Dojeha Veşartî ya Bawer Rûken
Nivîskar di “Dojeha Veşartî” de bi pênûsa xwe yî xurt, bi lehengên ku di jiyana xwe ya rojane de dibe ku meriv li wan rast were, bi şêwaza xwe ya herikbar û mijarên bûyer jêparzilandî ye. Çîrokên xwe yên xweş berhev kiriye. Dojeha Veşartî ya ku ji nav weşanên Avestayê derketiye, pirtûka yekem a Bawer Rûkenî ye.
Di çîroka yekem a bi navê “janên parzînî’’ de qala nivîskarekî ku ji hezkiriya xwe direve dike. Di vê çîrokê de hemû alav û amûreyên nivîskêr tên zimên û di derheqe wî de me agahdar dikin. Di vê çîrokê de û di çîrokên wî ên din de êş heye, êşa hezkirinê. Ev êş nivîskarê xort naçar dihêle ku bireve. Perde, şimik, pênûs, mase, kursî, lênûsk, textê razanê û pirtûk li dû wî –her yek ji alîyê xwe ve- qala hezkirina wî, xizmet û xisûsiyetên xwe dikin.
Wek mînak: “Perde. Di jiyana mirovan de xwedî cihekî gelekî girîng e . Çawa ez ji we re bêjim. wiha . Heger ne ji hevaliya min be wê evîndar çawa bêyî ku kesek wan bibîne bedenên hevdû bixwin . Wê cellad çawa bêyî ku kes pê bihise serê qurbanên xwe jê bikin. Hîn wekî din jî wezîfeyê me hene . Lê bi kurt û kurmancî – ji ber ku nivîskarê vê çîrokê dixwaze çîroka wî kin be.- heger ne em bin , mal ne mal in. Yanê em in ên ku hizûra ayîdbûnê didin mirovan.’’[1]
Di çîroka “arafê’’ nivîskar çîroka lêgerîna tiştekî, an jî lixwegerînekê ji me re vedibêje. Vê lixwegerîna wek xewneke tirsnak an jî kabosek be didome. Bûyer û pirsên di binhişê lehengê çîrokê de bê bersiv dîmînin. Nivîskar, xwîner jî birçî dihêle. Xwîner pirsa ‘’gelo dawiyê çi bû?’’ ji xwe û ji nivîskêr dike. Nivîskar xuya ye ku sûd ji nivîskarê Arjantînî Julio Cortázarê ku di çîrokên xwe de amûreyên fantastîk bi kar tîne û jiyanên cîhana rast û bûyerên nesuruştî bi hevdû dihûne wergirtiye.
Çîroka "Şevreşî’" der barê Binevşê de ye, ku bi qahpiktiyê tê tewanbarkirin û ji aliyê birayê xwe Serdar ve tê kuştin. Çîroka Binevşa ku dike nake nikare xwe bîne zimên ku dixwaze êje ez bê guneh im bixwekuştina Serdar a piştî kuştina xwişka xwe poşman dibe, bi dawî dibe. Lê piştre mirov têdigihîje ku ev dîyalog û bûyer wek xewnekê ne. Bi vî aliyê xwe mirov dikare bêje dişibe çîrokên Gabriel García Márquez û haye nivîskêr ji wêje û çîroka cîhanê jî heye.
Di çîroka “Demjimêr” de çîroka mêrekî an jî lawekî ku ji bo şixul çûye Elmanyayê û li wir dil daye Marîyaya Elman tê vegotin. Ev çîrok mijarên weke lidûxwehiştin, terkkirin, hezkirin, neçarî û bendemayînê dihundirîne.
Di çîroka ‘’gore’’ de nivîskar piştî çend çîrokên bi êş pirtûka xwe bi çîrokek bêêş; lê careke din xwîner di meraqê de dihêle dixemilîne. Lê di vê çîrokê de mirov baş tênagihîje gelo bûyer xewn e an rast e. Di çîrokê de Xelîlê xwendekarê zaningehê, ku çîrokan jî dinivîse, lihevrasthatineke bisûd Sumeyraya xweşik nas dike û çîrok bihevşabûna herdu xortan didome.
Di çîroka “Lepqut” de qala Mîrzayê bi destekî û hezkiriya wî Rihanê dike. Di çîrokê de mijara kêmaniya destêîrzayê ku xwe ji bo hezkirinê kêm nabîne tê vegotin.
“Dojeha Veşartî’’ navê xwe daye pirtûkê û çîroka dawîn e. Çîrok qala Badînê nîvmêr û rewşa wî ya tengezar dike. Badîn nîvmêr e û bi zora bavê dike bê zewicandin. Herçiqas apê wî, wî dibe cem jinek ezmûndar ku ji bo mêraniya wî were cih û çiqas ew bi xwe goristanekê vedide û xwe li laşê jinek mirarbûyî diceribîne jî bê sûd e. Çîrok bi reva wî ya şeva zîfafê bi dawî dibe. Ev çîroka jî ji aliye şêwaz, atmosfer, vegotin û alegoriyê dişibe berhemên Sema Kaygusuz. Kaygusuz di hin berhemên xwe de jiyan û giyanên tarî ku dilê mirov diêşîne hildibijêre û pariyekî jî ji rastiyê dûr dikeve.
[1] Dojeha Veşartî, Bawer Rûken, Avesta, r.15