrokî ye.
Em li bin darên gûzan rûniştine. Bayekî hênik li daran dixe û bi ser me de tîne xwar. Yek ji rûniştiyan min diştexilîne û ez pê re hêrs dibim û dibêjim "erê hema hey nimêj bikin û daran jêkin, hûn ê bi vî rengî herin cinetê." Bavê min ê 91 salî ku hêj hildikişe ser dara gûzê jî, bi ken dibêje "tew ev kurê min mason e." Ez hewl didim ku felsefeya wan a jiyanê biguherim, lê heta derekê.
Di wê navberê de kurê min, hevjîna min, bavê min, pismamekî min û diya min jî tên li bin darên gûzan rûdinin. Newqa darên gûzan ewqas qalind in ku mirov 2 kes destên xwe lê bade, encax têrê bike.
Ez hilmekî aciz bûm û çûm ber dareke gûzê ku kurê min û hevjîna min jî li bin in. Min nihêrî li guliyekî darê benîşt heye. Benîştekî sor. Ji zarokatiya min ve qet nehatiye bîra min ku dara gûzê benîşt bigire. Bi meraq min destekî xwe avêt guliyekî bilind û min lingekî xwe da newqa darê, bi delkekê ez hilkişiyam ser diguliyên wê.
Bi gava yekem re min pê li çeqelîkê navbera herdu guliyan kiribû. Haya min ji marê cûnik ê 2 metro ku di çeqelîkê darê de xwe kiriye gulok tunebû. Nava wî ewqasî qalind e ku mirov nikare bi tiliyên destekî destê xwe lê bade.
Binê mar kort e. Nava çeqelîkê duguliyan ewqasî kort bûye ku marê 2 metro dirêj bi rihetî tê de bûye gulok û hêla lingên min nakeve ser, wî naêşîne. Lê şimikek zer di lingê min de ye û paniya lingê min tazî ye, li pasê ye.
Kurê min jî hate texma min û got, "bavo ez jî bêm cem te..." Min nihêrî ku ez hewl bidim wî bînim cem xwe, belkî bikeve. Min got "na".
Bi dengekî min gazî pismamê xwe yê 50 salî kir "li guliyên vê darê benîştekî sor heye, ev çi mesele ye?"
Haya min ji mar tune ku di bin lingê min de maye. Min pişta xwe daye guliyekî û ez ji guliyê din benîşt didim hev. Pismamê min got "benîştê çi lo, çawa benîştê sor." Min jî got "hela were lê binihêre."
Baş e ku ew jî nehat. Bihata min ê lingê xwe ji cih rakira û dê cih li mal fireh bibûya. Lê hîn di bin lingê min de ye û deng nake. Xwe qet tev nade ku ez ferq bikim. Xwe hindikekî tev bide ez ê fam bikim... Lê dema ez fam bikim ez ê çi bikim ne belî ye. Gelo xwe ji darê davêjim, an berjor hildikişim...
Min hinek benîşt jêkir ku nîşanî wî û bavê xwe bidim û min destê xwe avêt guliyekî darê ku dakevim. Êdî kîjan lingê min li ku ye nayê bîra min. Lê li hewa çavên min li bin lingê min dikeve, tiştekî cûnikî kulor dibînim. Wekî paçekî bi min dixuye. Daketina ji darên bilind timî bi carekê re pêk tê. Mirov xwe hup dike, dadikeve jêr. Yekoderb.
Piştî lingên min gihaştin erdê ez li xwe zîvirîm. Şûna lingên min niha ji min ve nexuya ye, zêde bilind e.
Ez çûm ber darê û min serê xwe bilind kir, li şûna lingên xwe nihêrî. Navbera çavên min û çavên mar mabûn 15-20 santîmetre. Ji nişka ve min xwe da alî:
"Ez ji mirinê filitîm."
Herkesî got qey ez henekan dikim. Kesî texmîn nedikir ku ev 3-4 deqeyên min ên dawî li ser marekî cûn ê du metro dirêj derbas bûye. Min dîsa bi dengekî nerm got:
"Ka werin li vî marî binihêrin."
Bavê min fam kir ku çi mesele ye. Berê jî gelek lome hatibûn serê min û min timî bi nermî hereket kiribû, tu caran şoke nebibûm. Hemû rabûn hatin bin darê. Bavê min xwe bilind kir û li mar nihêrî, bi dengekî apore got:
"Offff... Ev kunif e laaaaaw, tew tune 50 salî ye. Bi te veda, dê di deh deqeyan de tu bikuşta."
Ez li xwe zîvirîm û min li beriya Mêrdîn a li hemberî çiyê nihêrî. Herdu nivîsên min ên dawî yên Amîda Kurd hatin bîra min. Herdu jî li ser "qederê û qismet" bûn. Nivîsa sêyem jî amade bû, lê min neşandibû û dûmahîka mijarê bû.
Heke vî marî bi min veda, dê li Qoserê jî tiştekî wekî wan herdu nivîsan bihata serê min. "Qeder e, qismet e, baqî xwedê ye."
Pismamê min ê yextiyar piştî kuştina mar got: "Xwedê temam neke mar jî nikare bi mirov vede, ev jî îspata vê yekê ye."
Ez çawa hilkişiyam ser darê, bi şens min di yekoderb pê li mar kiribû û firseta ku serê xwe rake jê re nemabû. Ji ber ku cihê wî xweş û kort bû ew neêşiyabû û xwe nelivandibû. Firseta ku serê xew rake û bi min vede jî tunebû. Heta min benîşt jêkiribû jî min xwe di wî cihê deng ê navbera du guliyan de xwe tevnedabû. Min kesek hilnekişandibû cem xwe. Di daketinê de ji ber bilindahiya darê min xwe bi avêtin gihandibû erdê, dîsa firsenda ku tiştekî bike nemabû.
Lê gelo wekî din çi hebû. Bi şev cemidîbû? Kêslan bû? Bi pêlêkirinê re hîpnoz bû?
Min xwe ewqas bi şens dît ku nayê gotin. Wekî ez miribim û min careke din mafê jiyanê standibe. Ewqas.
Lê di jiyana min de ev cara sêyem bû ku ez û mar digihaştin hev û şensa min li hev dihat.
Mirovan her ku bersiv ji van tiştan re nedîtine, navê wê kirine "qeder". Û heta ku mirovahî nikaribe bi zanistî bersivan bidin dê navê wê "qeder" bimîne. O qeder...