1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Dil û mêjiyekî mezin -4
Dil û mêjiyekî mezin -4,dil,û,mêjiyekî,mezin,4

Dil û mêjiyekî mezin -4

A+ A-

Apê Mûsa dema şehîd ket,  yek ji popûlertirîn û navdartirîn rewşenbîrên kurd bû. Popûlarîteyek ku ji jiyaneke çalak, ji têkiliyên piralî bi malbat, ezbet û eşîrên Kurdistanê re, bi xwendevanên ji her aliyê welat re di nav dehsal û bîstsalan de geş û bixweî bûbû.

Kurdê diçû Stenbolê, riya wî/wê bi vî bajarê mezin diket, heger têkiliya wî/wê bi kurdayetiyê re hebûya mûheqeq dixwest here serdana Mûsa, wî bibîne, ji nêzîk de wî nas bike û li vegerê meraqa naskirina wî bi xwe re nebe malê.

Yan jî dema li gundê Stilîlê bû kurdperwerên ji binxetê derdiketin serxetê ileh riya xwe bi mala wî dixsitin, diçûn serdana wî.

Sebeb ne bi tenê welatheziya wî û têkoşeriya wî bû, ew herwiha mirovekî gelekî sohbetxweş, şêrîn û zanaşitexalî jî bû. Kesê carekê dikete meclîsa wî careke din nedixwest jê rabe.

Ji sala 1941 û pêde ev popûlarîte çendî sal û zeman derbas bûn ewçendî zêde bû, salên 1950î, 60î û 70 î êdî ew bûbû mîna efsaneyekê.

Demeke dirêj, heta berî tevgerarizgarîxwazî xwurt û bihêz bibe, hejmara têkoşer û şoreşgeran zêde bibe, yek ji wan kesên di serê lîstê de bû ku dewlet jê ditirsiya, hesab jê dikirin di pey de bû, bi ku de biçûya bi dû de bû û ev jî dihate raporkirin.

 Di raporeke polisên dewleta Tirk de wiha hatiye nivîsandin:  ”Vê pêlê tu çalakiyeke Mûsa Anter nexwiyaye, ew bêdeng e, belê wiha jî, dema ji gundê xwe dadikeve bajêr û ji aliyê xelkê bajêr tê dîtin, dibe mîna propegendeyekê”.

Ji ber ku gotin çêdibû, xelkê ew pêş hev dikirin, derbasbûn û xebatên wî dibûn dabaşa behs û gotinê.
Kesên ew nas dikirin û nas dikin bêhejmar in, ne bi tenê ji berhem û ji nivîsandinên wî, belê ji dîtinên wî yên rûberû û ji sohbetên corecor yên pê re. Hezkirî û dildarên wî bi hezaran bûn.

Hin wî ji xebatên ji salên 1940 î û bi vir de, hin ji salên li aliyê Tirkiye û li bajarên Kuridstanê, ji daketinên binxetê û têkiliyên bi têkoşerên perçên welat re, hin ji salên ”Yurda xwendevanan” li Stenbolê û ji otêla li Amedê, beşek ji dema girtina gurûbê 49 kesî, hin ji salên weşangeriya rojnameyên Dicle-Kaynagi, Şark Mecmuasi, Ilerî Yurt, Deng, Yeni Akiş û Dogu, hejmarek ji salên sorgonê li bajarê Çeneqale, salên di nav Partiya Karkerên Tirkiye û rêxistina Xwendevanî, DDKO de û bi taybetî ji nivîsên di rojnameya Welat, Gundem, Tewlo û zincîrek hevpeyvîn û meqaleyên ji aliyê rojname û kovarên Tirkiye de hatine kirin wî nas dikin.

Kêm mirin û şehadetan bi qasî ya Apê Mûsa ewçend xelk ne bi tenê ji kurdan, belê ji tirk, asûrî û ermeniyan jî wiha mirov xemgîn kirine.

Bi hefte û bi mehan ji her kategoriyên civakî, netewe, ol û mezheban girêdayê şehadeta wî ji rêvebriya Rojnameya Gundemê re, rojnameya ew nivîskarê wî bû; faks, name  û mesaj bariyan ku piştre di pirtûkeke mezin hatin çapkirin.

Navê wî li park, meydan û salonên belediyên Kurdistanê hate kirin, bi navê wî gurûbên şano, tîmên siporê hatin damezrandin.

Gerîla navê wî li çiyayên Kurdistanê kir, hunermend û ozanan, yên wek Sefkan û Zemanî avêtin ser û stranên mîna ”Hoy Mamo li Amedê xwînrijî” û ”Apê Mûsa, Apê Mûsa senî vuran kanlar kusa” beste kirin.
Bi navê wî hersal xelata rojnamevaniyê tê belakirin.

Aliyên lêkolînên kûrtir dixwazin zehf in, dema gotin li ser jiyan û berhemên Apê Mûsa ye: Ev alî rojnamevaniya wî,berpirsiyariyên wî di vê eniyê de ne, aliyê kesayet û rewşenbîriya wî heye, salên di nav siyasetê de, di nav Partiya Karkerên Tirkiyê û DDKO de, salên berendamê parlamento ye û li nav gelê kurd li herêma Mêrdînê digere, alyê cesareta wî di zîndanan û li pêşberê dadgehan, van aliyan û gelek aliyên din mirov dikare kûrtir û biserûbertir bigre dest û yeko yeko xwe kûrtir bi nav wan de berde. Em bi tenê destnîşandikin, bi xetên stûr û bingehîn binav dikin û derbas dibin.
Yeke din heye ku pêwiste bê gotin. Apê Mûsa xelekeke çend alî ye, yek ji kêm kesan e ku xwediyê berdewamiyeke heta roja şehadeta xwe ye, xelek û pira nav çend cîl û nifşên siyasî ye.
Ji serdema Osmanî û Komarê Evdirehîm Zapsû, têkoşerê kevin û nivîskarê Jînê ku bi xwe xezûrê Mûsa ye, ji çend kesan e ku di zemanê xwe de bi kurdî nivîsiye, Seîdê Kurdî, Prof Şukru Baban, M. Ş. Segban ji cîlê kevin, ji cîlê piştre Yusuf Ezîzoglu, Mustefa Remzi Bucak, Ziya Şerefxanoglu û Tahir Bucak, ji yê bi dû wan de Canib Yildirim, Tarik Ziya Ekinci, hê piştretir Seîd Elçî û Dr,Şivan ango Seid Kirmizitoprak, salên piştre Yaşar Kaya, M.Emin Batu, û bi dehan kesên din mîna Edîb Kerehan, Kemal Badilî, Fayik Bûcak û bi sedan û hezaran ciwanên salên 60 û 70 û 80 î, ji perçên din Dr Rehman Qasimlo û birayê wî Ehmed Qasimlo, Cemal Alemdar, Dr.Ibrahim Mamxidir,ji Başûrê Kurdistanê Selim Baban ji Rojhilat û bi dehan kesên din ji giş perçên welat, ji diyaspora Prof Qanadê Kurdo û kurdên Kafkasya, ji Parîsê Kamûran Bedirxan û Hwd. di bi riya Mûsa û di ser Mûsa re dibin xelekên heman zincîra neteweyî.

Bi çend cîlan re kete zîndanan, bi wan re hucre par vekirin û derket pêşberî dadgehan. Di zîndanekê ji van zîndanan de ji Serhat Bucak re dibêje:

” Lawo Serhad ez bi bavê te û hevalê xwe Fayiq Bucak re ketim zîndanê, vaye ez bi te re jî tê de me, ku pêwist be ez dê bi kurê te re jî di hebsê de razim, hêvîdar im ku hewcedarî pê çênebe û zarokên me di rojên xweştir de bên dinyayê.”

Em jî wek gotina dawî heman hêviyê parve dikin û cihê te buhuşt be Apê hêja dibêjin.


Gotinên miftehî :