Dizî
"Dizan ji dizan dizîn, erd û asîman tev lerizîn" Gotineke pêşiyên me.
Dema mirov bêy daxwazî, destûr û îradeya tiştekî, an kesekî tiştek ji bo xwe jê bigire, navê wê dibe dizî. Lê hin dizî jiyanî ne lewra ku rewa ne û bêy wan domandina jiyanê ne gengaz e. Mîna diziya ji xwezayê û bikaranîna axê, ango çandinî. Loma ku mirov hin tiştan mîna dizî nabînin û wisa bi nav nakin. Dibêjin; "bikaranîn", an; "ev ji bo mirovan in", lê nizanin kî/kê vê gotiye û ev biryara kî/kê, ango bi îradeya kî/kê ye!.. Tiştekî tenê heye ku vê yekê ji kategoriya diziyê derdixe; ew jî bi qasî mirov digire, ew qas jî bide, an jî rûmeta wî tiştî bizane, bijîne û biparêze, lê gelo?
Piştî ku tu kes nikare tu tiştekî bi serê xwe an jî ji zikê dayika xwe bi xwe re weyne vê jiyanê, piştî ku em hemû perçeyeke jiyanê ne û bêy hev û du ne tu tişt in, wê demê di rastiya xwe de em hemû diz in. Her kes ji ber xwe ve, her kes ji aliyê xwe ve tiştekî didize ji vê jiyanê!..
Hin ji me dizên zanînê ne ku ji hemû bûyerên di jiyanê de diqewimin, ji xwezayê, ji mirovan, ji dîrokê û ji zanyarên beriya xwe digirin û li gor xwe, li gor dema xwe, li gor pêdiviyan an berjewendiyên xwe, an ên civakê şirove dikin. Vê yekê jî weha bi nav dikin; "bi bandora filan tiştî, an filan kesî".
Gelo ne ji pirsên Sokrates ên ji jiyanê û ji mirovan bûna dê navê Sokrat hebûna? Gelo ne Sokrat bûna dê Platon hebûna? Gelo Hegel nebûna dê Marx hebûna? Gelo ne şerab bûna dê Heyyam hebûna? Gelo ne ji esrar û jinên bedew bûna dê Hesen El Sebah hebûna û gelo û gelo...
Lê ev diziyên meşrû ne, lewra bi giranî ji bo berjewendiyên mirovan in û mîna dizî nayêne binavkirin. Tê gotin; "hînbûn, ji jiyanê girtin, ji hev û du girtin".
Hin ji me dizên dila ne: Ev dizî, him evîn û coşeke mezin û him jî janeke mezin bi xwe re çêdike. Tiştekî sosret e, lê jiyan bi vê diziyê watedar dibe. Ev diziyeke wisa ye ku, ne tenê mirov vê diziyê dikin. Axa mirovan, ajelek xweşik, gul û çîçekek, dar û deviyek, çem û kaniyek jî dikare vê diziyê bike. Sosreta herî giran, dema ev diziya mirovan tê kirin, mirov hewl nade ku dilê xwe yê hatiye dizîn bi paş ve bigire, biparêze. Lê dikare ji bo dizê xwe jiyanê li xwe bike dojeh û wê jiyanê bike gorî jî. Mirov her tim amade ye ji bo dilê xwe bide dizîn. Lewra ew dilê ku hatiye dizîn jiyanê direngîne, xweştir, watedartir û bi berhemtir dike. Yek ji tiştên herî zêde têne dizîn, dil bi xwe ye. Lewra ev dizî, dilan germ û tijî dike. Loma ku ji vê diziyê re tê gotin EVÎN. Her çiqas bi êş û renc be jî, diziya dilan jî mîna diziyê nayê binavkirin.
Dizên malan, dikanan û berîkan jî hene. Ev jî rêyek e, ji bo debara hin kesan, an jî bûye şêweyeke jiyanê ji bo hin kesan. Ji bo hin kesan bûye mîna hînbûnek, kurmek, ku mîna nexweşî tê dîtin û navê Kleptomanî lê hatiye kirin. Ev dizî bi giranî xweş û rewa nayêne dîtin. Lê hin civak hene ku ev yek di nav wan de bûye mîna kevneşopiyek, çandek! Loma jî li ba wan diziya bi vî rengî û her rengî jî, meşrû ye. Tew kesên ku endamên van civaka ne û diziyê nakin, nikarin di nav civaka xwe de zêde cî bigirin. Dikare bê gotin ku, mirov her tiştî, ango bi giranî tiştan li gor berjewendiyên xwe şirove û bi nav dikin.
Em bêne ser dizên jiyanê: Ev dizî, diziya herî xerab û kambax e. Dizên jiyanê jî kesên herî barbar, egoist, xeter, çavsor û har in. Lewra di vê diziyê de malkambaxiyeke mezin veşarî ye. Ji ber dema jiyan tê dizîn evîn, pêşeroj, paşeroj, hêvî, ked, dîroka rastî, wêje, ziman, nav, nasname û gelek tiştên din jî pê re têne dizîn. Jiyan serobino dibe. Ev dizî jî ji ber yek sedemek bi tenê tê kirin ku ew jî xweperestî ango egoîzma mirovan e. Dizên jiyanê ji bo bikaribin baştir bijîn û desthilatdar bin li ser her kesî û her tiştî, bi darê zorê, bi dek û dolaban dest datînin ser jiyana kesên din û mafê jiyana wan dikine bin tasarûfa xwe.
Baş e kî ne ev dizên jiyanê? Yên ku îro dinyayê bi rê ve dibin, hemû desthilatdar û bi ya min bawerî bi wan naye. Ji ber divê mirov tu carî bawerî bi kes û hêzên ku çav berî jiyana mirovan dane, neyne. Ew rovî ne û çav berî şîrê pîrê dane. Eger mirov dê nikaribe dafikek mîna dafika pîrê durust bike, dawî car din malkambaxî ye!.. Ez hêvî dikim ku em bi dizên jiyanê nexapin êdî, lê rastî bi çend gavan li pêşiya hêviyan e.
Têbinî: Ev nivîsar di dawiya sala 2003yan de ji bo malpera rojname.com ê hatibû nivîsîn û di wir de hatibû weşandin.