Du bereyên desthilatiyê û HDP
Piştî hilbijartinan rewşa siyasî çi ye? Wekî tê dîtin îro li holê du bereyên desthilatiyê hene. Li hemberî van hewldana avakirina bereyeke nû heye.
Piştî ku parlamenterên BDP’ê beşdarî HDP’ê bûn, di nav kurdan de nîqaşa der barê HDP’ê de gurtir bû. Hinek kurd bi temamî li dijî HDP’ê ne. Ew dixwazin kurd bi rengê xwe û bi partiya xwe têkoşîna bidomînin. Hinek jî ne li dijî projeyak HDP’ê ne, lê wisa bawer in pir zû ev biryar hate girtin û bicihanîn. Li gorî baweriya min jî diviya ev mijar di nav gel de hinekî bihata gotûbêjkirin. Lê mixabin wisa nebû, hefteya çûyî min li ser vê mijarên hinek bîr û ramanên xwe parve kirin, ez dixwazim vê hefteyê jî li ser heman mijarê binivîsim.
Niha li Tirkiyeyê tiştê di rewacê de muhazakarî ye. Ji ber ku niha muhafazakar anku kevneparêz li ser kar in. Civaka Tirkiyeyê jî bi gelemperî wekî civakeke kevneparêz tê nasîn. Piraniya mirovan kevneparêzên oldar in. Ew dixwazin her tişt li gorî rêzikên olî bimeşe, heta hinek ji wan dixwazin vegerin serdema destpêka ola îslamê. Ew kes wekî selefî têne binavkirin, hinek hevalbendên wan îro li Misir û Sûriyeyê ji bo vê yekê şer dikin. Li gelek welatên ereban hinek şêx û mîrên paşverû piştevaniya têkoşîneke wiha dikin. Niha kesên ku li rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan şer dikin hevalbendên van selefiyan in.
Di nav kurdan de jî rêxistina bi nav ê Hizbullah ku di salên 90’î de ji qirkirinên dewletê re nokerî û hevalbendî dikir û niha jî endamên wê di bin navê Hudaparê de êrîşî gel dikin, nêzî vê bîr û baweriyê ne. Ew jî li dijî guherînê ne. Nemaze jî guherîna ku bi têkoşîna azadiya gelê kurd di warê civakî de pêk tê, li hesabê wan nayê. Ew dixwazin kurd her tim paşverû û lipaşmayî bin.
Li hemberî kevneparêzên îro yên “oldar”, kevneparêzên kemalîst hene. Ew jî li ser bîr û baweriya pozîtîvîzmê ne. Ew jî dixwazin mirov roja îroyîn li gorî bîr û baweriya sedsalên 19 û 20’an bijîn. Ew kesên navborî neteweperest in. Ew ji aliyê neteweyî û baweriyê ve civakeke yekreng dixwazin.
Li hemberî van her du bereyên desthilatiyê, bereyeke nû derdikeve holê. Ew jî bereya demokrasiya radîkal e. Li gorî baweriya demokrasiya radîkal hemû hêzên bindest û kedkar dê di bin sîwanekê bi reng û nasnameya xwe werin bal hev. HDP bi vê armancê hatiye avakirin. Lê belê kesên ku di bin banê HDP’ê de cih digirin, heta niha bi serê xwe nebûne tiştek. Lewre jî ew her tim di bin bandora bereyên desthilatiyê de mane. Lewre jî avakirina bereyeke wiha karekî dijwar e; ked û emegekî zêde dixwaze.
Ev bereya nû di bin pêşengiya kurdan de ava dibe. Lê belê civaka kurd jî ne civakeke yekreng e. Kurdên alewî her tim nêzî bereya kemalîst bûne, heçî kurdên sunne ne, ew jî di bin bandora derdorên olî de mane. Bi ser de jî tevgera kurd bivê nevê tevgereke neteweyî ye. Tiştê ku hemû kurdan tîne bal hev, daxwaz û hesta neteweyî ye. Têkoşîna neteweyî hevgirtina hemû kurdan dixwaze, doza neteweyî kurdên bi bîr û baweriyên cuda li bin ala kurdayetiyê kom dike. Ji bo ku ev hevgirtin bidome, divê hestên neteweyî xurt bin. Ev rewş bi xwe re hinek nakokî û dubendiyan tîne.
Li aliyê din çepgirên tirk hene. Girseya wan jî bi gelemperî dîsa kurd û tirkên alewî ne. Tiştê ku wan nêzî hev dike ev baweriya hevpar e. Wan ji destê kurd û tirkên sunne gelekî êş û jan kêşane. Ji ber vê yekê jî ew hinekî bi şik û guman li kurd û tirkên sunne dinêrin. Heçî demokratên ji gelên din ên kêmar in, êdî hebûna wan di bin xetereyê de ye. Hejmara wan pir kêm e, her wiha baweriya wan jî bi kurd û tirkan kêm e. Li aliyê din misilmanên demokrat hene, ew jî hê di asteke marjînal de beşdarî vê bereyê bûne.
Di gel vê yekê bîr û baweriya çepgir û sosyalîst di asta cîhanî de di nav qeyranekê de ye. Piştî têkçûna pergala sovyetîk û li dûv guherînên civakî û zanistî pêdivî bi guherînên bingehîn ên felsefeyî heye. Teoriyên li ser bingeha zanistî ya sedsala 20’an nikarin ji gelş û arîşeyên vê sedsalê re bibin bersiv.
Li ser bingeha zanistî ya sedsala 21’ê divê bi bîr û ramaneke nû, bi rêxistineke nû û nûjen, bi kadroyên li gorî vê bîr û ramana nû xebat werin meşandin. Lê mixabin HDP bi rewşa xwe îro dûrî vê hişmendiyê ye. Ji tevgereke hevgirtî zêdetir dişibe, koalîsyona hinek rêxistinan. Bi vî rengî jî nikare, peywira xwe bi cih bîne. Ji bo ev bere xurt bibe divê xwe ji bandora bereyên din, nakokî û dubendiyên navxweyî û hişmendiya kevneparêz rizgar bike.
Samî Tan