Di salekê de çi guherî?
Di şerekî de, her du aliyên ku şer dikin an ji aliyê leşkerî ve hev û du têk dibin û yê serkeftî li ser kavilên wî şerî baş an xirab ji nû ve tiştek ava dike, yan jî şer dirêj dibe, her du alî jî bi hev nikarin û neçar dibin li ser maseya ”aştî”yê, rûdinên.
Rewşa Kurdistanê:
Beriya her tiştî çar parçe ye, Kurdistan. Eger em bindestiya kurdan ji peymana Qesrî Şîrîn (17 Gulan 1639) a di navbera Osmaniyan û Safewiyan ve bigirin jî, dîsa 375 sal derbas bûye. Piştî wê, ji serîhildana Babanzade Ebdurehman Paşa (1806-1808) bigire heya Serîhildana Dêrsimê, her çendî bi motîfên kurdî bin jî, ji sînorên herêmekê û bandora eşîrekê derneketine. Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku îroj li gel hemî şaşî û kêmasiyan jî, Başûrê Kurdistanê, ne di bin dagirkeriya dijminan de ye û alayeka kurd lê bilind dibe.
Cudahiya rewşa bi taybet jî Bakurê Kurdistanê çiye?
Ji ber bindestiya salên pir dirêj û polîtîkayên herî gemar ên asîmîlasyon û bi her rengî tunekirina gel û civaka kurd, talan û diziya ziman, çand, folklor, muzik, dîrok û hemû nirx û rûmetên ji dîroka me ya kevnare mayî, dîsa talan û wêrankirina hemû dewlemendiyên sererd û binerdên Kurdistanê û perîşan û birçîhiştina gelê kurd, dil û mêjiyê gelê kurd jî parçe parçe bû û civak, mîna tora riziyayî ji hev de ket. Tu girêdaneka giyanî û mêjî di nav civakê de nema. Li şûna wan, tiştên derew, çelexwarî, çêkirî ku bi tu rengî ne li gor giyan û rastiya dîrokî ya gel in, hatin bicîkirin. Di civakeka wiha bi her awayî jihevdeketî de, bê guman ku pêşxistina siyaseteka rasteqîn ku xwe bi gelê xwe û cîhanê jî bide nasîn û pejirandin, hema bêje ne pêkan bû. Ev hemî têne zanîn.
Ji bo gel û civakeka mîna ya me, şoreş ne tenê di warê leşkerî de ye. Şoreşeka çaralî û li ser bingeha rastiya gel û netewa xwe, serbixwe diviya hatibûna kirin. Şoreşa civakî, ya herî grîng bû û dê li ser bingeha wê jî siyaseteka rasteqîn ku dê bi xwe re danasîn û dapejirandina bi cîhanê jî bihaniya. Mirov dikare wiha rêz bike: Serkeftina leşkerî, ya civakî û ya siyasî. Ev her sê serkeftin bi hev ve girêdayî bûn û dê bi xwe re serkeftin û rizgariya gelê kurd û Kurdistanê jî bihaniya.
Dema mirov bi çavekî bêalî û objektîf li pêşkeftinên li nav civaka kurd ên van bi taybet 35 salên dawîn binihêre, dê mirov bikaribe nirxandinên berçav û rasteqîn jî bike, encamên rasteqîn jê derîne û serkeftina Tevgera Azadiyê jî baş bibîne. Ji polîtîzebûna civakê bigire, heya li gel hemû kêmasiyan jî, giyan û baweriya neteweyî ya kurdayetiyê ya civakê, guherîna mezin a berçav a reng û dengê jina kurd di nav civakê de, bixwebaweriya civakê û gav bi gav veqetîna giyanî ji dijminên xwe û gemariyên di nav civakê de hatine afirandin; bi van re veqetîna civakê ji partî, sazî, dem û dezgehên dijminan û hîn gelek tiştên din ku dikarine bêne gotin. Her wiha Tevgera Azadiyê û di bin rêberiya wê de têkoşîna bê hempa ya gelê kurd, siyaseta tê meşandin, îroj êdî ji aliyê hemû cîhanê ve têne zanîn û pejirandin. Ev hemî jî, ji bo civakeka mîna civaka kurd ku bi her awayî têk çûbû û ne rengê wê mabû, ne jî dengê wê, bi serê xwe şoreşên mezin in.
Kesên ku ji bo Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê dibêjin siyaseta kurd nakin û ji bo kurd û Kurdistanê nakin, an nizanin, eger polîtîkayên 12ê îlonê biserketibana îroj li ser navê kurdayetiyê tu tiştek nemabû û em hîn jî li ber dengê Kuçuk Emrah digiriyan, an jî, ji bo têkçûn û bêkêriyên xwe veşêrin bi zanebûn rastiyan manîpule dikin,. Lê berjewendî û pêşeroja gelan, ji ya kesan pir pir wêdetir û grîngtir e. Kesên li gor vê rastiyê tevgeriyane hene û yên li gor vê rastiyê tevnegeriyane hene. Gotin çi bin jî, encam li ber çavan e.
Tevgera Azadiyê di warê leşkerî de jî her çendî dijmin ji ser xaka Kurdistanê paqij nekiribe jî, bi ser ketiye. Lewra li hemberî hêzên NATOyê, bi tena serê xwe û hêza gelê xwe têkoşiyaye 30 salî û hîn jî ji her demê bihêztir e. Dijmin nekariye di warê leşkerî de serî li Tevgera Azadiyê bide tewandin, an derbeyên mezin lê bide. Lê Tevgera Azadiyê bi hêza xwe ya leşkerî ew hemî şoreşên civakî û siyasî pêk aniye, rê li ber siyaseta legal vekiriye ku îroj dengê herî kêm ji sedî 60ê civaka kurd digire. Ew ji % 60 heya 30 sal berê ne ji % 0,1 jî bû!.. Em îroj dema dibêjin ”çima yên mayî hîn jî bi partiyên dewletê ve girêdayî ne”, divê em van hemî rastiyên li jor hatine nivîsîn li ber çav bigirin û piştre van pirsan, hinekî bi wijdantir bikin. Her wiha divê bê zanîn ku li hemberî her gavekî Tevgera Azadiyê, dijmin bi derfetên xwe û piştgiriya mezin ên ”dost”ên xwe, deh gavên herî gemar davêje. Ev şerekî mezin e ku ne tenê di qada şerê leşkerî de, lê di her aliyê jiyanê de tê meşandin.
Pêvajoya Çareseriyê:
Salek berê, bi xwendina nameya birêz Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de, ev pêvajo dest pê kir. Name jî, pêvajo jî, gotinên hatine kirin, gavên ku hatine avêtin an diviya bihatana avêtin û hemû tiştên bi vê pêvajoyê ve girêdayî jî, pir hatin axaftin û nîqaşkirin. Çi rast û çi ne rast. Hema bêje hemû derdorên kurd ên ji derveyê Tevgera Azadiyê, rexneyên pir tûj li naveroka nameya birêz Ocalan girtin. Heta hin kes û derdor pir êrîşên gemar jî kirin, hîn jî dikin. Gotineka pêşiyan heye; ”Kirinek ji hezar gotinê çêtir e”. Salek derbas bû. Ka em binihêrin, çi di warê siyaseta navneteweyî de, çi di warê siyaseta legal de, çi di warê leşkerî, çi di warê civakî de, aliyê kurd çi wendakir gelo? Tevgereka Leşkerî ku 30 salan di mercên herî zahmet de li dijî hêzên NATOyê şer kiriye û dijminê xwe li hemberî bedêlên giran be jî neçarî avêtina hin gavan kiriye, di şer de îsrar bike baş e, an fersendê bide rêyên çareseriyên ji derveyî şer baş e? Eger alternatîfa yekê berdewam bike dê ji niha û pêve êdî çi kar bike û çi wenda bike, an alternatîfa duduyan pêk bîne dê çi kar bike û çi zirarê bike? Bersiva bi wijdan, objektîf û rasteqîn a van pirsan dê xumama li ser çav giyan û mêjiyên hin kes û derdoran jî paqij bike. Dîsa pêşiyên me dibêjin; ”Birîndar bi birîna xwe dizane.” Yê ne di govendê de be, ne xwêdan dide, ne diweste, ne jî dengê def û zirnê bi qasî yê di govendê de ye bala wî/ê dikşîne, an guh didê.
Niha Car din Newroz e. Salek derbas bû, lê li gel hemû fedakarî û sebra mezin, dijmin tu gavî neavêt. Me tiştek wenda kir? Na!. Dijmin? Belê!. Çewa? Li rewşa me, çi di warê civakî, çi siyasî û çi leşkerî de binihêrin û li rewşa dijmin jî binihêrin, dê bê dîtin.
Ji sala 1978an cuntaya leşkerî û vir ve her hukûmeta hatiye serî, bi armanca têkbirina Tevgera Azadiyê hatiye, ango anîne serî. Ji wê demê û heya niha 23 hukûmet guherîne. Li dîroka hatin û sedema çûyina hemiyan binihêrin, dê bê dîtin ku bi vê armancê hatine û dîsa ji ber bi ser neketine, têk çûne. Rewşa vê hukûmeta dawî jî ne cudatir e. Yan divê êdî gav bavêje ku ev kara me ye, yan jî dê têk biçe ku ev jî ne zirara me ye. Û têkçûna vê hukûmetê, dê ji yê hemiyan xirabtir û bidengtir be. Encamên wê jî dê li gor wê bin bê guman.
Di Newrozê de çi peyam bê dayîn jî, ji bo Tevgera Azadiyê û Têkoşîna Gelê Kurd dê çi biguhere? Heya niha bi têkçûna 22 hukûmetan çi guherîbe, dê bi têkçûna hukûmeta 23an jî, tiştek cuda nebe. Tişta grîng ku îroj kurd bêtir polîtîze bûne, ji xwe bêtir bawer in, gavên bi biryar davêjin û gavên De Facto davêjin, alternatîfên xwe diafirînin -ku divê ji xwe wisa be- û dijminê xwe neçarî pejirandina van gavan dikin. Şoreşa Rojava ji xwe bi serê xwe îsbateka serkeftina Tevgera Azadiyê ya li ber çav û îsbatkirî ye.
Mahabad Felat Arda 2014-03-19