Di rojeke dîrokî de gaveke dîrokî
Havîna heman salî jî, ez li Stenbolê bûm û li gel ku min li rojnamê kar nedikir jî, ez çar meh hema bêje her roj li wir bûm. Wê demê Abdullah Keskîn, Mazhar Günbat, Zana Farqînî, Nîjad Arda û Aynur Bozkurt hebûn li rojnamê. şefik Beyaz û Mirhem Yigit jî, di destpêka rojnamê de hebûne lê dema ku ez li wir bûm ew ne li rojnamê bûn êdi. Amed Tîgrîs jî, ji Stockholmê bi nivîs, pêşniyaz û rexneyên xwe keda xwe tevlî rojnamê dikir.
Min berê jî weşanên bi kurdi ku bi destê min diketin dixwendin û piştî rojnameya hefteyî Welat derket jî, min her hefte hemû nivîsên wê dixwendin, lê cara yekem min ji Welat re nivîsî. Hevalên rojnamê nivîsê baş dîtin û nivîsa min di bin navê Salar Amedî de hate weşandin. Piştre jî min nivîsên xwe domandin, lê ya rastî min xwe hînê xwendin, nivîsandin û rêzimana kurdî dikir. Bi kurtî û serbilindî dikarim bêjim ku ez şagirtekî Rojnameya Welat bûm û spasdar im. Ez bawer im ku gelek kesî, mîna min, bi xêra Rojnameya Welat kurdiya xwe pêş xistin û hînê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bûn. Loma jî dikarim bêjim ku Rojnameya Welat roleke dîrokî lîst.
Di nav van 14 salan de gelek tofan hatin bi ser rojanamê de. Herweha nav û xebatkarên rojnamê jî gelek caran guherîn lê navê "WELAT" her ma!.. Û Welat, xwe ji sirgûniyê rizgar kir û vegeriya ser axa welat.
Welat, di dîroka rojnamegariya bakur de xwedî temenê herî dirêj e û di vî warî de jî, bi serê xwe dîrokek e û dibistanek e.
Wate û girîngiya 15ê tebaxê tê zanîn; biryara destpêkirina rojnameyeke rojane di rojek weha girîng de, biryarek bi wate û di cî de ye. Lewra gaveke dîrokî, di rojeke dîrokî de hatiye avêtin.
Belê, zext û zoriyen mezin, derfetên pir kem ên bi taybet kadroyî û abori û fedakariya kedkarên rojnamê divê neyê ji bîr kirin, lê li gel vê jî, Azadiya Welat diviya di van 14 salan de, di warê ziman de bikaribûya kêmasiyên xwe çareser bike, bigihêje asta profesyoneliyê û bibe mîna akademiyek, lê mixabin divê bê gotin ku hîn gelek kêmasiyên rêzimanî, devokên herêmî û bêjeyên çêkirî û xav yên rojnamê hene. Piştî 14 salan û rojnamayeke rojane, divê êdî kar û xebatek profesyonelî bê kirin. Hêvidar im ji neha û şûn ve, bêtir li ser van kêmasiyan bê rawestandin û çareser kirin. Her kurdek dilsoz û hemû rewşenbîrên kurd, divê pişt bidine vê rojnamê. Ji destê kî çi bê dive bike û rojnameya rojane Azadiya Welat jî, divê hembêza xwe bêtir veke û di vî warî de ne xwedî pîvan û prensîbên hişk û teng be.
Rojnameya rojane Azadiya Welat li gelê kurd pîroz be. Mala wan ava ku vê derfetê ji bo gelê kurd afirandin.
(Têbinî: Ev nivîs ji rojnameya rojane Azadiya Welat re jî hatiye şandin.)
Stockholm, 2006-08-14