Divê Mirov Girê Xwe Bi Destê Xwe Bixurîne
Serokkomarê Tirkiyeyê rabû kevirek avête bîrê niha hemû yên biaqil pey ketine nikarin wî kevirî jî birê derxin. Di demeke pir krîtîk de rabû got "sebir bikin dê tişten baş çêbibin" û dûre berê xwe da Başûrê Kurdîstanê. Dema vêgeriya jî, gotina xwe dubare kir û car caran jî gotinen kurt û vala dibêje, gavêkî pêş û yek bi paş vê davêje. Ev gotin jî bo kurdan û jî bo aştîxwazan dîsa bû hêviyek. Dîsa bû sedema nîqaşan û dîsa aştîxwaz, rewşenbîr û hwd. ketin nav hewdanekê û li ser gotinekê rojeva wan tije bû.
Ev tablo salên berê tîne bîra mirovan. Hema bêjîn hemû serokkomarên Tirkiyeyê di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de tiştek gotine û hêviyek dane. Dûre nikaribûne li gor xwe "çareseri"yekê pêk bînin û bi awayekî, ev rewş hatiye rawestandin. An serokkomarê xwe kuştine an jî bi awayekî mûdaxale kirine. Îroj dîsa heman gotin û nîqaş di rojevê de ne. Serê her kesekî tevlîhev bûye. Gelo serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî mîna serokkomare Tirkan ê berê ev gotin wek xapandinekê avête holê an rastî jî hin tişt digûherin? Dema mirov hin keviran dide ber hev, belê vê carê rewş hinek cudatir xuya dike. Lewra êdî dewlet bi awayekî mecbûr maye ku çareseriyekê pêk bîne. Lê ev çareserî çawa, bi kê re û kîjan rêyî dê bibe, ya grîng ev e ji bo wan.
Jî ber vê yeke jî dewleta tirk û Amerîka demek dirêj e li gor xwe li kurdên altertanîf digerin û diafirînin. Êdî bi awayekî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin lê ne dewleta tirk ne jî Amerîka naxwazin Tevgera Azadiyê wek muhatab qebûl bikin. Jî bo wê jî ev demeke dirêj e ku proje li ser projeyan tên amadekirin. Projeyek vala derkevê, pê re ya din dikevê dewrê. Planeke dewletê û Amerîkayê heye, lê ev plan ne plana çareseriyeke di navbera dewleta tirk û gelê Kurd de ye. Dema Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hate amadekirin, wê demê ev plan jî hatin çêkirin. Îroj jî gav bi gav dixine rojevê û dimeşînin.
Beşek ji van projeyan jî, li ser çapemeniyê bû. Qaşo "tv’yên kurd" vêkirin û di bin navê "serbixwe" û "fikrên azad" de dest bi weşanan kirin. Dewleta ku hê jî, ji bo tîpeke kurdî ceza bi ser mirovan ve dibarîne, ji nişka ve bû kurdperwer û dest avête zimanê kurdî.
Lê weka ku dihate hêvîkirin, projeyê cihê xwe negirt. Wisa dihat plankirin ku bi kurdî tv vebe dê hemû kurd xwe bavêjîne ser. Le wisa nebû û tenê çend kesên ku bi kêrî ne gelê xwe û ne jî mirovatiye tên, bi gotina kurmancî, bi kêrî seriyek pîvazê xerabûyî nayên, xwe avêtin ser vê projeyê.
Gelê kurd êdî dewletê wisa baş analiz kiriye ku zane kîjan gav ji bo çi armancê ye. Jî bo vê yekê jî, planên weha mehkûmên berterafbûnê ne. Bi çend kesên ku ji xwe re dibêjin em "kurd"in ve, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Dewlet jî vê yeke baş dizane lê wisa xuya ye ku dê heya dawî planên xwe bikar bînin. Hemû rêyan diceribînin. Di nav van rêyan de çûndina Başûrê Kurdîstanê jî hebû. Lewma jî serokkomarê Tirkiyeyê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Her çiqas dewleta tirk navê Kurdîstanê wek xewnereşkekê dibîne jî, lê salên direj in, wek tê zanîn ku têkiliya dewleta tirk û hêzên başûr didomin. Dema rayedarekî dewleta tirk berê xwe bide Başûrê Kurdîstanê, wê demê li dewsa ala Kurdîstanê, ala tirkan tê danîn û ji bo dilê tirkan bê xweşkirin, dikevin nav hewldaneke mezin. Lewma jî, him dewleta tirk, him jî Amerîka baş dizane ku deriyên Başûre Kurdîstane, ji dewleta tirk re her tim vekirî ne. Ji ber vê yeke jî, pir bi dilekî rehet dikarin planên xwe bi vî awayî pêk bînin. Hukûmeta Başûr jî bi vê rastiyê pir baş dizane, lê dîsa jî ji ber berjewendiyên ferdî û teng, di nav van polîtîkayan de cih digirin. Diyar e heman helwest hîn jî berdevam in, lewra serokkomare Tirkiyeyê dema bere xwe da Başûrê Kurdistanê, weha got: "sebir bikin tişten baş dê çê bibin".
Baş e ku başiyek li gor daxwaza wan pêk bê, dê ev başî di rastiyê de ji bo kê be?
Be guman ev başî dê ne ji bo kurdan be û ku xerabmaliyek bibe jî, dê dîsa û mixabin bi destê kurdên spî be. Ev rastiyek me yê bi êş e ku dîsa kurd dibin sedema kuştina birayên xwe. Îroj dîsa dixwazin heman tiştî pêk bînin. Pir balkeş e ku berî hilbijartinan, dê Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê konferansek di bin navê "Çareserkirina Pirsgirêka Kurd" de li dar bixistana. Dîplomasiyek di navbera dewleta tirk û Hikûmeta Başûr de dest pê kir. Paşê ji nişka ve dîroka konferansê hate guhertin û dane piştî hilbijartinan. Hilbijartin li gor hesab û hêviyên Amerîka û dewleta tirk, bi dawi nebûn û bi vê encamê re konferans jî bû dûkel. Ji ber ku ew konferans jî perçeyeke planê bû. Berî konferans û hilbijartinan, ji aliyê Talabani û hêzen başûr ve hin sînyal dihatin dayin û bang li Tevgera Azadiyê dikirin ku dev ji çekan berdin. Piştî hilbijartinan, ev gotin û sînyal jî hatin birîn.
Serkeftina DTPê, bû hilweşîna xiyalên dewleta Tirk û hevalbendên wê. Hêza gel wek mertaleke dêwîn li ber van planan rawestiya. Serkeftina DTPê bû sedema harbûna dewletê. Bi her awayi êriş kirin. Heta wisa har bûn ku berê xwe dane parlamenterên DTPê û bi dehan fezleke di derbarê wan de amade kirin. Operasyon li ser operasyonan dikin. Hîn jî bi her awayî êrîşên xwe didomînin. Hêrsa xwe di sere zarokên kurdan de sar dikin. Bi dehan zarok avêtin zîndanan, di êşkenceyan re derbas kirin û her yek bi dehan sal ceza li wan birîn. Li pêş ekranên tv’yan zarokên kurdan lînç kirin. Dema Tevgera Azadiyê agirbest îlan kir, êrîş jî bêtir bûn. Ji aliyekê ve arteşa tirk êrîş kir, ji aliyê din ve serokkomar bi yek gotineke xwe, bû ‘hevî’. Lê hê jî kesek tênegihiştiye ku serokkomar Gul behsa çi dike û qesta "başiyê" çi ye.
Pir balkeş e ku dewletê bi gotineke nediyar, berê hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin, da Tevgera Azadiyê. Gelek sazî û dezgehên "demokratîk" niha banga derketina gerilla ya derveyî Tirkiyeyê dikin. Êdi bi daxûyaniyan û gotinên glover, kesek nikare pêvajoya aştiyê pêş bixe. Kî ji cihê xwe radibe, berê xwe dide Tevgera Azadiyê, agirbestê dixwaze û tawîzên zêdetir talep dike. Kesek jî ji xeynî daxuyaniyeke jiberkirî, bere xwe nade dewletê.
Li gor min eger projeya aştiyê ji aliyê hemû sazi û dezgehên demokratîk ve bê amadekirin û bi biryar û beyî ku daxwazên ne li rê ji Tevgera Azadiye bikin, lê bere xwe bi yek dengî bidine dewletê, wê demê dikare di çareseriya pirsgirêka kurd de pêşveçûn jî çêbibin.
Ev pêşveçûn jî, bingeheke xurt dizwazin. Ji bo bingeha xurt jî, divê berî her tiştî, pirsgirêk di nav kurdan bi xwe de were çareserkirin. Heya ku kurd pirsgirêkên navxweyî çareser nekin, bi tu awayî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber ku aliyek li ber xwe bide û aliyek jî destkeftinên birayên xwe bifroşe dijminên gelê xwe, wê demê rewş dibe labirent û mirov nikare ji nav derkeve. Ji aliyekê ve dê Tevgera Azadiyê li ber xwe bide, hin mafan di encama kuştin, êşkence û qetilkirinan de bi dest bixe û ji aliyê din ve jî, Hukûmeta Başûr dê di nav Kurdistanê de dibistanên Fethullah Gulen veke, zarokên kurd di wan dibistanan de, bi zîhniyeta dijminên gelê kurd mezin bibin û bi ’şanazî’ merşa netewî ya dijminê xwe bixwînin, wê demê bi tu awayî ev pisrgirek nayê çereserkirin. Dewleta tirk dê li gor kêfa xwe qetliaman li ser kurdan bidomîne. Êdî hatiye qonaxeke wisa ku sekna kurdan dê bibe serkeftin an jî binkeftina gelê kurd. Êdî kesên xwedî wijdan divê nebin amûrên dewleta Tirk û li gel birayê xwe cih bigirin. Kesek bila xwe nexapine; tu projeya dewletê ji bo çareseriyê tûne. Hemû projeyên wan li ser tûnekirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê ne. Yekîtiya gele kurd rêya yekane ya serkeftinê ye. Wekî din tu rê nîne.
Bîrgul Ozbariş ARDA
2009-06-06
[email protected]