Divê mirov zimanê dayîkê tenê di gotinê da nehêle
Divê mirov zimanê dayîkê tenê di gotin û dirûşmeyekî de nehêle jibo ku di qonexek teng da neyê fêmkirin.Ziman bi serê xwe hebûna neteweyane û netewan li ser lingan digre.Dema ku mirov dibê dayîk tenê ne tiştek wisa hêsane.Dayîk di şexsê xweda mirovahîyê diafirine û dixe nav liv û tevgerê.
Her wisa mirov hebûn û jîyana xwe ji dayîkê digre.Dayîk bermalî û zar bêje û dilorîne jî ji wî dergûşê ra. Ku mirov dayîkê berfirehî bîne ziman divê mirov xwe di hundurê dayîkê da bibîne di nêrîna wî û cefayê wî da,di nirxên wî û fedekarîya wîda mirov xwe bibîne wê demê mirov dizane dayîk çîye û xwedî çi erkîye.Di serî de mirovahî di zikê dayîka xweda hatîye hewandin, lorandin, û hejandin.Dema ku hê dergûş di zikê dayîka xweda ye peyv bi peyv gotin bi gotin girîn û şîn ken û şahî ji dayîka xwe fêrdibe. Min di xalên jor da bi hindikî be jî cefakarî,fêrkerî û fedekarîya dayîkê anî ziman.Jibo me ku kurdan zimanê dayîkê hebûna me ye.
Di cîhanê da tenê ji kurdan ra zimanê dayîkê ji alîyê desthilat û mêtingerên kurdistanê ve qedexe hat dîtin.Her çikas zimanê Kurdan hat qedexekirin jî gelê kurd dest bi avakirina sazî û dezgehên ku jibo dahatûya kurdan rêyek ronahî veke û li hember her cure asîmîlasyonê perwerdeya ziman têkeve merîyetê gelek rewşenbirên kurd ên pêşketî li bakûrê kurdistanê zend û bendên xwe badan û xwe ji xebata ziman perwerde û lêkolînê nedan alî.
Îroj Enstîtutu'ya kurdî li Amed û stenbolê karek gelek pîroz didin meşandin û beşên perwedehîyê hatine vekirin gelek şagirt jibo asta mamostetîyê bawernameyên xwe distînin.Rojnameyên kurdî welat,welatême hebûn û niha jî Azadîya Welat hwd gelek weşanxaneyên kurdî hene û gelek kesan jibil nivîskarên heyê dest bi nivîskarîyê kirine.Xwendina rojaname û pirtûkên kurdî gehîştine radeyek baş.Gelek rewşenbir û rojnamevanên kurd jibo ku li hember asîmîlasyon ê tevgerîyan pênûsa xwe jibo pêşxintin û pêşdabirina zimanê dayîkê bikaranîn hatin qetilkirin û wendakirin.
Her wiha em dema li dû xwe dinhêrin û li paşeroj û pêşeroja xwe dinhêrin mirov dibîne ku gelê kurd bi sazî û rêxistinên xwe va gehîştine astek gelekî pêşketî û em dibînin ku di encama evkas fedekarîyan da pişta çeperên li hember zimanê dayîkê şikestîye û liser van xebatên bi nirx û rûmet divê em hertim serê xwe li hember cangorîyên doza ziman hebûna gelê kurd fedakirine bitewînin û divê em cîhê pênûsa wan vala nehêlin.Îro her wekî Celaldet Bedirxan,Apê Musa û Mamê Feqî û gelek gelek cangorîyên zimanê kurdî bo me dibên rê û rêçika me bernedin hûn bimeşin û hûnê di têkoşîna ziman çand û hebûna kurdayetîyê da biserbikevin.Liser van nirx û hebûnan ez jî bi munasebeta roja zimanê dayîkê hemû cangorîyên doza kurd bibîrtînim û dibêm em hê bêhtir li ziman çand û hebûna xwe xwedî derkevin.Roja Zimanê dayîkê li hemû gelê kurd û li cîhana mirovahîyê pîrozdikim.