1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Dil û mêjiyekê mezin -2
Dil û mêjiyekê mezin -2,dil,û,mêjiyekê,mezin,2

Dil û mêjiyekê mezin -2

A+ A-

Jiyana Apê Mûsa tê zanîn. Ew li gundekî bi navê Zivingê girêdayê Nisêbînê ji diya xwe dibe. Apê Mûsa dema behsa jidayikbûna xwe dike, di nav miqayeseyeke bi kontirast de xwendevanên xwe serwext dike: Recaizade Ekrem di jînenîgariya xwe de ewil behsa bajarê helî navdar Stenbolê dike, piştre tê ser taxa helî navdar li vî bajarî û dawî jî tê ser jidayikbûna xwe di seray û koşka bav û kalên xwe de ku koşka helî navdar di taxa helî navdar ya  bajarê navdartirîn e.

Apê Mûsa jî piştî behsa bajarê Nisêbînê û gundê Zivingê dike tê ser şikefta tê de çêbûyî.
Apê Mûsa hosteyê miqayeseyan e.

Di yeke din de xwe û fîlozofê Yewnanî Pilaton dike mijara heman meqalê.
Navê meqaleya wî ” Ez û Pilaton e”. Gotinên ewil wiha ne: Hun dê niha bêjin Mûsa tu li ku û Pilaton li ku.  Xemnake em herdû jî evdê Xwedê ne. Pilaton xweziya xwe bi çend tiştan aniye ku Xwedê ew li Atîna daye, welatiyê Atîna ye, Mamostê wî Sokrat e û ew ne jin belê mêre.

Îca Mûsa ji bo xwe çi dibêje em li wê binerin: yê min Xwedê ez di şikefteke zivingê de dam dinyayê, mamosteyên min jî kesên mîna Hifzî Velidedeoglu bûn û ez mêr jî hesab nabim, ji ber ku heta niha bêhesab car dewletê tişt nemaye û neaniye serê min.

Di yeke din de xwe bi Seîdê Kurdî re li mêzênê dike:
Seîdê Kurdî di temenekî li dora 90 salî de çû ser dilovaniya xwe, ez jî ya ez ê bi qasî wî temen bikim yan jî wî derbas bikim, kesên me nas dikin dibêjin çavên we jî mîna hev in; yek biçûk û yek mezin e, dewletê meqam, zêr û pere teklîfê wî kirin, tenezul nekir, ez jî wiha, ji ber bîr û bahweriyên xwe eziyet nema û nedît, avêtin şêtxane û dînxanan, yê min jî 40 salan gelê min ez fêm nekirim û bi çavên serseriyan li min nerî”.

Meqalên Apê Mûsa kurt û kin bûn, rûpelek derbas nedikirin, belê tije û dagirtî bûn, rexnegîrane, mîzahî û watedar bûn, carna tiştên kitêbeke temam dixwest bi peragrafekê, bi çend hevokan xwendevanê xwe li ber dixist û merama xwe digot.
Ne tesaduf bû ku pirr dihate xwendin, mirov ji xwendina ji wî têr nedibû.

Bihara 1992 an li Stenbolê ji bo Rojnameya Gundemê hejmarek nivîskarên kurd û tirk ku navnîşana heman rojnameyê ye ku piştre hate bombekirin û rojnamevanek hate kuştin, naverok, beş, cihên nivîskaran û hwd. dihate nîqaşkirin.
Cîvîn ji aliyê Ragib Duran ve dihate birêvebirin.

Raxib piştî dîtin û pêşniyazên xwe kirin, gotin anî ser meznahiya Apê Mûsa:
Me ji Apê Mûsa pirsî ma tu di kîjan rûpelê rojnamê  de dixwaze binîvisînî, wiha bersiva me da:
Raxib benim için gaztenin şu veya bu sayfasi mesele degil, ben kendimi okutmasini bilirim, ango Ragib ev rûpel yan bêvan rûpel ne girîng e ji bo min, hun cîhê we pêwist dît bidin min, ez dizanim xwe bidim xwendin.

Bi rastî jî di rojnamê de ji bo wî rûpelê ewil, navîn yan jî dawî ferq nedikir, ew di ku de ba xwendevan lê digeriyan, berî herkesî ew ewil dixwendin. Bi nişa û bi tehm bûn nivîsên wî. Ewçendî ku texmîn bikin dilê hût û hosteyekekî gotinê mîna Ezîz Nesîm dibijiyayê, didexisiyê xwe li himber Apê Mûsa biçûk didît .

Carna min jê dipirsî ka gelo çawa dikare wiha kurt, xwurt û tije binîvisîne, ”Lawo” digot:
Rih û cewherê gotinê ewçendî dirêjî  û liderûdora wê çûnûhatinê naxwaze, di çend gotinan de ye cewherê mesajê, yê din ambalaj e, xemle, serdor û derdor in.

Belê ev ji herkesî naye, dilê pirr kesan dibijiyê ,bi dest wan ve hilnaye, wê ev behre û hêza stîleke wiha ji ber xwe ve çênebûbe, wê encamek be, dîrokekeke wê gerek hebe yan na ?
Belê digot
Dema salên 1937 an li Edenê min dixwend, mamosteyeke me ya kompozisyonê hebû, digote me: li ser filan mijarê du pelan binîvisînin,  piştre bikin pelek û û wê jî di bikin peregrafek û dawî jî wê peregrafê bi hevokekê yan jî bi sê hevokan îfade bikin. Me ji wiha dikir.

Nivîsandina kurt, mîzahî û rexnegîrane wek celebekî heye helbet, ev hem li Tirkiye û hem jî li welatên din yên cîhanê nimûneyên wê ne kêm in.

Tê bîra min salên 67, 68.. rojnameya Akşam hebû, di rûpelê duhem de  bi navê ” Şeytanin gor dedigi” , ango ya ku Şeytan dibêje bibîn, fiqreyên Çetin Altan derdiketin. Berêtir jî bi navê Neyzen Tewfik nivîskarek hebû, di hinek nivîsandinên Apê Mûsa de jî navê wî derbas dibe, mesele gotinên wî ji bo Siltan û ji bo Silêman Nazif navdar in.

Belê stîl û coreyê nivîsandina Apê Mûsa pirr xweser bû.  Tu li esil û esasê wê binerî stîlek bû ku di encama xwendineke zêde , tecrûbeyeke dewlemend û zincîreke têkilî de hatibû pê.

Di vî stîlî de aqilmendiya Mezepotamyayî, dahîtiya sokratesî, damarên rojhilat û rojava di nav hevhimbêzkirineke harmonîk de di kesayetiya Mûsa de bûbûn hunerek, bûbûn hêzek.

Di vî stîlî di tenişta damarên giştî, kevin û nû de damareke Stililiyane, damarên xelk, gel, kultur, ol û mezhebên herêma Rojhilata Navîn jî hebûn, gişan Apê Mûsa ji xwe re kiribûn navnîşan, xwe lê girtibûn û li ba wî civan dabûn hev.
Hosteyê gotinê bû, gotinên wî her yekê bi çend gotinan û peregraf û rûpelên wî jî her yekê bi çend peregraf û rûpelan bû. Wek ferqa zemanekî di nav perên Tirkiye û em bêjin sterlîngên Ingilîzî de.

Strateg û ekonomê gotinê bû, gotin jê re sernerm û amadeyê xizmetê bûn, nav wî û zimanê kurdî gelekî xweş bû, di pênûsa wî de gotin bi eşq dihatin ber barê xwe, bi dengê bilind em vane digotin, gotin ber pê de dibeziyan, diketin rêzê, temene dibûn jê re. Lewra di destê wî de, bi zimanê wî gotin, bi hêza xwe, bi erk û fonksiyonên xwe dihesiyan, xwe keşif û tap dikirin, nemir dibûn.

Heger mirov bêje gotinên wî di axaftin û di nivîsandinê de heryekê dibû bi qasî çend gotinan, li hêza xwe ya di ferhengê de sedqat û dusedqat dibû, wê ne bi mibalexe be, wê tenê bibe nimûne û îspatek ji bo hêza hunerê û hostetiya bikaranîna gotinê.

Gotin di xizmeta herkesî de ne, belê ji mirovên hoste û hunermend re bi rengekî din kar dikin, erk û fonksiyonên xwe bi rengekî din tînin cîh.

Ew pîrê bi gotina helî kêm, gotina ya helî bi naverok helî xwurt û helî sift bû.


Gotinên miftehî :