Du Cêwî û Du Xwekuştin
Ji bo deyndarekî xelasî ye.
Ji bo nexweşekî jî xelasî ye.
Lê mirina mêrxasekî kêmanî ye û valahiyek mezin e.
Hemû kes wek kêmaniyek mezin,
Windahiyek bê payan dibînin,
Dema bê xatirxwestinekê didin rê û diçin,
Her yek êşekê , agirekî bera dilê yê mayî didin.
Her yek qiyameteke radike li beyarên dinyaya derewîn.
Lê Hediya û Qedriya du keçikên cêwî bûn û du êş li pey xwe hiştin.
Du êşên cêwî .
Xwe li şêrşengên jiyanê wer kirin
Du valahiyên mest û mezin li pey xwe hiştin.
Her yekê du agir berdan wicdanên kor.
Her yekê du caran mala mirovahiyê wêran kirin.
Hediyeya ku berî çar deqeyan Xwedê dabû.
Berî xwişka xwe 4 saniyeyan jî mirin hemêz kir.
Egera van xwekuştinan çi dibe bila bibe.
An bila bi zor zewicandin be.
An jî bila edet û gerdişên riziyayî bin.
An jî bila jar û ziqûm be.
Qedriya û Hediya du xwişkê wek karxezalan,
Du cêwiyên can ciwan,mehra xwe bi mirinê re birîn û çûn...
Mem Mîrxan