Di pêvajoya kaosê de hatina Burkay
Kapîtalîst modernîte di dîroka xwe de dem bi dem ango bi navber kaosan dijî û sîstem bi temamî dixitime. Dema mirov li van pêvajoyan dinihêre, tê dîtin ku mar neçar dimîne û ji qemça xwe, xwe dixwe û ji bo xwe ji vê xitimandinê rizgar bike, serî li hemû navnîşanan dide. Di encama lihevkirinên ku li ser bingeha polîtîkayên demî û li baloyên bi rûpoş pêşketine de, gavên pratîk ên ku dê daxwaziya azadiya gelan bêdeng bike hatine avêtin. Rastiya ku gel ‘kirde’ ne tune tê dîtin û bi rengekî dijşoreşî ev polîtîka li dijî gelê kurd tê bikaranîn. Yek ji lingê vê polîtîkaya ku li ser gelê kurd dixwazin desthilat bikin jî, çapemenî ye. Têkoşîna azadiya gelê kurd ku kirine çar parçe, bi her cure û rêbazî xwestine desteser bikin. Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiye û rojavaya kolonyalîst! bi polîtîkayên ‘şaristanî’ya xwe ve dixwazin têgihiştiniya gelê kurd biguherin. Bi asîmîlasyona kûrewî ve, ji bo serkeftina modela mirovên ‘şareza’ ên yektîp jî, ‘maf’ên îmîtasyon hatiye kerem kirin.
Kurdên Kurdistana Sor a dema Sovyeta berê, di sala 1924an de cara yekem dest bi weşana radyoyê kirin û ketin nav baweriya ku mafên xwe bi dest xistine û pê re jî nav xemsariyekê. Sovyeta ku baş dizanî dê ev pêvajo çewa bi pêş bikeve û derfetên vebûna radyoyê dabû, di sêgoşeya Azerbaycan-Ermenistan û Tirkiyeyê de piştî ku mîsyona radyoyê pê da lîstin, di sala 1929an de radyoya kurdî betal kir û rê li ber derfetên xerabkirina Kurdistana Sor vekir. Dîsa li Filistînê, radyoya kurdî ya li dijî Naziyan hat vekirin. Tu girêdana vê radyoyê bi têkoşîna netewî ya gelê kurd nîn bû. Bi temamî li gor polîtîkayên hêzên derve, bi zimanê kurdî û bi naverokeka li gor mêjiyên kedxwaran û kedxwariyê, weşanan dikir. Piştî ev erk jî temam bû, radyo hat betalkirin. Di sala 1988an de jî li Îraqê, di dema rejîma Seddam û komkujiya Helepçeyê ya bi çekên kîmyewî de, Tv’ya bi kurdî hat vekirin û govenda bi tirkî û kurdî li ser ekranên vê TV’yê hat pêşandan. Piştî Îranê jî dît ku ev polîtîka bi kêr tê, demildest ‘Seher Tv’ da vekirin, dest bi weşana kurdî kir û îdamkirina zarokên kurdan, bi zimanê wan bi wan da temaşe kirin. Gelê kurd pêşî kirin armanca hêzên nîjaperest û faşîst û bi fîzîkî tune kirin, piştî li dijî van êrîşan berxwedanê dest pê kir jî, xwestin kurdan bikin bin bandora polîtîkayên bi lanet ên nijadperest ên derdorên ‘dost’ ên çepên lîberal. Di encama tespîtên ku şerê bi xwîn û siyaseta qebe têre nakin de jî, bi polîtîkayên xiyalî ku me li jor anî ziman, xwestin têgihiştinan bikin bin kontrola xwe û armancên esasî bidin jibîrkirin. Ev polîtîka di roja me de bi rêya kanal û rêbazên cuda bi zêdayî têne domandin. Polîtîkayên bilind ên kapîtalîst modernîteyê tenê bi rêya medyayê nayêne pêkanîn; îkonên aktor-partî-pêşeng ên polîtîk ku dê girseyan bikaribin bikin bin kontrola xwe jî, di nav koxika xwe ya kûrewî de digire. Her çendî hin teorîsyen-îdeologan xwestibin vê rewşê bibişkêfin jî, bandora ku hêvî dikirin, nekir û nekarîn van polîtîkayan ji bîra gel bitemamî bibin. Rejîmên Rojhilata Navîn yek bi yek xerab dibin an jî neçarî veguherandinê dibin. Bûyerên kuantumîk ku dikarin mîna rewşa domînoyê bêne binavkirin bê guman ku dê bandora xwe li Tirkiyeyê jî nîşan bidin. Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku hêzên kolonyalîst li ser kûr dibin, bi polîtîkayeke nû tê kontrol kirin, serîhildanên gel têne rawestandin û dixwazin rê li ber pêşkeftinên pengavên radîkal ên şoreşger bigirin. Felsefeya ’eger şoreş bibe jî, em ê bikin’ dide nîşan ku polîtîkayeke nû kirine dewrê. Dema mirov bala xwe bide armanca damezirandina AKP’ê, bi destekkirina îslama nerm re dê Rojhilata Navîn çewa derbasê Îslama bi kontrol bibe û lêkolînên bi vê armancê çewa li Washingtonê têne kirin û çewa ji dûr ve vê erdnîgariyê kontrol dikin, careke din dê zelal bê dîtin. Lewra AKPya ku li Rojhilata Navîn mîna nûnerê 30 welatên ereban tevdigere, bi îtirafa serokê DYAyê Obama ‘Erdogan li ser navê me diaxive’ re, nekarî nasnameya xwe zêde veşêre û bi vê hêrsê sîyaseteka bêpaxav û bêperwa li pêş xist. Ji bo rûpoşkirina zilmê û veşartina polîtîkayên xwe yên rastî jî hin kanalên Tv’yan, radyo û rojnameyan dane vekirin. Rojnameya Hurriyetê ku ji sala 1948an û vir ve, di xeta netewedewletê de şêwirmendiya şerê taybet ê asîmetrîk ê psîkolojîk dike, bi pêşkeftina AKPê re ciyê xwe ji rojnameya Zamanê re hişt. Rojnameya Zaman ku qîma xwe bi dubarekirina dîroka xeta faşîst jî nayne û li gel berdevkiya îslamiyeta ku têkilî desthilatdariyê bûye, rola xwe ya ji bo rûpoşiya veşartina zilmê jî, dispêre felsefeya ‘her tiştên ji bo xwegihêştina armanca esasî têne kirin mubah in’. AKP ku nûnerê erkdar ê îslama siyasî ya bi kontrol e û dixwazin vê li tevayê Rojhilata Navîn ava bikin, ji bo rê li ber îhtimala deşîfrasyonekê bigire kanalên Tvyan û rojnameyan dike şirîkê pergaleke bi vî rengî, sermayeya holdîngan mezin dike û bi vî rengî dengê wan dibire. Li dijî gelê kurd jî ku hevpariya zilmê nake û çareseriya xwe bi pêş dixe, bi siyaseteka li ser bingeha înkar û tunekirinê bilind dibe nêzîk dibe û hewl dide ku xiyalan vegerîne xewnereşkan û mîna pêkhatina xiyalan bide pejirandin. Rojnameya Zamanê jî ku ji nûçegihaniya azad û serbixwe dûr e, li gor ‘demokrasiya pêşketî’, ‘bajarên demokrasiyê’ yên herêmê bi tiliya xwe ya ‘şadetê’ nîşan dide, bingeha operasyonên siyasî yên ji bo derdestkirin û avêtina zîndanan a kurdên azad bi nûçeyên derew û asparagas amade dike. Piştî van operasyonên ku dixwazin kurdan di qada legal de bêyî pêşeng bihêlin jî ‘kurdên xwe’ di rojnameyan de dikine manşet, di Tvyan de ‘birêz’ dibêjine wan û didin pêşberî gel. Vegera Kemal Burkay a ‘welat’ a ‘Stenbolê’ jî, ji vê polîtîkayê serbixwe nîne. Di demên kaotîk de eger diyar nebe ku zengil ji bo kê lê didin, di nîvê çalakiyê de rast li mudaxeleya pergalê tên.
Her derdor dipejirîne ku di mijara pirsgirêka kurd de em di demên dîrokî re derbas dibin û êdî rê li ber çareseriyê nikare bê girtin. Hevdîtinên Serokê PKKê birêz Abdullah Ocalan ên bi rayedarên dewletê re ketiye pêvajoya muzakereyan û li ser protokolan jî, li hev û du kirine. Nîqaşên li ser xweseriyê jî di raya giştî ya kurd de bilind bûn û daxwaza îlankirina wê hat kirin ku di emcam de, di 14ê Tîrmehê de jî hat îlankirin. Li hember vê rastiya ku kurd statuyek dixwazin û ji bo vê gavên pratîk davêjin jî, hukûmeta AKPê Kemal Burkay ji ser rojnameya Zamanê vedixwîne welat ku ev bivê nevê pêvajoya 91-93’an tîne bîra mirovan. Li herêmê her roj bi dehan kes dihatine qetilkirin, wezîrê karê hundir ê Tirkiyeyê yê wê demê Îsmet Sezgîn di ekranên televizyonan de ji bo Kemal Burkay digot: “Em dixwazin birêz Burkay vegere welêt”. Diyar e Burkay di rengê helbestê de ‘pisîkeka min jî nîne’ dê ji manşetan danekeve. Di ekranên CNN Turk de Burkay dibêje: “Kirinên min temînat in ji bo tiştên ez dê bikim.’ Bi vê gotinê ji xwe Burkay îtiraf dike ku ji bo xwerexnekirina paşerojê û hemêzkirina gel nayê û ev gotin îlana vê ye. Burkay diyar dike ku şert û merc êdî gihîştine û dema vegera wî ya welat hatiye. Burkay balê dikşîne ser grîngiya dema ku wê bê jî. Di demeke wiha de ku yekîtiya gelê kurd xurt bûye, hêviya me ciwanan e ku Burkay careke din nekeve şaşiyên xwe yên berê, lewra nêzîkayiyên bi kompleks, nikarin tiştek bidin vî gelî ku ev bi tecrûbeyan diyar e. Di van rojan de ku yekîtiya neteweyî hatiye pêşxistin, civak xwe bi her rengî bêtir dide der li gel hemû daxwaziyên xwe ve, nêzîkayiyên marjînal dê li ba gel bêne mahkûmkirin û tu rûmetê nebînin. Birêz Burkayê xwedî tecrûbe vê yekê dizane. Di 31 salên jiyana xwe ya li Ewropayê derbas kir de Burkay ji bo wêje û helbestê jî dema xwe veqetand û ez jî niha dixwazim helbestek John Donne diyariyê wî bikim.
"Mirov ne girav e, tevahî ne hîç e bi serê xwe; Parçeyeke parzemînê ye, yek dilopek e li nav okyanûsê; Teneyek ji axê bi xwe re bibe derya, dê piçûk bibe Ewropa, Mîna ku pozek wendakirî be, an malikxaneya dostên te an yê te be, Dema dimire mirovek ez kêm dibim, lewra ez parçeyek mirovahiyê me; ha ji ber vê ye ku hema wisa pirs neke ka zengil ji bo kê lê didin; ji bo te lê didin." Berxwedan YARUK