1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Dil û mêjiyekî mezin -1
Dil û mêjiyekî mezin -1,dil,û,mêjiyekî,mezin,1

Dil û mêjiyekî mezin -1

A+ A-

Ji sala Apê Mûsa şehîd ketiye û bi vir de, her sal di salvegera şehadeta wî de, sê salan li ser hev û piştre jî bi navber û her serê çend salan carekê du caran be jî, min li ser Apê Mûsa nivîsiye, ez bi minasebetên corecor; wek seminar, programên radyo û televizyonê û hwd. axivîme, min hewil daye bi qasî zimanê min geriyaye, ez di bin de rabûme, min xwestiye soza min jê re dabû û wî jî ji hevalên xwe re dabû ji bîra nekim, bînim cîh.

Vê sozê mirov dikare di çend hevokan de wiha formûle bike: Xebat ji bo kurd û kurdistanê, ji bo azadiyê, wekhevî û demokrasiyê heta bi mirinê û ya din jî ji bîranekirina şehîdan.

Heman daxwaz bi van gotinan yan jî bi gotinên din, belê kêm zêde bi heman naverokê, ya Apê Osman Sebrî jî bû. Tim li ser milê xwe ber bi jor de diqulupt û ” emanet di nav livînan de nemirin, mîna van şehîdan bin” digot ji ciwan û siyasiyênkurd re.

Îro herdû jî ne Apê Mûsa û ne jî Apê Osman Sebrî ne li jiyanê ne.  Yekî dewletê ew  şehdî kir û yê din jî li xerîbistanê li li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Cihê herdûwan jî buhuşt be, bila sere malbatên wan û gelê kurd sax be.

Berî bi çend rojan hevalên ji rêveberiya Enstîtûya Kurdî li Stockholmê ji min xwestin ez ji bo endamên saziyê û hezkiriyên Apê Mûsa di salvegera îsal de jî çend gotinan bibêjim.

Tiştê bêjim hene helbet û ew jî ne kêm in. Belê her cara tiştekî dinîvisînim yan jî pêşkêş dikim, pê re jî difikirim ez dê çawa xwe ji dubarekirinan biparêzim û çawa berê gotinan bidim aliyekî ku di gotar, seminar û axaftinên buhurî de nehatibin gotin.

Bi vê paxav û mitaleyê ez vaye di salvegereke din de, di ya 2010 an de jî dikevim pey şopa Apê Mûsa.

Min Apê Mûsa ji zaroktiya xwe nas dikir, di nav gundê me û yê wî Zivingê de 10-15 km yan hebûn yan tunebûn. Di ser gundê me re diçû û dihat bajêr, di nav wî û Apê min yê mezin Hecî Huseyn de rêzdarî û hezkirineke ji dostayetiyê jî kûrtir hebû.

Têkiliya vê bi mervantî û xizmayetiyekê re jî hebû ku tam çawa bû nizanim. Ji malbata me re “Mala Xalê min” û ji me yên ciwan re jî “kurên xalê min” digot.

Havînên 68 an û 69 an du caran ji bo îmtîhanên zanîngehê çûm Stenbolê. Cara ewil  du-sê hefteyan û ya duhem jî li dora 2 mehan li mala Apê Mûsa mam.

Ji xwe vê cara duhem jî ez êdî li dora neh salan venegeriyam Kurdistanê, bê haydariya dê û bavê xwe, bi peseporta min li Stenbolê derxist û bi bursa Apê Mûsa ketim ser riya Çekoslovakya ku wê demê komareke federal bû û niha bûye du dewletên serbixwe, Silovak û Çek.

Sala 78 an ji Siwêdê dageriyam welat û bi qeçaxî ji binxetê derketim serxetê. Di hevdîtinekê de li Nisêbînê ku çend mehên hê nû di ser kodetaya 12 ê Ilonê re derbas dibûn de, min dît ku gelekî xemgîn û bimitale ye, dilzîz û dilşikestiye, moralê wî ne mîna carên berê baş e. Ev beyta Nabiyê şaîr çend caran dubare dikir:

” Bir nehr-i muazam gibi cuş etmişem, heyhat kurak çolerden akip geçmîşem”.

Mîna ku bêje mixabin gelê kurd bi derece û nisbeta pêwist ez nasnekirim  û ez jî vaye êdî bi temen im, rewşa siyasî jî ne li xêra me xwiya ye û ez dibe ku rojekê serê xwe deynim û azadbûna gelê xwe nebînim û herim….

Ev sal ji salên di jiyana Apê Mûsa de salên helî bifikar û ”bêdeng” in, salên ji Stenbolê vegera li gund in, bi gotinên wî ”salên pastoral in” ku ev jî bi giranî salên di nav 1975 – 1985 an de ne.

Piştî 15 ê Tebaxa 1984 an ji welat derketim, çendmehekî li Sûrî mam û cara duhem derketim Ewropa. Dawiya 1991 ê, ji bo derxistina rojnameya Welat, pêwist bû ez ji Siwêdê herim Stenbolê.

Me rojname piştî hinek amadeyî Sibata 1992 an derxist. Her cara ji çapxanê dihate digirtin min çend nusxe jê ji Apê Mûsa re dibirin Kartal, Maltepe. Kêfa wî gelekî dihat û tim çavên wî li riya rojnamê bûn.

Ez roja înê, şemiyê li ba wî dimam, roja yekşemê êvarê yan jî duşemê sere sibê vedigeriyam buroya rojnamê, Cagaloglu.

Çavên Apê Mûsa ji salên di zîndanê de mabû û ji elektirîka didan çavên wî û hevalên wî, hew karîbû zêde bixîne. Carna bi qerf digot “ne rojname quran be jî nikarim bixwînim”.

Min jê re ji rojnamê hinek meqale û gelek caran jî meqaleya wî dixwend, dikeniya û dipirsî “ xalê te çawa nivîsiye ?”. Min jî mina hergav “gelekî baş e” digot.

Bersiva wî jî wek her bersiveke din ji yên wî, xweş û ji jiyanê bû, hem mirov dikenand û hem jî tê de ders û azmûnên hêja hebûn.

” Tu ji min re dibêjî baş e û ez ji te re dibêjim baş e, nizanim  xwendevan ji bo me çi dibêjin, ya girîng ne ez û tu, belê xwendevan in, dîtinên xwendevanan in. Min û te me mina filankes û bêvankesê Stilîlî kiriye. Yekî dîwar lê dikir û yê din jî li ber destê wî kevir û xerc didan dest. Serê bêhnikekê yê li jor ji yê li jêr dipirsî ma hostetiya min çawa ye?  yê li jêr gelekî baş e digot. Piştî demekê hoste dadiket erdê û yê emele derdiket jor û vê carê jî emelê berê û hosteyê nû, ji emelê nû û hosteyê kevin dipirsî, tu çi dibêjî ji hostetiya min re, aqilê  te jê dibirî ? helbet çawa na, ma hosteyên mina te hene. Îca ez û tu jî em pesnê hev didin, de ka em binerin xwendevanên Welat wê çi bêjin.”


Gotinên miftehî :