Dibilînim -1-
Ma tu dizanî? Carinan, ji bo berî mirinekê, ez te carekê bi tenê di xewna xwe de bibînim, zû radizêm.
Tirsa min ew tirs e, ku berî mirinekê ez qet te nebînim.
Ma tu dizanî, bê êşa vê çi kûr, çi pir, çi giran e? Heke ne ji bo dîtina te ya carekê bûya, niha min ji zû ve kêrk tûj, devagir, bihostekê bi ser dilê xwe de ajotiba, wekî mirov xwê berde ser birîna xwe.
Tu tişt, çûna te ya di riyeke rast de jî, êşa min nakuje, keça min. Her kêlîka ku çavên min vekirî û hişê min li serê min be, heçî tiştên xuya dikin te tînin bîra min.
Do, min keçika cîranê me dît, şeş mehî. Tu hatî bîra min, por zer, rû bi mizicîn, çav ronî, bi çarpiyan.
Her ku tu nexweş diket, min tirsa ku gelo ev nexweşî xweşika min nekuje ji dilê xwe nediavêt. Xew medima.
Lê niha ji êvar de radizêm, ji bo te di xewnekê de bibînim, porsora min.
Dema deriyê qumdînê vedikim, ji bo rahêlim qedehekê, tu tê bîra min, sal bi sal. Ji dema ku destê te nedigihaşt derî, heta demên te ser wê paqij dikir.
Min go "Xwedêwo! Qey ev êş ne girantir e, ji xelatên tu pêşkêşî me dikî?" Kîjan bihuşt dikare vê êşê bi me bide jibîrkirin, ku em di hev bibihurin?
Bavê te dibêje "Xwedê dikare her tiştî ji serê mirov derxe û bavêje". Min go "ku wanî be, çi ferqa me ji pêlîstokekê heye, hema hewce ye ji bo me tu bihuştan çêke, bila me hemûyan di dojehekê de bi dilê xwe bişewitîne".
Keça min, vê çûna te, vê tunebûna te qible li ber min şaş kiriye.
Bavê te dibêje "em ê li dinya din hev du bibînin". Bavê te wisa ye, hîn wekî xwe ye, nizane dinya ji ku hat, bi ku ve dihere. Lê, qîza min, min li vê dinê xwediyek ji xwe re nedît, ku pişta xwe pê ve girêdim, ji ber wê jî, ez ê îşev dîsa zû razêm, hela bê tu nayê xewna min, berî mirineke bêveger, te bibînim, şervana êşa min.