Doza neteweyî û helwêsta rewşenbîrane
(ji bo baştir têgihîştina ji hevdu û şêwaza çêker)
Hêz û rêxistinên ku desthilatdariyeke di nav gelî de teqez kiriye, tim bi xetereke weha ve rûberû ne ku ji xwe pê ve kesî nas nekin û ev jî di xwezaya desthilatdariyên îdeolojîk de heye û nikare were nîqaşkirin. Ev xirabiya fizîkî ku ji desthilatdariyê bi xwe ve tê, dikare bibe sedem ku di nava elîta siyasî û girseyên gelî de ji aliyê têgihîştin û nirxandina rewşên pratîk de helwêst û pejirandinên cuda peyda bibin. Di dewra şerrî an jî serhildanên li hember desthilatdariyên mêtinkar de, ev valahiya navbeyna elît û girseyan de dikare zêde ber bi çavan ve nekeve, lê belê çi gava ku desthilatdarî bi awayekî pratîk ve bikare were sazkirin, kêmanî û neheqiyên herî piçûk jî dikarin di çavê gelî û girseyan de belloq bibin.
Bi taybetî jî di tevgerên neteweyî yên girseyî de, hestiyariya li hember doza mafdar û xemên li ser wê dozê dikarin bibin sedem ku mirov xwe ji tevger û helwêstine siyasetmedaran yên weha re kerr bike ku carinan dikarin ne bi temamî li gorî dilê mirov bin jî. Lewma ye ku em di nava civaka me de gellek caran dikarin bibihîsin ku hin xwende an jî endamên siyasî bibêjin "em jî ji hin tiştan ne razî ne, lê belê her peyv cîhê xwe heye".
Di rewşên weha de, argumentine populîst dikarin bi armanca girtina pişta wan siyasetmedaran ve werin bikaranîn ku helwêst an jî daxuyaniyên wan têne nîqaşkirin. Hin xwendeyên wê civakê yên bi ser partiyan ve jî di asta xwe de tev li nîqaşên derveyî partî û rêxistinên rikber dibin, da ku girse ji piştgiriya tevgerê yan jî partî û rêxistinê bi dûr nekevin.
Hingê, di reaksiyon û nirxandinan de, ji dêleva ku behs bibe bê di wan tevger û helwêstên acizker de wate û armanc çi ye, ji aliyê fikirdar û piştgirên wan siyasetmedaran ve, hestên hevpar an jî kirû û hessasiyetên hevpar bi pêş ve têne derxistin. Di helwêsta van kesan de, ji naverokê bêtir li ser şêwazê an jî li şiklê disekinin û nîqaşa ku li ser daxuyaniyeke siyasetmedarê wê doza mafdar, ya ku dikare ji aliyê hin endamên civakê ve weke helwêstek an jî tevgereke nezelal û acizker were nirxandin, bi vî awayî tê bincilkirin. Em di zimanî siyasî de ji vê re dibêjin "demagojî" û ji helwêsta yên ku bincil dikin re jî dibêjin "populîzm". Lewre, nîqaş ne li ser tevgerê û ne jî li ser kesayetiya endamekî an jî endamine wê tevgerê ye, lê belê bêtir behsa mijarên weha dibe ku peywendiya wê bi reaksiyonan ve nîne; mîna "vî camêrî ewqas ked daye" an jî "we ji wî fahm nekiriye" an jî "bi kêmanî ew dixebitin, lê hûn çi dikin" û bi vî awayî nîqaş ji naveroka xwe ve bi temamî tê bidûrxistin. Hessasiyeta herî mezin jî li ser encama reaksiyonan e; lewma dikarin bibêjin "rexne erê, azadiya ramanî erê, lê belê dijmin dikare rexneyên we bi kar bîne". Gava ku dibêjin "dijmin", ew behsa hemû rikberên xwe dikin; rikberên navxweyî jî û yên derveyîn jî ku tevgera girseyî di eslê xwe de li dijî wan ava bûye.
Bêguman, rikberiya di jiyana siyasî de xwedan taybetmendiyeke weha ye ku dikare gîskê bibe nîsk, û dikare ji reaksiyoneke li hember siyasetmedar û endamê tevger an partiyekê destkewtî bibe, da ku weke muxalefeta li hember hevdu were bikaranîn. Di vira de, dikare behsa pirêzeyan û taybetmendînin weha were kirin ku di eslê xwe de dûrî nîqaşe ye, lê mijara nîqaşê wê derfetê dide rikberan ku tûrikê xwe jî li hember hevdu vala bikin. Lewre armanca wan ya sereke tunekirina yê din e.
Aha, ya ku rê li ber digire ku nîqaşeke ramanî an jî nîqaşeke kêrhatî û çêker were kirin jî ev rabûn û rûniştin e, yanî nedurustiya li hember hevdu û li hember gelê xwe ye; lê, ev celebê tevgera li hemberî hevdu, bi taybetî jî ziyanê dide wê doza mafdar ku bingehê xwe ji êşên hevpar, ji hêviyên hevpar û ji hessasiyetên hevpar werdigire. Dikare tim were jibîrkirin ku êşa ku hatiye kişandin ya her kesî ye, zulm li her kesî hatiye kirin, her kesî berdêl daye û her kes xwediyê wê dozê ye. Mirov nikare êşên xwe bide ber hev an jî bi rêjeya xwîna ku hatiye rijandin û keda ku hatiye dayin ve beşdarên nîqaşan jî piçûk an jî mezin bike. Di koloniyên Afrîkî de, di dewra serhildanan û piştî serkevtina serhildanan de, mînakên bi vî rengî gellekî hatine dîtin ku pêdivî pê nîne ku di vê gotarê de behsa wan were kirin. Di rewşên weha de, ji populîzmê pê ve kes têr naxwe, lewre behsa xwîn û êş û ked û xizmeta ku di rêya doza girseyî de hatiye dayin, ji populîzmê pê ve ne tiştekî din e.
Ev populîzm, ne bi tenê li hember gelê xwediyê dozê tê bikaranîn, lê belê li hember elîtên civakê jî tê bikaranîn. Di rewşeke weha de, ma mirov çilo dikare hêviya helwêst û nirxandineke rewşenbîrane bike?
Herçî helwêsta rewşenbîrî ye, di mijara nirxandina daxuyanî û tevgerên elîta siyasî de, ne divê êrîşkar be, ne divê layangir be jî, lê belê divê bi tenê li ser nirx û têgehine giştî yên weha be ku li gorî demê neguherin. Em behsa nirx û têgehên gerdûnî dikin. Di nava van têgehan de, yên herî girîng, heqî û dilsozî û durustî heye ku divê li hember wekhevî û azadiya ramanî qet neyê jibîrkirin.
Di alozî û polemîkên siyasî de, ne pêwîst e ku rewşenbîrek an siyasetmedarek be, lê belê endamek an jî berpirsa an jî berpirsê tevger an partiyekê, nivîskarek an jî rojnamegerek, dikare helwêstinan nîşan bide û hinin din jî dikarin reaksiyoninan nîşan bidin. Di xwendin û nirxandina van helwêstan û ya van reaksiyonan de jî, rastî û dilsozî û heqî dikarin gellek caran werin jibîrkirin. Lewre, armanca rewşenbîrên xweser û rojnamegerên rasteqîn ji armanca siyasetmedar û milîtanên rikberên hevdu gellekî cudatir e. Qet guman tê de nîne ku her du hêl jî dê hewl bidin ku ji reaksiyonên rewşenbîr û rojnamegeran destkewtî bibin; lê belê, ev xetereya bikaranîna helwêstê ya ji aliyê siyasetmedarên dilxerab ve, divê nebe sedem ku rewşenbîr an rojnamegerên xweser "ya xwe" veşêrin, "ya xwe" nebêjin, bêdeng bimînin, xwe kerr bikin û, bi vî awayî, xwe ji rewşê bi dûr bixin. Erk û karê rewşenbîr û fikirdar an jî rojnamegeran yê bingehîn ne ew e ku xema encamên helwêsta xwe bixwin an jî serê xwe pê re biêşînin bê kî û çilo dikare ji wî û helwêstên wî îstifade bike. Ji xwe, ev xetereya bikaranîna helwêstên wan sedema bingehîn e ku tim dikare li hember wan were bikaranîn. Lewma ye ku mirov dikare tim ji wan re bibêje "nuha ne wexta van peyv û nirxandinan e".
Ev helwêsta li hember fikirdar û rewşenbîran, an jî li hember xwende û elîtên civakê, di eslê xwe de, ji bo bêdengkirina wan e. Cîhê ku piçûktirîn hewla bêdengkirina rewşenbîran jî lê hebe, mirov ne dikare behsa azadiyê û ne jî dikare behsa demokrasiyê bike. Ev hewldan ne bi tenê ji aliyê berdevken rêxistin û partiyan ve were kirin, lê belê dikare di nava xwende û élit û rew$enbîrên pi$tgirê wan tevgeran ve jî were. Bêdengkirina fikirdar û rewşenbîran, hingê ancax dikare taybetmendiyeke desthilatdariyên totalîter be ku divê em hefza xwe jê bikin. Herçî totalîtarîzm e, bi kurdî dikare weke "zordestiyê" jî were wergerandin ku şayesandineke bi vî rengî, şik tê de nîne ku dê ne bi dilê siyasetmedar û milîtan an jî berpirsên partiyan be.
Di vê rewşê de zimanê ku berpirs û endamên hêzên rikber li hember hevdu bi kar tînin dikare gellekî tûj an jî bêvilbilind be; lê belê ziman û şêwaza ku rewşenbîr û nivîskar û rojnameger an jî elît bi kar tînin, nikare mîna yên din be. Lewre di helwêsta wan de tu berjewendiya rasterast ya siyaseta rojane nîne. Bêguman, mîna ku lîteratureke gellekî berfireh berê li ser hatiye avakirin, di rewşên weha de, rewşenbîr û nivîskar û rojnamegerên engaje jî, dikarin ji hêla xwe ve ji nişkan ve peyda bibin û bikevin nava hewla parastina "yê xwe". Metoda ku bi kar tînin jî bêtir tawanbarkirin e, rexnekirina wan rewşenbîr an jî elîtan e, û dikare hetta piçûkdîtina wan jî biçe. Ya esil, di vira de, "yê me û yê wan" tuneye; lewre, heger ne weha be, karê ku tê kirin nikare bi navê rewşenbîrî an jî rojnamegeriyê ve were şayesandin. Hingê, ev helwêsta bi navê rewşenbîrane, ji milîtanîzmê pê ve ne tiştekî din e. Karê rewşenbîran jî bi milîtanîzma partiyan ve tuneye, lewre ew bi xwe milîtanên dozeke mezintir in ku li ser bingehên neteweyî û gerdûnî hatiye avakirin. Yên ku bêtir demagojiyê û populîzmê dikin jî ev kes in ku dixwazin bi zimanê partiyan ve bipeyivin û, bi pirranî, ji qeyranan îstifade bikin. Lewre, rewşenbîr û rojnameger an jî fikirdar, ji xwe, bi gellek awayan ve di jiyana çandî de tim çalak in, lê çalakiyeke pasîv e ev, çalakiyeke ramanî ye; azadiya ramanî ye ku xetereyên xwe jî hene. Xetereya sereke jî ew e ku weke ku li dijî tevger an jî partiyekê bin, bi termînolojiyeke siyaseta rojane ve behsa wan elîtên derveyî rêxistinan were kirin. Ev xetere ye ku heta nuha nehiştiye ku di nava civaka me de helwêstine rewşenbîrane peyda bibin û nîqaşên ramanî li ser têgeh û tevgeran were avakirin. Lê, tim tê jibîrkirin ku wan elîtan jî (heta ku bûne elît) berdêl dane, ked dane, êş kişandine, li dozê bi xwedî derketine û hetta gellek caran xwe dane pêş jî. Em dubare bikin: kes bila keda xwe û êşa xwe û xizmeta xwe di çavên me raneke; heger we kiriye, sihheta we xweş, lê hûn nikarin vê yekê li ser serê kesî bikin minnet.
Azadiya ramanî jî têgeheke weha ye ku qalib û qaîdeyên wê bi zelalî nikarin werin diyarkirin. Lewre, nirxandin jî, reaksiyon jî, dijberî jî û hetta sikêf û êrîş jî dikarin di bin navê "azadiya ramanî" de werin parastin. Di vira de, her kes û bextê xwe ye. Lê belê, bi amûrên dema modern ve, êdî her kesî ew derfet heye ku "ya xwe" bibêje. Di nebûna pergaleke tevlêbûyina gelî ya desthilatdariyê de, her endamê civakê û her endamê girseya ku siyasetmedar hesabê wê dikin, dikare "ya xwe" bibêje. Lewre, tevlêbûyina desthilatdariyê ji her kesî re vekirî nîne û em di vê meseleyê de hevdu nexapînin. Dîroka nêzîk nîşanî me daye ku di dewra partiyên tekane de ku li welatekî desthilatdariyê di yekdestiya xwe de bi sînor dikin, ji bo her celebê peydakirina mafê peyvê, divê mirov endamê partiya desthilatdar be. Ji xwe, di bin siya desthilatdariyên bi vî rengî de, partiyên hûrik mûrik jî li gorî têgihîştinên cuda dikarin peyda bibin, lê ew partî an tevger an hêz an jî komele jî tim di bin baskên wê desthilatdariya yekdest de ancax dikarin hebin. Di rewşeke weha de, mixabin "mafê azadiya ramanî" ji "ramanê bi xwe" zêdetir tê nîqaşkirin. Lewre, her kes li gorî xwe wateyekê dikare bide vê têgeha "azadiyê".
Rewş çi be jî, di mêtingehan de jî û di nava serdestan de be jî an di nava bindestan de be jî, erk û karê rewşenbîran ew e ku temsîla wijdanê giştî bikin. Helwêstên wan dikarin wijdanê giştî aciz jî bikin. Lê belê, ew serê xwe bi vê re naêşînin, lewre ew xema tiştekî din dixwin; tiştekî weha ku ji "aciziya wijdanê gelî" xirabtir e û dikare wî dijwanî bi temamî ji wî gelî bistîne.
Di gotareke din de, em ê behsa rewşenbîrê rojhilatî bikin, rewşenbîrê ku fêr bûye ku tim li tengala birêvebirên civakê be, tim li civata axa û paşayan rûne, her çend ew axa û paşa êdî, di dema modern de, ne li dîwanên qesran in, lê li ser paldankên rêxistin an jî hikumetan rûdinin.
îbrahîm seydo aydogan
18. 04. 2015