Du Destbirakên Cihû
Du hevalên cihû lêkolînek li ser piyaseyê kirine û hîn bûne ku wê salê dê qumaşê heqî bibe moda. Hemû pereyê xwe xistine vî karî, malê xwe firotine û pê qumaşê heqî kirîne.
Embarên wan bi qumaşê heqî tijî bûye. Lê dîtin ku tu kes nakire. Herdu destbirak hatin asta top avêtinê. Moiz û Aron bi kul û keder rûdiniştin. Rojeke ku av hatibû li qirikê sekinîbû, fermandarekî leşkerî kete hundir:
- Li cem we qumaşê di rengê heqîqeyan de heye ?
- Erê heye, em nîşanî te bidin.
Fermandar bi baldarî li qumaşan nihêrî. Got "pir kete serê min, em ê îsal ji leşkeran re 200 hezar, ji fermandaran re jî 50 hezar cihên di rengê heqîqeyan de bidin dirûtin. Lê tenê ecibandina min ne bes e. Divê general jî biecibîne. Perçakî nimûne bidin min. Heke heta sibe nîvroj ez bi telgrafekê kar betal nekim, hûn dikarin dest bi dirûtinê bikin.
Herdu destbirak pir kêfxweş bûn. Lê kurmek jî ketibû serê wan û rihet nedibûn. Timî digotin "heke betal bike". Roja din saet bû 11, 11:30, 11:45 û çavên wan li rê ye, li hêviya postevan in. Dua dikin ku postevan neyê.
Ji 12'an re maye 5 deqe û ji wê ve postevanekî xuya kiriye. Pêşî gotine "belkî nayê cem me". Lê postevan li deriyê wan xitiye. Çongên Moiz difisin, nikare rabe ser xwe. Aron bêhêvî derî vedike. Telgrafê ji destê postevan digire. Destên wî diricifin. Telgrafê vedike û dixwîne. Piştre:
- Mizgîna min li te Moiz, bavê te miriye.
Werger: Rêzan Tovjîn