1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DI NAVA TA Û BENDÊN KOMPLOYA NAVNET’EWÎ DA
DI NAVA TA Û BENDÊN  KOMPLOYA NAVNET’EWÎ DA,di,nava,ta,û,bendên,komploya,navnet,ewî,da

DI NAVA TA Û BENDÊN KOMPLOYA NAVNET’EWÎ DA

A+ A-

…LI SER PÊLÊN KOMPLOYA NAVNET’EWÎ

Îsal (2015), 15-ê sibatê gelê k’urd, dost û xêrxwazên wî û mirovahîya pêşver’û ya cîhanê komploya navnet’ewî ya li dijî r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan şermezar kirin...

Ev 16 sal in, ku ev mirovê mezin li ser girava Îmralîyê girtî ye, lê dîsa jî r’êberîyê li meşa gelê k’urd a berbi azadîyê va dike, beşdarî hemû destpêk û destk’evtîyên wî dibe…

R’ast e, dibêjin, ku komplo pêk hatye, lê gelo bingehên wê çi bûne, çi sedemên pêkhatina wê hebûne, k’î û çawa beşdarî wê bûne, çi r’ol lîstine? Gelo encamên wê çawa tên nirxandin?

Û, ya dine: gelo mirov îro dikare bibêje, ku ew komplo pêk hatye û bidawî bûye, yan, ew îro jî didome? Evana her t’enê hinek ji wan pirsan in, ên ku îro net’avetîyê didin mirov. Û îro gelê k’urd û t’evahîya cîhanê dixwazin têbigihîjin, k’a ew komplo çawa pêk hat. K’a k’ê û li k’îderê şaşî tê berdan, an bi xiyaneta xwe bûn hevk’ar û hevp’arên wê komploya k’irêt û bûn sedemê wê bêdadî û nemirovahîyê, ya ku li dijî gelê k’urd û r’êberê net’ewî pêk hatye...

Di welatên cuda yên cîhanê da bi sedan gotar hatine weşandin, gelek weşan û bernameyên cuda yên r’adîo û têlêvîzîonan hatine belavkirin, bi dehan p’irtûkan r’onahî dîtine û di van hemûyan da bi hûrbînî dem û bûyerên cuda yên vê komployê hatine nirxandin... Dibe ku dehsal, an, heya, sedsal jî derbaz bin, lê gelek t’erefên vê komployê yên tarî derneyên r’onahîyê. Mirovê her û her bi baldarî van bûyeran binirxînin û bixwazin tê bigihîjin, ka kîne ew hêzên sereke, yên ku ev lîstik pêk anîn?

Lê, wek ku tê gotin, her tiştekî veşartî r’ojekê dertê r’onahîyê...

Wê demê, heya t’or’a komployê dihate hûnandin, r’êya r’êberê gelê k’urd ê net’ewî Abdullah Ocalan du caran li R’ûsîyayê r’a derbaz bû. Herdu caran jî ez bi wî mirovê mezin r’a bûme, em bi hev r’a r’ojên p’ir’ teng û giran jîyane, min t’evahîya mezinaya r’aman û r’ewana wî mirovê hêja û nebînayî dît, bi wî r’a k’etim nava govtûguyê, min xwast tê bigihîjim, k’a ew çi ye, ku di r’ojên ewqas giran da dihêle, ku ew di t’u şert û mercan da nirxên mirovahîyê jibîr neke û bixwaze bi mirovbûna xwe vê cîhanê biguhêr’îne...

Eger xwendevanên ku gotara min a “Notên r’êwîtîyê – pişt 20 salî” xwendibin,

(http://xendan.org/kurdi/drejawtar.aspx?NusarID=12&Jmara=178 ; http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/notên_r_êwîtîyê_piştî_20_salî ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/notn-rwty-pist-20-sal-h2243.html) wê bê bîra wan, min di derbarê wî r’êberê nebînayî da çi nivîsî bû: “Ew vîn û bibir’yarbûna wî – ku cîhanê biguhêr’e, her tiştê xwe yê kesî bihêle û xwe bide k’arê serk’evtina dadwerîyê û mirovbûnê, derbazî mirov jî dibe, û tu dixwazî li r’ex wî bî, beşdarî destpêkirina k’arên wî bî, alîk’arê wî bî, hevk’ar, r’êheval û leşkerê wî bî…”

A, dema ez di derbarê r’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan da mitale dikim, t’imê ev nirxandinên min ên bîst sal berê tên bîra min. Û piştî wê hevdîtina min a yekem bi wî mirovê mezin r’a, çend caran jî hevdîtinên me pêkhatine, min bi wî r’a goftûgo kirye, û her carê min dilopek ji okînosa r’ewan û r’amana wî hilç’inye û p’êşk’êşî xwendevanên xwe kirye.

Û ev got’ara min jî, ya ku pêşnîyarî xwendevanê k’urd dikim, di dema xwe da bi r’ûsî hatye nivîsîn (09.2001) û bi sernivîsa “Di nava ta û bendên komploya navnet’ewî da”, sala 2002-an li Moskovayê, di kovara «Дружба» (“Dostanî”) da hatye weşandin (№14,15, adar, 2002, r’ûpel: 69–75). Wê demê ev gotar di R’ûsîyayê û k’omarên Sovêta berê da bi zimanê r’ûsî hatye xwendin. Lê, ji ber t’aybetmendîyên xwe û r’ewşa têgihîştina pirsgirêka k’urdî di vê herêma cîhanê da çarç’oveya xwendevanên wê ne ewqas fireh bûye. Lêbelê, ji ber ku ev mijara bi xwe a gelê k’urd e û nêzîkî dilê wî ye û, her weha, gelek t’erefên komploya navnet’ewî hê nehatine r’onîkirin, di nava civaka k’urd û ya navnet’ewî da hê jî pirs û goftûgo di vî warî da hene, min r’ê têr’a dît, wê werger’înim k’urdî û hêjayî bala xwendevanên k’urdîaxêv ên hêja bikim.

Ezîz ê Cewo

23, 02. 2015, P’ampa K’urdan

Fermo, ew gotara:

DI NAVA TA Û BENDÊN KOMPLOYA NAVNET’EWÎ DA

Ezîz ê Cewo

I. Çima?

Em, k’urd, wek net’ew, bi dehezarsalan li ser sehna dîrokê ne. Û di her serdemeke dîrokê da tiştek p’ara me k’urdan derk’etye (qenc an xerab). Gelê me ji demên kevnar va di dîroka mirovahîyê da şopeke berbiç’av hiştiye. Em (dîsa jî, wek net’ew) di serdemên dîrokê yên cuda da xwedî hinek maf û derfet’ bûne, û me ew maf û derfet’ bi cînaran jî p’arvekirine (Împêratorîya Medyayê û yên dinê).

Paradok’sa dîrokê! – Sazûmankarên dewleta here kevnar di cîhanê da, yên ku bi merdane destanînên xwe bi cînaran r’a p’arvekirine, heya îro bê dewlet in!

Sedem çi bûye?

…Di vê cîhanê da ji ber dutîretî û bêt’evgerîya xwe û ji ber lîstikên siyasî û êrîşên dijminê har em destevala mane.

Her çi jî hebe, r’astî dimîne r’astî: peyhatîyên medên kevnar heya naha jî di t’evahîya cîhanê da li serê r’êyan in û hê jî li cîyekî nehêvirîne.

Çima?

Çima weke gelên dinê yên cîhanê em jî xwedî heman mafna nînin? Çima ew tişt ji bo me qedexe ne, yên ku ji bo yên dinê xwezayî tên dîtin? Çi ye ev? Bilindtirîn r’uhek e ev, ê ku me, wek net’ew, bi r’êva dibe, yan – bêdadîya dîrokî?

Gelê me r’abûye serhildan û r’aperînan, hewl daye ç’arenûsa xwe ya dîrokî biguhêr’îne, lê ji ber dutîretêya di nav xwe da, ne yekgirtîbûnê, bêt’evgerîyê, xiyanetê, ji ber t’unebûna r’êberekî net’ewî yê giştî, her weha, ji ber êrîşên ji derva û lîstikên siyasî, her carê em şkestine. Û em hînî ç’arenûsa xwe bûne (“Hebsîyê Şîlîonê” ya Bayron tê bîra we?!), me biryara ç’arenûsê ya vî r’engî wek tiştekî divyayî p’ejirandye, û chanê jî ji hêla xwe va em hêjayî vê dîtine. Hemûyan mil dane mile hev û bi hev r’a dijî her r’êberekî me r’abûne, yê ku xwestye guhar’tinekê bike nava ç’arenûsa gelê k’urd. Xayîn û xwefiroşên di nav me da, yên ku wek k’ole xwe spartibûne dijmin, bi dagerkeran r’a bûne yek û serhildanên me di nava xwînê da xeniqandine û r’êbarên t’evgera r’izgarîya net’ewî dardakirine… Gelê k’urd jî, her çiqas, qey bibêjî, di xewa hingorê da bûye, lê di qulç’ên cuda yên heşê wî yê şêlûkirî da dengê pirsekê r’ûdida: Çima? Çima? Çima?

Mirov bi sedsalan lê diger’yan, lê bersêvek nedidîtin. Ew wisa bû, heya ku… dest bi t’evgera net’ewî ya k’urd a hemdemî nebû.

“Lêger’înên pirsgirêka k’urdî divê t’enê li ser bingeha zanistî pêk bên, di nav çarç’oveya dîroka herêmê û cîhanê da û bersîva hemû pirsên heyî bên dîtin!” – Di dîroka gelê k’urd da cara yekem r’êberê gelê kurd Abdullah Ocalan, dema hê xwendk’ar bû, wisa, bi giştî, li ser bingeha zanistî r’êyên lêger’înên pirsgirêka k’urdî destnîşan kir… Lêger’în û berhemên zanistî yên vî mirovê mezin r’astîyên dîrokî yên nedîtî, sedemên têkçûna t’evgerên k’urdî yên r’izgarîxwaz derxistine hole û ew r’ê, yên ku dikarin gelê k’urd bigihînin azadîyê, destnîşan kirin; “Ya sereke, gelê k’urd di têk’oşîna ji bo mafên xwe yên net’ewî da divê hêvîya xwe nede ser hêzên derva. T’enê bi saya yekîtîya xwe, bi zanistî t’evgerkirina têk’oşîna xwe, li ser bingeha beşdarbûna girseyên gel di t’evgerê da, k’urdê bikaribin bigihîjin wan armancên xwe yên xewnî”.

Evê t’avetî nedida dagerker û k’oledaran, ên ku xwe wek xudanên vê cîhanê yên berz didîtin: gelo di vê cîhanê da t’evgereke net’ewî dikaribû bêyî kontrola wan hebûya? Û li dijî t’evgera azadîxwaz a gelê k’urd û r’êberê wê dest bi şer’ekî veşartî kirin..., yê ku gihande wan bûyeran, ên ku di payt’exta K’ênîyayê – Nayrobîyê da pêk hatin – di vî qolç’ê ji hêla Xwedê va jibîrkirî yê “cîhana r’eş” da.

Tê bîra min, çawa ez cara yekem çûme K’urdistanê, welatê pêşîyên xwe. Pêşîyên min 200 salî berê ji ber siyaseta barbar a T’irkîya Osmanî (her çiqas dibêjin, ku ya barbaran siyaseta wan nîne, ya wan dozîn e – instinct) neç’ar bûne welatê xwe bit’erikînin. Armanca çûyîna wir yek bû: ezê her’im Welêt û li wir jî r’astî r’êberê nebînayî yê têk’oşîna r’izgarîya net’ewî Abdullah Ocalan bêm, pêr’a sowbet bikim...

Piştî veger’a xwe min notên xwe yên r’êwîtîyê nivîsîn, û ewê di bin sernivîsa “Rêber jî nebînayî ye û – gelê wî jî” li Moskovayê di kovara «Курдистан рапорт» (“Kûrdîstan raport”) da bi zimanê rûsî r’onahî dît (№ 7, mijdar,1994).

Wê demê cîhaneke nedîyar li ber min vebû, û min di derbarê wê cîhanê da mitale dikir: “K’urdistan... Wê hela hê r’ojnameger û nivîsk’arê bêne wir, ewê hê hewl bidin, ji bo xwe sur’ên vî welatê dercîhanî (êkzotîk) vekin, ewê hê di derbarê bilindbûna r’uhê net’ewî yê gelê wêyî nebînayî da binivîsin, û, helbet, di derbarê r’êberê wî yê hêja da...”

Dem pêr’a gihîşt û ez r’astî vî mirovê nebînayî hatim. Hevnaskirina me ya yekem, a ku li ser k’axezê sipî hatibû nivîsîn, di cîhana îroyîn da wek nivîsên mixî yên cîhanp’enahên cîhana kevnar, wek k’êrtikên li ser dêmikên (maske) zêr’în ên faraonên Êgîpta kevnar li ber mirov vedibin: “Ew vîn û bibir’yarbûna wî – ku cîhanê biguhêr’e, her tiştê xwe yê kesî bihêle û xwe bide k’arê serk’evtina dadwerîyê û mirovbûnê, derbazî mirov jî dibe, û tu dixwazî li r’ex wî bî, beşdarî destpêkirina k’arên wî bî, alîk’arê wî bî, hevk’ar, r’êheval û leşkerê wî bî…”

Ez car din notên bîranînên xwe yên r’êwîtîya wê demê p’er’ dikim, ez dixwazim tê bigihîjim: gelo r’eha vê bedîyê, ya vê bêdadîyê, ya ku li hemberî gelê min û r’êberê net’ewî pêk hatye, li k’u ye?

Dema xatirxwastinê, li ser bingeha “vîn û bibir’yarbûna xwe – ku cîhanê biguhêr’e”, ewî weha gote me: “Ev, çi ku we îro dît, ji bo k’urdistanîyan û k’urdên t’evahîya cîhanê tê kirin”.

Û çawa çêbûye, ku heman dagerker û hevk’ar û hevpeymanîyên wan k’urdên ji hev p’arç’ekirî û di te’vahîya cîhanê da belavkirî hema di K’urdistanê da ji bo berjewendîyên xwe bi’kar tînin? Hem di Waşîngtonê da, hem di Londonê da, hem jî di Ankarayê da ev hemû jimêjva dihate zanîn, ji ber wê jî komploya navnet’ewî ya vê pîvanê pêk hat. Ev komplo ne ewqas li dijî kesê r’êberê gelê k’urd bûye, çiqas di kesê wî da li dijî gelê k’urd, li dijî her k’urdekî, li dijî wî k’urdî bi xwe, yê ku xwedî nirx û r’ûmeta mirovî ye. Ji ber ku ew îro sembola hemt’omerî ya gelê k’urd û azadîya wî ye.

Ji bo ku mirov van hemûyan têbigihîje, divê paşva bizivir’e û bibîne, k’a wî gelî çawa bi r’ayê r’êberê net’ewî û bi saya îdêayên wî r’abûye ser p’êyan û ji bo mafên xwe têk’oşînek meşandye. Ew gel, ê ku bi hêvîyan bi p’er’ û bask bûyî, îro diqîre: “K’udistan – Ocalan!”, “Bi can, bi xwîn em bi te r’a ne, ey Serok!”, “Bê Serok jîyan nabe!”, “Emê nehêlin, ku R’oja me tarî bikin!”

Evê nota bilind gelê K’urdistanê pêşva dibir, ji bo p’arastina r’êberê wî. Û xwînê ç’emkî bik’işya, eger her t’enê gotineke r’êberê n’etewî ew her’ikîna bi mêllîonan mirovên xwepêşandêr r’anewestanda. Hema bi p’êngava wî dest bi merheleya nû ya pêvajoaya aştîyê bû, lê...

Û dîsa jî – çima?

II. Komplo

Îro gelê k’urd û dostên wî, her weha t’evahîya cîhanê dixwazin têbigihîjin, k’a ew komplo çawa pêk hat. K’a kê û li k’îderê şaşî tê berda, an bi xiyaneta xwe bû hevk’arê wê komploya k’irêt û bû sedemê wê bêdadî û nemirovahîyê, ya ku li dijî gelê k’urd û r’êberê net’ewê pêk hat.

Naha di Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê da amedek’arîyên lêpirsîna doza Abdullah Ocalan a li dijî r’êvebirîya T’irkîyayê û beşdarên dinê yên vê komployê (yên r’astedêr an ne yekser) tê kirin. Di p’ir’anîya welatên cîhanê da bi sedan gotar hatine weşandin, gelek weşan û bernameyên cuda yên r’adîo û têlêvîzîonan hatine belavkirin, bi dehan p’irtûkan r’onahî dîtine û di van hemûyan da bi hûrbînî dem û bûyerên cuda yên vê komployê hatine nirxandin...

Lê wê demê, heya t’or’a komployê dihate hûnandin, r’êya r’êberê meyî net’ewî Abdullah Ocalan du caran li R’ûsîyayê r’a derbaz bû. Û herdu caran jî ew bû “mêvanê” Moskovayê. Her çiqas, mirov heya r’aeyekê dikare seredana wî “mêvantî” nav bike.

Hatina yekem a r’êberê net’ewî a Moskovayê ji bo me bû wek birq û birûskeke di asîmanê sayî da! Çawa? Çima? Sedem..? Bêhêvîtî,...yan? Ev pirsana r’ê nedidan hev, dema ez ji Saratovê veger’yame Moskovayê, û pê hesyam ku Serok li vir e. Ya ku net’avetî dida me, ew bû, ku dema pêşbazîkirina r’êberê net’ewî bi kesên fermî r’a li balefir’gehê wisa jî mirovne wisaye ne dîyar amade bûn, ên ku t’u kesî di derbarê wan da tiştek jî nizanibû. Ew jî wê demê, dema gelek hevalên me haya wan jî pê nînbûn, k’a çi dibe!

Paşê dîyar dibe, ku du mehan berî hatina Abdulah Ocalan a Moskovayê planeke weha hatibûye amadekirin: wê mirovekê ji Moskovayê di bin navê bazirganekî da biçûya Şamê (Dimişq) û ji wir ew û Ocalan va (dîsa di bin navê bazirganekî da) wê bihatana Moskovayê. Paşê...kesek wisa jî tê negihîşt, çima ew varînata pêk neanîn. Kesekî ji hevalên me di derbarê wê da tiştek jî nizanibû.

Gelek tiştên ji vê zêdetir jî hebûn. Hema di wê serdemê da di bin navê lênihêr’andina r’ewşa k’arên çandî-p’erwerdeyî di herêma Saratovê da hema berî hatina r’êberê net’ewî min ver’êyî wir dikin. Û hema di navbera wê dema kurt da ew jinişkêva tê Moskovayê.

Çima “veşartîbûneke” weha? Û ji kê? Ew jî, dema di k’arên amadekirin hatin û pêşbazîkirina r’êberê net’ewî da mirovne wisa beşdar bibûn, ên ku t’u p’êwendîya wan ne bi derdorên fermî r’a, ne jî bi k’omeleya me r’a nînbûn. K’î bûn ew?

Piştî veger’a Moskovayê, ya yekem, a ku net’avetî dida min, ew xwestina min min bû, ku di zûtirîn demê da hevdîtina bi r’êberê net’ewî r’a pêk bê. Min dixwest zû têbigihîjim, k’a ev hemû tê çi wat’eyê, hatineke wehaye bi lez ji bo çi bûye, çi hatye guhar’tin, çima, ji bo çi?

Pirs bûn, pirs bûn, pirs...

Hê dereng, dengekî hindur’în dirmilî dida min: eger r’êberê net’ewî li vira ye, ew tê wat’eya ku ew dizane, çima. Û t’emam!

Û, weha, dem pêr’a gihîşt. Serok di havîngeha Jîrînovskî da bû...û amadek’arîyên xwe dikir, ku her’e cîhekî dinê.

Em di salona qatê yekê yê avahî da r’ûniştibûn û hîvya Serok bûn. Mahîr hilk’işya jorê, bal wî. Piştî demeke kurt ew veger’ya jêr û r’agîhand, ku Serokê zûtirekê bê. Piştî çend deqeyan bi nerdîwanan r’a Abdullah Ocalan hate jêrê –li ser dêmê wî ew beşera xweş bû, ya ku me hemûyan r’a wisa nas bû. Em silavkirin, di palkursîyê da r’ûnişt û pêşnîyar kir, ku em jî r’ûnîn. Hevalên me çay anîn. Demekê hemû bêdeng bûn. Serok berbi min zivir’î, bi pirs li ç’avên min nihêr’î û got:

– Dibînî, jiyan çawan e? Û tu çawa li van hemûyan dinihêr’î?

Min dizanibû, ku ev pirsa bersîveke konkrêt dixwaze, lê ez ji bo wê ne amade bûm. Min hê pêr’a negîhandibû hemû giranîya bûyerê têbigihîjim. Ç’avkêlkekê min bêhna xwe girt. Çi bibêjim? Piştî demeke kurt, ez bi xwe jî tênegihîştim, çawa ji zarê min pekya:

– Tu li vir î, û ev ya here sereke ye ji bo me, – Ez destxweda jî têgihîştim, ku ew ne bersîv e û, piştî ku r’amanên xwe berevî ser hev kirin, min domand. – Bi r’astî, pêşk’evtina bûyeran a weha ji bo min syûrprîzek bû... Û min hê pêr’a negîhandye her tişrî wat’edar bikim.

– Baş e, ez têgihîştim, – Serok hate alîk’arîya min, – ango, tu hê haş ji hemû bûyeran nînî. Her tişt wisa zû pêk hat, ku... Naha divê mirov bendê be, k’a li vir helwestê li hember van hemûyan çawa be. Belgeyek amade dibe – nameya min, hûn hewl bidin, ku ew di demê da bigihîje cîhê pêwîst. Em binihêr’in, k’a bûyerê çawa pêşbik’evin. Hêvî heye?! – Ewî nîvpirs, nîverênî got, berbi Mahîr va zivirî û bi pirs li wî nihêrî. Lê ew wek şagirtekî li ber mamostayê xwe, bêdeng sekinîbû, paşê serê xwe bi erênê hejand: “Belê, Serokê min!” – Lê paşê... – Serok careke dinê berbirî min bû, – tu jî bi baldarî bûyeran bişopîne, paşê em binihêr’in...

Peyr’a ewî pirsa amadek’arîyên cîguhastina xwe ya cîhê nû kir.

Bûyer wisa bi zû li hev hatin guhar’tin, ku heya me hîs jî nekir, çawa dema cîguhastina Serok a havîngeha Alêksêy Mîtrofanov pêr’a gihîşt. Di dema wan bûyeran da ez 2-3 caran li bal Serok bûm.

Carekê, em li havîngeha Mîtrofanov bûn, Mahîr di cîhan da çûbû. Bi serok r’a k’omên p’arastinê û destekê û ez mabûm. Hevalên me amadek’arîyên xwe dikirin, ku her’in xweşokê (di hewşê da saûna li cîhekî cuda bû). Ez jî bi wan r’a çûm. Bi serok r’a t’enê hevalên keç’ û Sînan man.

...Di saûnayê da p’ir’ germ û xefikî bû... Ez berî hemûyan derk’etim. Derdorê katê 22 bû. Min hê nû pêr’a gîhandibû k’incên xwe wergirim, dema

Sînan hate hindur’.

– Serok derk’etye hewakê bînvede, – ewî lezobezo got, – ez t’enê mame. Ezê her’im wî alîyê vekirî, bi wî r’a kesek nemaye!

Ez bi lez derk’etin derva.

– Çima tu heya dawîyê nemayî? – Serok ji min pirsî.

– P’ir’ germ û hewayeke xefikî bû!– Min bersivand.

– Baş e, k’a, em biger’in, – Serok got û meşya. – Çi hewayeke sar, lê paqij e. Di R’ûsîyayê da li hemû herêman da hewa ne yek e, ne wisa, dibe ku

li hemû deverên wê ne weha sar e?!

– Belê, herêm hene, li ku 300 serma ye, lê herêm jî hene, li ku naha heya dilopek baran jî naê.

– Welatekî wisayî gewre û dewlemend, û gelê wî wisa di xizanîyê da dijî. Mirov zendegirtî dimîne!

“Belê, jitalebextr’a, wisan e!” – Min di bîra xwe da erê kir.

– Ê, we ji bo xwe encamek jê derxist: evî gelî bi fedek’arî serk’evtinên nebînayî bi destxistin, bi lehengî li dijî faşîzmê berxwedaye û serketye, welatê wêrankirî ji k’ilafeyan r’akirye ser p’êyan, û dawîyê!?...

– Sîstêm wisa bûye... – Min got.

– Erê, sîstêm ne r’ast bûye. Ango, ne ku sîstêma sot’sîalîzmê, lê ew, a ku di bin navê sot’sîalîzmê da hatibûye avakirin. Mirov dikare bibêje, “sotsîalîzma r’êal” – ev ew e, ya ku hatye avakirin, an jî – “sotsîalîzma sovêtî”.

– Jitalebextr’a, hema wisa bûye!

– Ne bes e, ku mirov bizanibe, k’a ew r’ast e an – na... – Ewî berê xwe guhast û li k’ûrahîya esîmanê tarî nihêr’î, wek ku bixwaze tiştekî li wir bibîne, paşê domand. – Divê mirov hemû sedeman binirxîne û dersên kêrhatî jê derxe. Dilê mirov, wek mirov, ji bo we û vî welatî dêşe. Eger r’êvebirîyeke r’astîn hebûya, wê wisa nehata serê vî welatî. – Serok meşa xwe bêdeng di tarîyê da domand, li der dorên xwe dinihêr’î, dem bi dem serê xwe bilind dikir li esmîn dinihêr’î – asîmanê ç’îkî-sayî û t’uje stêrk, paşê berbi min veger’ya û jinişkêva got: – Tu bê k’um î, tu serma nakî?

– Na, spas, ne sar e! – Min bersîv da û ji bîra jî kir, k’a şevên paîza derengî dikarin çiqasî sar bin. Wê demê ez destxweda tênegihîştim, tiştê ku nahêle ez sermayê hîs bikim, ew coşa ji ber amadebûna r’êberê net’ewî ye!...

– Ev welata t’êra hemûyan dike, t’êra cîhanekê dike, lê gelê wê di r’ewşeke giran da ye. Mirov divê li ser vê serê xwe bêşînin. Em jî wisan in: K’urdistan welatekî p’ir’ dewlemend e, gelê wê k’edkar û fedek’ar e, lê ew çarp’arç’e kirine, û ji hêla bi hezaran k’oledarên bîyanî va hatye p’erç’iqandin! Sedem çi ye?! Çi t’êra wan nake: erd, daristan, nevt, zêr’, k’omir, av – ev t’êra t’evahîya cîhanê dikin?! Têgihîştina net’ewî nîne! Lê mirov çawa dikare wê serer’ast bike? Dijwar e, lê mirov dikare! T’enê divê mirov têk’oşîneke r’ast û durust û bi bir’yar bimeşîne, têk’oşîna ji bo jîyanê û sazûmank’arîyê!.. Xwendina te çi ye?– Ewî bi carekê va mijara axavtinê guhar’t.

– R’ojhilatzanî, – min bersîv da.

– Helbet te naha berhemên helbestvanên R’ojhilatê xwendine!

– Belê, – min bi erênî bersîv da,– Xeyam, R’ûdakî, Baba Tahêr, Nîzamî, Fîrdûsî, R’ûstavêlî... Wisa jî yên k’urd...

– Îjar?

– Bi çi wat’eyê?! – Min bi pirs bersîv da.

– Ji hêla jîyanê va, felsefaya jîyanê va, bi wê wat’eyê, k’a mirov çi ji xwezayê dixwaze, k’a ewê k’engê bibe mirov? Carna ez bi xwe li ser wê nêr’înê r’adiwestim, ku mirov ji bo xezayê bûye xeterekê...

– ...

– Helbet, wisa jî k’urd di nav wan da! Lê k’urd êdî tên guhar’tin. K’urd êdî ne yên berê ne, ew ne yên salên 70-î ne, cudahîke mezin heye! Dîsa k’arekî mezin divêt, lê evî gelî êdî heq kirye û êdî amade ye bibe xwedîyê ç’arenûsa xwe. Û evê dive ne em t’enê tê bigihîjin, lê dive wisa bikin, ku hem jî cîhan evê bizanibe. Pêwîst e, ku k’urd jî di vê cîhanê da, di bin vî asîmanî da cîhê xwe yê hêja bigirin! – Ocalan destên xwe k’ûr-heya dawîyê kirin berîyên kurtikê xwe, bi nigê r’astê hejek t’ûj a sportîv kir, wek ku, tuyê bibêjî, li gokê dixe, û domand: – K’a, em bi zû ger’ekê jî bidinê, hewayeke paqij jî bik’işînin, û tu dikarî her’î. Lê eger k’arên te yên lez nînin, tu dikarî îşev li vir bimînî. Ya me sê, heya çar ger’ jî derk’etin. Wê demê, dibe ku, di cîhanê da kesek ji min bextewartir nînbû, ji ber ku r’êberê net’ewî li r’ex min bû – têorêtîkê mezin û r’êberê têk’oşîna ji bo mafên mirov. Lê wisa jî di cîhanê da mirovek nînbû, yê ku weke min ewqas hêwarze di r’uhê wî da hebûn, ji ber ku ji bo pirsên min bersîv nînbûn: Lê paşê?... Çima wisa?... Çima ez di wê r’ewşê da ewqas bêhêz derk’etim?... Lê eger ez bi r’amanên xwe her tiştî xerab bikim?... Lê eger hema wisa jî pêwîst e?... Lê eger?... Li ser wan r’amanên min da Serok pirsên xwe jî zêdekirin:

– Te ji van hemûyan çi derxist, çi têgihîştî? – Tuyê bibêjî, qey ewî mitalên min dişopandin, an jî ew r’asterê dikirin.

– Her tişt bêht’ir giran e, ne ku em hizir dikin. Dibe ku, sozek dabin?!

– Çi soz?! – Ewî kurt bir’î. – R’ewş ji bin kontrolê derk’etye... Lê, eger li ser me bazarîyê dikin?! Lê eger ez, – Serok mitalên xwe bideng domandin, – r’ojekê r’abim û her’im Ankarayê û bibêjim: “Va, ez li vir im!” – Ewî got û li min nihêr’î. Cara yekem di bin r’onahîya sipîç’irkî ya lempên şevê da min dêmê wî mirovê mezin wisa diyar û r’onî dît – bi bir’yar û vîn. – Carna dibêjim... – Û derbazî axavtina bi dengê hindurîn bû, bi xwe ji bo xwe.

– Çawa dibe, lê dewleta t’irk?... – Min ber xwe neda.

– Çawa dibe? Dibe! Dibe, ku wisa jî bibe. Bi psîkolojî ez ji bo wê amade me! Min nikaribû dijî vê tiştekî bibêjim. Min di derbarê bûyerên berî hatina wî da p’ir’ hindik dizanibû. Ez mîna wî mirovî bûm, ê ku k’etibe cîhaneke bîyanî ya nenas. Serok di debarê vê r’ewşê da tiştek nizanibû. Bi dîtina wî haya min ji hemû bûyeran heye, an jî, hîç nebe, ez hinek tişt dizanim.

– Dibêjin, ku di vê navberê da Jîrînovskî çûye T’irkîyayê?.. – Serok ji nişkêva pirsî: – Ewana dikarin li ser pirsa me hev r’ûnîn?

– Naha her tişt dikare bibe! Eger ew bi r’astî wisa be, wê demê?... – Vê carê min pirsî.

Ocalan careke dinê herdu destê xwe heya dawîyê kirin berîyên kurtik, di nav stêrkan r’a li asîmanê tarî nihêr’î – wek miovekî, yê ku ji bo pirsên berevbûyî bersîvên pêwîst diger’e, serê xwe hejand û berbi min veger’ya:

– Di cîhanê da hîç pirsek jî bê bersîv nemaye! ... K’a, em zû bilivin!

Em bêdeng nêzîkî malê bûn. Hemû hevalên me êdî li derva bûn, û her yek di cîhê xwe da sekinîbû. Yekî derî li ber Serok vekir, xwe da alîyekî...

Hewa germ berbi me va her’ikî.

– Dibe ku emê t’enê li welêt bi hewa paqij bînvedin. Ew çawa tê gotin? Sibe tê – xêr jî pêr’a? Hem qencî, hem jî xirabî bi vîna me va girêdayî ye!...

– Serok got û çû hindur...

Sibe hat. Xêr dereng ma, lê… Lê her t’enê di r’ojên teng da ez hemû wat’eya gotinên wî mirovê mezin têgihîştim: bi r’astî jî di r’ojê here giran da gelê me li dora r’êberê xwe civya û bû k’om…

Çend r’oj jî derbaz bûn, û em careke dine li bal Serok berev bibûn. Dema derbazî sivderê dibûn, em r’astî mirovne nenas hatin, ên ku k’arê xwe dikirin herin… Ew nûnerên dewletê bûn. R’ewş aloz bû. Nûnerên dewletê gotin, ku divê Serok ji R’ûsîyayê derê. Li welêt û li dervayî welêt hevalên me r’êyên ç’areserîya wê pirsgirêkê diger’yan. R’ewşeke ne sade li hole bû. P’êwendîyên t’êlêfonî yên bi nûnerên me yên welatên cîhanêye cuda r’a encamek nedan. Hemû hîvîyê bûn. Piştî demekê ji Ewropayê r’agîhandin, ku Îtalîya amade ye Serok qebûl bike…

Dema xatirxwastinê pêr’a gihîşt. Sibetirê divê Serok ver’êkirana. Wê şevê hemû li bal wî man. Heya dereng hemû hişyar bûn, bi wê hêvîyê, hîç nebe, carekê jî Serok bibînin. Êdî derngê şevê bû, û her çiqas ji hemûyan r’a hatibû gotin, ku r’azên, ji ber ku divê berbangê zû r’abûna, lê dîsa jî xew nediket ç’avên kesekî…Her destberbangê her tişt steqir’î. Li her cîhan lemp dişixulîn, û berbangê dîsa hemû li ser p’êyan bûn…

Dem pêr’a gihîşt, divê biçûna. Berpirsyarê p’arastinê û k’oma destekê hevalê Teyhan ma. Piştî ku aghî bihata, ku Serok ji R’ûsîyayê derk’etye, ewana dive hemû alavên r’adio û têlêvîzîonî, p’irtûk û tiştên navmalê berevkirana û ew mal bit’erikandana.

Li balefirgehê hemû çûn, ez û R’ostem Biroyêv di mak’înê da man. Ocalan xatirê xwe ji me xwast:

– Giranîya xwe bidin ser k’arê xwe, – ewî got, – Hewl bidin, bûyeran baş bişopînin, binirxînin û wan r’ast têbigihîjin. Neyên lîstikên hinekan. Haş ji xwe hebin. Heya hevdîtina li ser xaka Welêt!..

Piştî ku Serok ver’êkirin, Mahîr û Mecît Mamoyan veger’yan. Ewana gotin, ku ji Îtalîyayê yek ji wezîrên hikumeta Masîmû D'Alêma hatibûye, ku Serekwezîrê Îtalîyayê bi xwe bi t’êlêfonê bi Serok r’a axivye û jê pirsye, gelo ew çi dixwaze: ku mafê p’enaha sîyasî bidin wî, an mafê p’enaberîyê? Serok bersîva wê pirsê weha dabûye: “...Ya ku wê ne li lidijî berjewendîyên Îtalîyayê be!”

Comerdîyeke çawa!

Bi hêvîya ku em li ser xaka welatê xwe r’êberê net’ewî bibînin, em k’etin nav k’arê xwe…

Peyr’a ez dîsa veger’yame Saratovê.

Dest bi serdema bûyerên R’omayê bû. R’ojeke wisa nînbû, ku çapemanîya cîhanê di derbarê çalakîyên k’urdan ên di wlatên cuda yên cîhanê da r’anegîhanda: “zevtkirina” aştyane ya baylozxaneyên Yewnanistanê di p’ayt’extên welatên cuda da, guhar’tina navê “Meydana Çêloyê” bi “Meydana K’urdisatanê” di R’omayê da, çalakîyên xweşewitandinê yên k’urdan wek nîşana şermezarkirina siyaseta T’irkîyayê û hevpeymanîyên wê ya li hember gelê k’urd û r’êberê net’ewî...

Bi t’evahîya gelê k’urd r’a, bi hemû r’êxistinên me r’a t’evayî me ew r’ojên giran derbazkirin. Çalakîyên cihêr’eng li k’omarên Yekîtîya Sovêta berê jî pêk hatin, heya gihîşt tiştê nebînayî yê t’undr’aw – xweşewitandina hevalên me Teyhan û Jêjat.

Di nîveka yekem a r’êbendana 1999-an ez ji Saratovê veger’yame Moskovayê. Li vir ji min r’a gotin, ku Mahîr çûye. Ji bilî vê – hîç tiştek! Min nepirsî – k’uda? Ez bi bawer bûm, ku ew çûye welêt, bal hevalan, ji bo ku her tiştî binirxînin û binihêr’in, k’a di vê r’ewşê da divê çi bê kirin...

Sibetirê min amedek’arîyên xwe dikir, dîsa veger’im Saratovê, çûm, ku xatirê xwe ji hevalan bixwazim û pê hesyam, ku ew çûne balafir’gehê, pêşbazîya mêvanekî bikin. Min xwast bi t’êlêfonê xatirê xwe bixwazim. Min zengil berda, ji min r’a gotin , ku ew diçine malê, û wê baş bibûya eger ez jî biçûma wir...

Li male min Mahîr dît. Dertê, ku ew “mêvan”, ê ku hevalên me pêşbazîya wî kirine, ew bûye. R’astedêr ji R’omayê hatbû! Ewî di derbarê r’ewşa Serok û ya li R’omayê da vegot. Got, ku hevalên me li wir xirab k’ar dikin, û li wir r’ewşeke xeter gihîştye, ku ewî dîtinên xwe di derbarê wê da ji Serok r’a gotye, hink ji wan ji kar hatine dûrxistin, û, dikare bibe, demeke nêzîk da Serok dîsa bê Moskovayê... Li ser pirsên me: “Gelo li vira garantî hene, ma ne, cara yekem r’êvebirîya R’ûssîyayê Ocalan neç’ar kir, ku ew ji R’ûsîyayê her’’e?”, “Ma, gelo, r’êvebirîya R’ûsîyayê ji bo wê amade ye?” – Ewê got, ku vê demê li ser pirsa hatina r’êberê me a R’ûsîyayê di nava sazîyên ewlek’arîyê, p’arastina welêt û sazîyên dewletê yên dinê da dubendîtî heye. Lê ew ewqasî jî ne girîng e, ji ber ku ew, ên ku piştgirîya me dikin, ji bo serk’evtinê şansên wan mezin in. Û paşê jî, pêwîst nake, ji bo wê zêde gengeşîyan bikin.

Bir’yar hate girtin, ku ez divê bi alîk’arîya dostan di herêmeke R’ûsîyayê da cîhekî xewle ji bo Serok amade bikim. Lê hê dereng bir’yar kirin, ku cîh divê li derdorên Moskovayê bibînin.

Di navbera du r’ojan da me vîllayek dît.

15-ê r’êbendanê ji min r’a t’êlêfon kirin û gotin, ku em dive di cîhekî da her’in, lê k’uda, negotin. Di destpêkê da em du kes bûn – ez û Mahîr, paşê R’ostem Biroyêv jî gihîşte me. Her di r’ê da em pê hesyan, ku diçin Nîjnî Nûvgorodê (Gorkîya demekê). Li wir Cemal Şamoyan jî ji Tambovê gihîşte me – Mahîr jêr’a t’êlêfon kiribû – evê jî em paşê pê hesyan, wek ku, wisa jî di derbarê armanca hatina xwe da.

16-ê r’êbendanê Serok bi balafir’eke biç’ûk bi hevr’êtîya k’armendê ÎNTERPOL-ê Mecît Mamoyan (…paşnavên me mîna hev in!) hat û li balefir’geha Nîjnî Novgorodê peya bû…

Ji Nîjnî Nivgorodê em hatin villa r’ex Moskovayê, ya ku me ji bo Serok amade kiribû.

Sibetirê Mahîr û Mecît çûn û êdî veneger’yan. Bi Serok r’a k’omek hevalên me man. Berî êvarê nûnerê ewlek’arîyê hat û got, mayîna di r’ewşeke weha da xeter e, û ew divê p’arastina Serok pêk bînin. Êdî sibetira dinê k’omeke ji pênc mirovan hat û ew villa ji hewşê û ji derva va, hildane bin ç’avdêrîyê. Xortên ji wê k’omê em hişyar kirin, ku dikare hêzên t’aybet ên T’irkîyayê li dû şopa Serk bin, û çiqas derfet hebe, dive ew derneyê hewşê, lê eger ew bixwaze derê, dive em wan agahdar bike…

Li ber ç’avan bû, ku ev qeyde-qanûnên wan ne bi dilê Serok bûn…

– Îjar ev çi ye? – Ewî bi hers pirsî. – Eger wê wisa bibûya, çima ez anîm vira? Lê Mahîr li k’u ye? Evî çi kir?

– Dibêjin, ku Mahîr nexweş e. – Min agahîya ku ji nûnerên ewlek’arîyê standibû, gote wî.

– Nexweş e?! – Ewî bersîva pirsa r’ûdayî bi pirs da.

– …

Hewşa wê vîllayê ne mezin bû, li çardorê t’uje berf bû. Serok kêm derdik’et, bi bingehîn dixwast bi mitale û r’amanên xwe r’a bimîne.

Dema hate qatê jêrîn, ewî em di salonê da berev kirin û di derbarê girîngîya wê demê da axivî, di derbarê girîngîya serdemê ji me r’a r’avekir.

Ez têgihîştim, ku Serok dixwze dil bide me, ku vîna me bi hêz be. Lê ya sereke, ewî aramîya xwe û me dip’arast.

Piştî demekê em di xwaringehê da berev bibûn û me sowbet dikir. Serok di oda xwe ya li qatê duyem da bi k’arê xwe va mijûl bû, û carekê r’a, me hew dît, hate xwaringehê. Heya me nedît jî çawa. Hemû bi carekê r’a r’abûn, r’aç’ivyan û wek ku bi fermana “Hişyar bin!” sekinîn. Ew nêzîk hat, bi dest da zanîn, ku em r’ûnîn. Em r’ûniştin, lêbelê me p’alkursîyek vala hişt – ji bo wî. Serok hate ber p’alkursîyê, lê r’ûnenişt. Em hemû bêyî r’ayê xwe careke dinê r’abûn.

– R’ûnîn, r’ûnîn, – ewî got, – Hûn r’ûnîn, lê ezê hinekî bisekinim. Van demên dawîyê ez westyame, ...hert’im r’ûniştî me û bi sporê va mijûl nabim!

Em careke dinê r’ûniştin.

– Belê-ê, hûn çi dibêjin? We heya naha negotye, eger li vir mercên pêwîst nînbûn, çima ez anîme vir?

– ...Her t’enê pêşîya hatina te bang li me kirin! – Bi dengekî hemûyan got.

– Erê-ê... – Serok k’ete nava mitaleyan, navberek dayê û paşê pirsî: – Ê, paşê...?

– Em agahdar nekirine, k’a amadek’arîyên hatina te çiqasî pêk hatine. Her ji me r’a hatye gotin, ku li ser wê bi te r’a axivîne, – me bersîv da.

– Lê ne wisan e!... – Serok kurt bir’î.

Nûnerê ewlek’arîîyê t’êlêfon kir. Ewî pirsî, eger Serok ne dijî wê ye, ku ewana bên û bi wî r’a biaxivyana.

Ocalan qayîl bû.

Hatin. Piştî hevsilavkirineke kurt gotin, ku divê amadek’arîyên derk’etina Serok a ji R’ûsîyayê bibînin.

Serok pirsî:

– Lê Mahîr?

Jêr’a gotin, ku ewê zûtirekê bê.

Piştî demekê hemû berev bibûn. Axavtinek pêk hat, a ku mîna daniştina pilankirinê bû. Axavtin kurt bû. Hate gotin, ku dive li ser çûyîna Serok r’awestin, divê ewê bi hûrbînî binirxînin û amade bikin. Fermana hukumatê heye: Serok dive zûtirekê R’ûsîyayê bit’erikîne, û divê her tiştî bikin, ku ew di navbera du r’ojan da derê, û divê binihêr’in, k’a çi derfet’ên me hene, û Serok dikare k’uda her’e. Piştî govtûgoyekê li ser dû r’êyan r’awestyan: yan ew dvê veger’e welatekî Ewropayê, ya ku di demeke wisa kurt da mirov nikaribû pêk banya, û ya duyem – li ser Ermenîstanê r’a here welêt. Nûnerên t’erefê R’ûsîyayê soz dan, ku wê bi t’erefê Ermenîstanê r’a biaxivin, ji bo ku ew alîk’arîyê bidin Serok, ji bo ku ew li ser Qerebaxê r’a derbazî welêt bibe…

III. Fir’îna berbi ne t’u cîhî va…

Piştî wê, dema bi daxweza Hukumeta R’ûsîyaê ji bo çûyîna Serok hemû amadek’arîyên formal hatibûn pêkanîn, bir’yara li ser Ermenîstanê r’a çûyîna Kurdistanê hate girtin. Lê Serok ferz dikir, ku Mahîr jî bi wî r’a her’e.

– Ew nabe! – Nûnerekî t’erefê R’ûsîyayê got.

– Çima? – Serok pirsî.

– Lê k’îyê li vir bimîne? – Bi devekî bi k’en ewî pirsî.

20-ê r’êbendana1999-an em çûne balafir’geha Şêrêmêtêvoyê (ya Moskovayê). Li vir çûyîna me ya Ermenîstanê betal kirin, em di balafir’ekê da dane r’ûniştandin, ya ku berbi cîhekî ji me r’a ne diyar va difir’î… Her t’enê di hewê da ez jinişkêva pê hesyam, ku em difir’ine Tacîkistanê (Dûşanbê), lê êdî dereng bû.

Min ji nûnerê ewlek’arîyê pirsî:

– Ma wisa dibe, çima di destpêkê da ji me r’a nehate gotin, ma ne, di wê herêmê da şer’ e?...

Di nav me da axavtineke ne xweş çê bû.

Dema Ocalan di derbarê axavtina me ya hişk da pirsî, min jêr’a got, ku fir’îna berbi wê herêmê va bi xeter e, ku li wir şer’ û p’evçûn hene… Ew k’ete nava mitaleyan û piştî demekê pirsî:

– Ma tiştekî dinê heye, em çi dikarin bikin? – Ewî nêr’îna xwe got û bi mitaleyên xwe r’a ma.

Ez têgihîştim, ku vê demê ew naxwaze p’êwendîyên wî bi kesekî r’a çêbibin. Di balafir’ê da hinekî sar bû. Serok potê xwe avîte namila xwe û di nava mitaleyan da di p’encerê r’a li derva dinihêrî… Piştî demekê ew r’abû û berbi dawîya balafir’ê va çû – balafir’ a leşkerî-barbir bû. Ewe mezin bû, di navenda wê da teknîkeke giran hebû, ya ku bi çadirekê pêç’ayî bû. Li der-doran vekirî bû, li r’exên wê k’ursîyên hişk (ên leşkerî) hebûn. Li dawîya balafir’ê em li ber p’encereyê sekinîbûn. Serok bêdeng bû û di nava mitaleyan da li dûr dinihêr’î... Paşê berbi min zivir’î:

– Ev çi lîstik e? K’î di nav da heye?

– Helbet, eger dawîya dawîyê tiştekî wisa divê bibûya, wê demê divê tu dawetî vir nekiriana, – min bi otomotîkî bersîv da û destxweda jî hîs kir, ku ev ne bersîv e, û ez ewê t’enê ji bo wê dibêjim, ku r’êyekê ji bo derk’etina ji vê r’ewşa aloz bibînim... R’ewşê bi derûnî mirov tengav dikir...

– Te nedît nûnerê wan çi got? – Serok mitaleyên xwe domand.

– Dibe ku ew her t’enê t’erefekî lîstikê ye? – Min, bi carekê va bersîv da.

– Lê Mahîr? Ewî zanibû û deng nedikir?

Min nizanibû çi bibêjim.

Û Serok, mîna mirovekî, yê ku an ne hîvîya bersîvekê ye, an jî dizane, ewê çawa be, zivir’î û berbi cîhê xwe va çû. Dema gihîşte cîhê xwe, got:

– Gelo mirov nikaribû hinekî p’albida? Ez hinekî westyame. Û ji bilî wê, ev balafir’a, fesala wê!... – Li ser dêmê wî nîşanên bîntengîyê dîyar bûn.

Min ji xortên k’oma p’arastinê hîvî kir, ku betaneîyekê yan tiştekî mîna wê bidestxin... Min cîhê Serok amade kir. Ewî p’al da, şarfa xwe avîte ser ç’avên xwe – ji bo ku li xwe bike tarî. Piştî demekê min dît, ku Serok xew nekirye: dem bi dem ewî şarfa ser ç’avên xwe r’ast dikir – nedixwast wî şêwazê balafirê bibîne, di nava mitaleyên xwe da bû û, dibe ku, bûyerên vê dawîyê dinirxandin – di nav çarç’ova dema naha û ya bihurî da...

Dîsa demek derbaz bû...Serok şarf li ser ç’avên xwe da alîyekî, r’abû, di cîh da r’ûnişt û pirsî:

– Hê gelek maye?

– Na, hinek maye! – Min bersîva wî da û xwest bipirsim, gelo ew qet-na hinekî hêsa bû, lê destxweda jî hîs kir, ku ew pirseke ne di cîh da ye.

...Di balafir’geha Dûşanbê da t’u astengî nînbûn, li derdoran hemû azad kiribûn, tenê yên “xwe” bûn... Em bi nerdewanê r’a peya bûn, li mak’înaeyan siyarbûn û ... k’etin r’ê...

Di Dûşanbê da em heya dawîya meha r’êbendanê (1999) man. Dema em li wir bûn, qedexe bû, ku em bi t’êlêfonan biaxivin, ji bo ku t’u kes nikaribe cîhê me pê bihese. Her piştî r’ojekê derfet’ dan, ku em bi t’êlêfonê bi kurtî hevalên me agahdar bikin: “Em gihîştine cîh!” Ji bo ku ew dengê min bibihên û bi bawer bin, ku em gihîştine cîh. Lê piştî du r’ojan Serok p’eyameke sergirtî (bi şîfre) stand û anegorî wê spartin dan. Hema r’oja yekem Serok bang kir, û me şêwrek danî. Bi şêwazî ew mîna daniştina civînekê bû - “civîna du kesan” a di “ne t’u cîhî da”. Serok li ser k’arên me yên di Dûşanbê da r’awestya, ewî dixwast bizanibûya, k’a emê di wê r’ewşê da çi bikin. R’ewş awart’e bû. Ewî got, ku di hinek çarç’oveyan da ez xwedî înîtsîtîv im û lê zêde kir: “Bi serê xwe t’u tiştî nekî, em şêwra xwe li hev bixin... paşê!”

Di wî avahî da du ode û sivderek, a ku di heman demê da xwaringeh bû, ji bo me veqetandibûn. Di hewşê da xanîyekî cuda yê bi berban jî hebû – ew “bir’yargeh” bû. Ji bo hemûyan xwarin ûzbêkekî binecîh li ser kuç’ik amade dikir. Dema ew li wan deran bû, Serok dernedik’et û ji ber wê jî ew bi derûnî bînteng dibû. Ewî dixwast gelek caran derê derva, bi hewa paqij bînvede. Dîyar bû, r’ojê du caran t’êra wî nedikir. Dema Serok derdik’et derva, ku bîna xwe bikişîne, ji bo yê xwarinpêj t’ime mijûlîyek didîtin: an di serşoyê da, an di ardûxaneyê da, an jî di bajêr da…

Dema Serok di nava mitaleyan da di hewşê da diger’ya, mirov nikaribû ew ji r’amanên wî biqetanda, t’enê, eger ewî bi xwe bixwasta li ser pirsekê guftûgo bikira, an jî tiştek bipirsya.

Di r’ewşeke weha da, dema em ji hemû cîhana mayîn qutbûyî bûn, dema t’u agahêyek nên bû, r’ewş aloz dibû. Em bi r’amanî r’êyên derk’etina ji wê r’eşê diger’yan.

Carekê min ji Serok pirsî:

– Lê eger ez ji bo k’ir’îna hinek pêdivîyan derêm?

– Ewê nehêlin, ku tu t’enê her’î, – ewî got.

– Ezê bi wan r’a derêm, lê paşê ji wan qut bibim û ji cîhekî t’êlêfonkim.

Serok k’ete nava mitaleyan, paşê pirsî:

– Lê tuyê paşê çawa bêyî?

– Ew ewqasî jî ne dijwar e, mirov dikare wê jî hel bike... – min got.

Ewî nepirsî – Çawa? – Her lê zêdekir: – Binihêr’e, t’enê tiştekî xerab nekî!

Ez çûme bal serokê k’oma p’arastinê û di derbarê xwesteka xwe a çûyîna ji bo k’irî’na pêdivîyan gotê. Ewî ji hêla xwe va ji serokê k’oma p’êwendîyan r’a got, ku ew bi min r’a her’e. Lê serokê k’omê bi nîvdengî got:

– Binihêr’in, ew dikare ji me r’a pirsgirêkên zêde derxe. – Û piştî navbereke kurt, berbir’î min bû: – K’a, em leznek’evin. Paşê!

Ez têgihîştim, ku bersîv neyînî ye.

Her çiqas destûra min hatibû dyîn, ku ji bo Serok xwarinê cuda çê bikim, em bi hev r’a qayîl bûn, kû xwarin ji bo hemûyan bi hevr’a bê çêkirin.

Xwarina ji bo Serok an di navberê da, an di dawîyê da dihat hildan.

... Her çiqas bi şev û r’oj xortên hêzên t’aybet Serok dip’arastin, dîsa min cîhê xwe nêzîkî derê oda wî hilbijart, qey bibêjî, ger tiştek biqewimya, minê bikaribûya tiştekî bikim... Carekê derengê şevê derdorê katê 4-an, ez ji ç’ir’înya derê Serok hişyar bûm... Min destxweda banzda ser p’êyan. Di nav dêrî da Serok xuya bû. Ewî li min nihêr’î û pirsî:

– Çi ye, çima r’anazêyî? Sibê t’uje k’ar li pêşîya te ne.

– Ez r’azabûm! – Min bersîv da.

– Metirse, – ewî got û p’erdeya p’encereyê da alîyekî. – Binihêr’e, ew li ser nobetê ne.

– Dîsa jî!...

– Çi dîsa jî, – ewî got, – heya, eger tiştek bibe jî, ez û tu va çi dikarin bikin? R’azê, k’arê min heye, eger pêwîstî çê bibe, ez te hişyar bikim!...

Herşev ewî heya dereng k’ar dikir: dixwand, dinivîsî, peyam li ser bantan ji bo hevalan, gel û têkoşer’ên pêşenîyê dinivîsî. Tiştê ku bala mirov dik’işand, p’irtûkên bi bingehîn felsefî bûn.

Ji ber ku ewî p’ir’ê caran hema-hema heya berbangê k’ar dikir, ji ber wê jî taştê û firavîna wî dibûn yek.

Dema ew di hewşê da diger’ya, mirov hîs dikir, ku hewa t’êra wî nake (wek masîyîyê ji avê derxistibin), cîhan ji bo wî teng e, dem t’êra wî nake: ew dik’et nava r’amanan, mitale dikir, mitale dikir... carana pirsên qut-qutî dida, û t’enê bi wan pirsan mirov dikaribû tê derxista, k’a ew di derbarê çi da mitale dike, çi r’aman di serê wî mirovê mezin da diger’in.

Dema ger’ekê ewî pirsî:

– Dibe ku gelê me di nav bêt’avetîyeke bêsînor da ye. Êdî demeke dirêj e, ji me t’u agahîyek nîne! – Û piştî navbereke kurt lê zêde kir: – Balk’êş e, gelo hevalên me di vê r’ewşê da çawa t’evdiger’in? Naha dibe ew di nav gel da û bi gel r’a ne!

Carekê jî got:

– Te p’erwerdeya sovêtî dîtye, dîroka wî welatî, çanda wî xwendye, te qanûnên wî zanibûn, bibêje, dema êrîşên faşîstan r’êvebirîya welêt di r’ewşên nestandart da ç’areserî çawa didît? – Qey bibêjî ewî bideng şêwaz dida r’amanên xwe û bi xwe jî bersîva wê da. – Helbet, ez bi giştî dizanim...Wê demê r’ewş bi bingehîn cuda bû – hêza desthilatdarîyê ya mêrane hebû, gel bi t’evger bû, Art’êşa sor hebû, dawîya dawîyê, civaka cîhanê hebû, ya ku li ber ç’avên xwe t’evahîya nemirovahîya faşîzmê dîtibû û hîs kiribû. Ya me lapter cuda ye!

... Şev bû. Di asîman da di nav ewrên betreng r’a stêrk diç’irûsîn. Ger’a me hema-hema bê axavtinekê derbaz bû. Her di dawîyê da ew kêlîyekê r’awestya, bînveda, paşê bîneke kûr r’ahişt û berbir’î min bû:

– Tu dizanî, T’irkîya naha demên xwe yên here giran dijî, lê ew kêmheşana vê yekê tênagihîjin û dikarin t’evahîya welêt têkbibin...

Li vir ez k’etim nava axavtinê:

– Tu dizanî, di nav gel da gelek çalakîyên me tên r’exnekirin, dibêjin, ku em siyaseteke p’ir’ nerm dimeşînin. Hêzên T’irkîyayê yên leşkerî gundên me wêran dikin, lê em dibêjin – aştî! Me dikujin, me neç’ar dikin, ku em warên kal û bavên xwe bit’erikînin, Kurdistan bûye welatekî bê kurd, lê em dibêjin – aştî!

Serok r’awestya, li min nihêr’î û got:

– Ê, îjar?

– ...Dibêjin, – min axavtina xwe domand, – ku em divê wana neç’r bikin, ku ew jî bizêrin, wek ku ew tînin serê me. Heya em jî weke wan nekin,

T’irkîyayê li dora maseya hevdîtinan r’ûnenî...

Li vir Serok hêrsa xwe zevt nekir:

– Çi ye, we heşê xwe fir’andye? Yên ku wisa dibêjin, ew jî sewdaserne mîna wana ne. Eger wisa bibûya, wê demê çi ferqî – di navbera me û wan da?

Dema ger’eke dinê:

– K’urdan ji bo gelên herêmê ewqas kirine, lê bê tişt mane. Tu dizanî çima? –Serok berbir’î min bû.

– Di gelek pirsan da em bi xwe gunehk’ar bûne. Te bi xwe nivîsye: “Gelê ku li hemberî xwe xiyanetên here mezin kirye – ew em, k’urd in!” – Min bersîv da.

– Belê, wisa bûye. Lê gelê k’urd êdî gihîştye xwetêgihîştina net’ewî! Ne wisan e? Û r’izgarîya wî jî di vê da ye, – ewî gotina xwe bidawî kir.

Carekê em li ser şêwazê jîyana me axivîn. Ewî nêr’îna xwe anî zimên:

– Ez hercar ji we r’a dibêjim, lê, hûn dîsa jî bi jiyana sivik û hêsan dijîn. Mînak, min hûn hemû gîhandine heya asta îro, û hûn, bi xwezayî, heya r’adeyekê, berhemên k’arê min in. Em hemû bi hev va girêdayî ne. Bi xwe hebûna we, wek ku heye, p’êwîndîya wê bi r’êberê we r’a heye... Lê cîhan we hemûyan dip’ejirîne, nasnameyên (paseport) xwe dide we, lê dema di derbarê r’êberê we da tê gotin, dibêjin – na! Hûn jî divê evê têbigihîjin?! An hûn heya r’adeyekê xwe bi destê wan va berdidin, an jî ewana evê ji we hêvî dikin. Hûn divê heya dawîyê yên xwe bin. Nabe, ku mirov di heman demê da di nivî da yê xwe, an ê xelkê be. Tiştên nîvhero nîvmirî ne. Û yê nîvmirî jî ji mirîyan xirabtir e! – Li vir Serok navbereke kurt dayê, li min nihêr’î, veger’ya di stêrkên li asîman nihêr’î û axavtina xwe domand. – Di vî asîmanî da her tişt bi hev va girêdayî ne, hemû bi qanûnekê dijîn – bi qanûna gerdûnê, her yek li wir cîhê xwe heye. Me di vê cîhanê da cîhê xwe winda kirye, em derveyî zagonê hiştine, em bîyanî bûne, ji ber wê jî cîhan wisa dijwar me dip’ejirîne. Lê ewê me bip’ejirîne. Eger nep’ejirîne, ewê hem nemirovî be, hem jî bi xeter be, ji ber ku gelê k’urd êdî nikare vê r’ewşê t’ehmûl bike. Wê wisa nebe!

Carekê dema em di derbarê r’ewşa îroyîn ya gelê k’urd da diaxivîn, ewî, qey bibêjî ne ji bo yê hemberî xwe, got:

– Çima wisa bû, şaşî di çi da ye? – Û destê xwe di hewê da wisa dawşand, qey bibêjî, dibêje: “Nebêje, bersîv pêwîst nake!”

Dibe ku bersîva wî bi xwe hebû, an, ewî nedixwast bersîva yekî dinê bibihîsta? Ew pêşda diçû, destên xwe dabû pişt xwe, bi serbilindî dimeşya. Ew mîna wî mirovî diçû, yê ku bersîvên hemû pirsan dîtibûn, lê dîsa tiştekî ji bo r’oja tê diger’e…

Dema ger’a me ya dawîyê ya berî veger’a Moskovayê Serok ev gotina hanê avît:

– ...Ev çi ye, xiyanet e, an?... – Û serê xwe wisa hejand, mîna miovekî bibêje – erê!

Dema êdî destûra veger’a Moskovayê hatibû dayîn, û em êdî di r’ê da bûn, Serok pirsî:

– Em vediger’ine Moskovayê, lê ji wir...?! Em k’uda jî her’in, em berbi ç’areserîya pirsê va diçin. Çi li hev tê alandin, ew jî tê ver’esandin. Her çi jî bibe, em neç’arin, hê zêde li hev bialînin? Evê li me ferz dikin, cîhan me berbi wê va def dide. Me ewqas car got – aştî! Lê kesekî nexwast demgê me bibihê.

Dema êdî em veger’yabûn Moskovayê, di maleke li r’ex Moskovayê da bi cîh bibûn, benda amadek’arîya çûyîna Serok a ji R’ûsîyayê bûn – ya ku hê nedihate zanîn, k’a berbi k’u va, ewî pirsî:

– Çima Mahîr naynin? Qena meyê bizanibûya, k’a çi çi ye? P’êwendîyên wî bi hevalên me r’a hene.

Berpirsyarê k’oma p’arastinê bersîva vê pirsê da:

– Hûnê di balafir’gehê da hev bibînin, ew bi pirsa çûyîna mêvan va mijûl e.

Hinekî dereng Serok got, ku dixwaze bi k’arê xwe va mijûl be, divê p’eyamê li ser bantê binivîse, û wê p’ir’ baş bibûye, eger kesekî ew aciz nekira û lê zêdekir:

– Her’e û bi wan r’a be, bi tiştekî va mijûl bibin, heya ez bidawî dikim.

…Li qatê yekê min û berpirsyarê k’omê nerdî (tavla) dilîst û sowbet dikir, dema Serok bi beşereke xweş berjêr bû û hate bal me.

– Ezê jî bigiîjim we! – ewî got.

Min cîhê xwe da wî. Serok r’ûnişt. Zar hildan destê xwe û got:

– Em matçeke dîrokî destpê bikin – matça dostanîyê di navbera K’urdistanê û R’ûsîyayê da!...

Sibetira dinê em çûne balafirgehê. Em li wir benda balafir’a ji Yewnanistanê bûn. Lê bi fermî di derbarê fir’îna wê ya ji wir t’unebû. Wê demê nûnerên dewletê gotin, ku wê Serok bişînin Şamê. Me nêr’îna Serok a di wê derbarê da ji wan r’a got, ku nabe, her’in wir, ji ber ku ew bibe sedema şêr’ di navbera T’irkîyayê û Sûrîyayê da û pşniyar kirye, ku hinekî jî bendê bimînin. Piştî demekê agahî hat, ku balafir’ ji Yewnanistanê derk’etye û piştî du katan wê bigihîje Sankt-Pêtêrbûrgê. Nûnerên dewletê pirsîn:

– Lê li wir garantî heye?

Li ser vê pirsê Mahîr got, ku hem partîyên kolîtsîonê, hem muxalefet, hem gel, hem jî r’uhanî piştgirîya me dikin.

Piştî 15-20 deqeyan pey hatina me ya Sankt-Pêtêrbûrgê r’a balafir’a yewnanî jî li wir danî. Dema em bendê bûn, mirovekî payebilind ê dewletê li bal Mahîr ji Serok r’a got, ewana Mahîr agahdar kirine, ku li vir t’u garantî nînin, ku îro R’ûsîya ji bo wê ne amade ye. Û paşê lê zêde kir:

– Bêje Serok, – ewî gote min, – eger ew carekê jî bi vî awahî bê R’ûsîyayê, wê min ji vî k’arî derxin, ezê k’ûç’e û kolanan gêzî bikim û dê nikaribim alîk’arîyê bidim we...

Nûnerê dewleta R’ûsîyayê neç’ar nema, k’ûçeyan gêzî bike.

Ji bo k’ê baş bû, ji bo k’ê – xerab? Mirov dikare ji bo vê gengeşîyê bike. …Her tiştek li ber ç’avan e: li dijî gelê k’urd û r’êberê wî yê net’ewî komploya navnet’ewî, xiyaneta mirovî, bêdadîya dîrokî pêk hatye. Cîhan weha ye – bêdad û bêexlaq… Guneh, şaşî û têberdanên pêşîyên me di vê cîhanê da ji bo me mîras mane, û îro ji bo wan hemûyan em bersîvê didin – bi t’evahîya gel û r’êberê xwe va.

Lê gelê me êdî îro bi hestî nêzîkî wê pirsê nabe, pêşîyên me û paşer’oja me ya dîrokî yên me ne, û em wan wisa têdigihîjin, wek ku ew hebûne, lê ji paşer’ojê û şaşîyên ku hatine kirin, em dersan derdixin. Lêbelê, bi wê r’a t’evahî em jibîr nakin, ku dive ji bo r’oja xwe ya sibê, ji bo pêşer’oja xwe xemxurîyê bikin, ji ber ku em bi dîrokî li hember wan bersîvdar in. Û hêvîya me ya net’ewî, pêşer’oja me di kesê r’êberê me yê net’ewî Abdullah Ocalan da li ser girava Îmralîyê ye. Ew r’onahîyê dide r’êgeha me, û gelê me bi hêvîya r’oja tê ji bo azadî û mirovahîyê r’adibe têk’oşînê. R’oja me li ser girva Îmralî hiltê, û gelê me ji wê R’ojê tîna jîyanê digire, û bi hêvîya hatina dihatûya azad têk’oşîna xwe ya ji bo aştî û dêmokrasîyê didomîne.

Ezîz ê Cewo R’ezber, 2001, Moskova