Di Sedsala 19’an û 20’an de Kurd û Ermenî
Beriya şerên bi Ûris re , bi taybetî jî beriya Şoreşa Fransî têkilîyên Kurd û Ermenîyan ji yên gelên din ên cihanê ne cudatir bûn.
Her çiqas dewleta Osmaniyan, bi ayetên Quranê û bi gotinên Hz. Mihemmed û bi mecele ya ku “ji van her duyan zabû” ve dihate birêvebirin jî, li Kurdistanê û li herêmên ku kurd û ermenî bi hev re dijiyan, bi “şer’a Xwedê” bêhtir bi zagonên xwezayê dihatin birêvebirin. Ji berê berê ve çiyayên Mezopotamyayê di destê kurdan de bû. Wê demê çiya di destê kî de bûna deşt jî ya wî bû; ji ber ku bê zozan sewal xwedî nedibûn. Birrên pez û keriyên hespan ji bo bazirgniyê malên herî stratejîk bûn û bê destûra eşîrên kurdan, ji mezopotamyayê heta nîvê Kafkasyayê û derdorên behra Hezarê, kesî newêrîbû sewalan biçêrînin. Riyên bazirganiyên ku di vir re derbas dibûn jî bi tevahî di destê wan de bûn. Kurd bi hezaran salan debara xwe bi stratejiya welatê xwe kirin . Bac, ne be xerac, ew jî nebe dizî û talan dîsa nebe şer û kuştin… Tişta bala mirov dikişîne Kurd, van çalakiyan, di dirêjiya bi hezaran salan de, tenê di welatên xwe de pêk anîne! Tu dibêjî qey bi hezaran salan e, di kûrahiya dilên xwe de dagirkirina welatên xwe bi vî şiklî protesto kirine!…Di cih de ye ku mirov bije ; “kurd tu car nehiştine ku kes bê bedel pêlî axa wan bike” Kurd, gelên deyştên xwe yên bi çandinî û pîşesaziyê debara xwe dikirin, mînanî pez û dewarên xwe dihesibandin û wana wek “filên me”, “qereçiyên me”, “tirkmanên me” binav dikirin û li wana xweditî dikirin, wana ji neyaran diparastin. Gava riya eşîrên Kurdan bi deyştên dûrî Kurdistanê diketin, wê demê ji bo çêra sewalên xwe bertîl didan hêzên serdest ( Sefîrê Îtalyayê R.G.DE CALVİJO,di sala 1403’an de li Nişabûrê rastî kurdên ji eşîra Elavarî tê. Ev eşir ji 400 çadiran pêkhatiye û xeynî pez û dewaran xwedî 20.000 deve ne û ji bo heqê çêrê salê 3.000 deve û 15.000 pez wekî bac dane Tîmûr. Lê li Kurdistanê, bi hezaran salan bû ku hukmê eşîrên kurdan berdewam bû. ( Bnr; R.G. DE CALVİJO, Anadolu Orta asya ve Timur, Ses yayınları 1993 rûpel:115) Kurd, gêlên din ji bo berjewendiyên xwe di deşşt û qûntarên çiyayên xwe de dihewandin û diparastin. Wek mînak, Ermenî gem û zîn û nalên hespên wan, tevahiya amûrên di jiyana rojane de dihatin bikaranîn çêdikirin û difrotin. Genimê wan bi heqdest dihêrandin. Eşîrên Kurdên nîv-koçer, zivistanê bi kulfetê xwe û bi hezaran sewalên xwe diketin gundê Ermeniyan û heta derê biharê li wir diman. Di vî mijarê de yek ji serokên şoreşger ên Ermeniyan ên sedsala 19’an, Nivîskar Raffî wiha dibêje: “Kurd, “ewladên xwezayê ne” û bi serê xwe ne (bi gotina kesî nakin). Di bin asûmanêmanê Xwedê de bi sewalên xwe jiyana xwe derbas dikin. Ew şivanên bê xani û bê war in. Hebûna wan konên reş in. Tenê berf, sur û seqema zivistanê dikare wana ji çiyayên Kurdistanê - delalîka ber dilê wan - bi dûr bixe û bîne xwarê. Ji xwe, wê gavê jî ne xema wan e! Çer hebe malên Ermeniyan mecbûrin dê van mêvanên bêteklîf bihewînin. Kurd, tevî sewalên xwe, heta dîsa çiya gazî wan bike,wê li ser malên Ermeniyan bimînin ” (Raffî,Tevahiya Nivîsên Wî,Weşanên Çirûsk,Rewan,1963,rpl:360) Ev rewş heta serê sedsala 19’an bi vî hawî di kudîne. Ji vir şûn ve dewran, bi şoreşa Fransî û bi soreşa Pîşesazîyê vediguhere. Êdî li tevahiya cihanê bi gotina hêzên mezin ên navneteweyî dibe. Li alîkî netew ji bo mafên xwe yên neteweyî radibin, li alîkî din jî, hêzên emperyalîst van aloziyan ji bo berjevendiyên xwe yên gemarî carinan gur dikin, carinan difetisînin. Êdî ne Ermenî “filên Kurdan” bûn, ne Kurd “zarokên azad ên serê çiyan û banîyan” bûn. Ew bibûn pezkûvî yên Kurdîstanê; li çîya qoçên hevdu dişkênandin, lê li hemberî nêçîrvanan çok datanîn! Fitkirina(provokasyona)emperyalîstan li alikî, axayên nezan ên Kurdistanê li alîkî, neteweperestên ermeniyan jî li alkî bûn. Ermenîstan a Azad a gorî dilê wan tevahiya bajarên Serhedê û piraniya bajarên kurdistanê - car caran Amed jî tê de – dihundirand! Di mejûyê neteweperestên ermeniyan û di yên serokeşîrên kurdan de li ser heman axê jiyanek hevbeş ji vir pê ve ne mimkun bû. Lê, Malbata Bedirxaniyan ( sazûmankarên rojnameya KURDİSTAN ), hin rewşenbîrên kurd ên bi neteweperweriyê hesiyabûn û sosyalistên ermeniyan ( Partiya Hinçak) ne xwedi projeyên berbiçav bin jî, bi gotin û nivîsan biratî û hevkariya her du gelan û pêwîstiya jiyanek hevbeş bi lêv dikirin.