Dînê Meşkînî
Cîranê me bû. Çend zarokên wî jî hebûn. Ji
nişka ve dîn bûbû. Êdî şilfî tazî li nav gund digeriya. Ji kûçikan nema
ditirsiya. Darekî hişk î xwaromaro di dest de bû. Zarok jê ditirsiyan,
kes newêrîbû nêzî wî bibe. Em li Meşkîna Lêf bûn, zivistan bû.
Jina
wî li xwe heyirîbû. Rebena xwedê nema dizanibû dê çi bike. Mêrik nema
dihat malê. Bi şev û roj li çol û çepelan bû. Çiyayekî bilind heye li
rojavayê Meşkîna, jê re dibêjin Pozê Bîran. Mêrikê me berê xwe dida wir û
diçû, li dora Sûsikê, li dora Girikê Mala Hecî Ubêdila şev û roj
digeriya. Hecî Ubêdila mirovekî alim bû. Bavê wî Mele Mihemed ji Hekarê
ji gundê Xanî koçber bûbû hatibû vir. Li vir meletiya gundê me dikir.
Kurê wî Hecî Ubêdila ev Girik û Temz (Temz navê taybet ê wan bexçeyan e)
ji mala Qenco kirîn û derketin Girik, li wir ji xwe re qesrek lêkirin,
wekî tu bibêjî.
Me
ev mêrik bir cem Hecî Ubêdila. Xwedê jê razîbe bi rojan bende ket, lê
dînê beradayî bû, zirt î dîn bû. Jihevdeketî bû loo. Hecî Ubêdila rabû
berda, dîsa bi çolê ket. Xwedê di navbera min û we de be, ez xalif
nabêjim. Rojekê di wê heriya zivistanê de kûçikan berdayê û ket xwarê,
min bi van herdu çavên serê xwe dît, ew laşê wî ket nav wê herî û
pirikê, lê nehişt ku darê wî bikeve nav heriyê, biliiind kir û ji heriyê
parast. Rabû û bazda çû.
Êdî
nema kesî dida dû. Dema ku dihat dora Meşkîna jî zarokan bera dû didan,
bi keviran û bi kuçan ew heta Xanîka bi dûr dixistin. Dema mirov ji
Meşkîna derdiket li piyê çem aşekî avê hebû. An dihat li wir av
vedixwar, an jî diçû li pişta Sûsikê ji Kanîka Kewan vedixwar.
Ez
serê we neêşînim, rojekê mêrikê me tê malê. Hildikişe ser xanî. Şev e,
tarî ye, çav çavan nabîne. Hilkişiyaye ser xênî û li ber kuleka tifikê
gazî jina xwe dike.
- Lê Hedlaaaa! Hedla derî veke ji bo xwedê.
Rebenê dilê wê pê dişewitî, bavê 3 zarokên wê bû. Lê zarok jê ditirsiyan, dîn î perçe bû. Hedla bi girî dibêje:
- Here ez derî li te venakim. Zarok ji te ditirsin. Here jixwe re têkeve berqefa derekê.
-
Hedla qîzê ez baqil bûme. Ma tu nabînî ez ji kûçikan ditirsim, bi dizî
hatime ser xênî ku kûçik min nebînin. Derî veke ez ê bêm hundir.
Dema
ku qala kûçikan dike Hedla fam dike ku bi rastî jî tiştek heye. Bi lez
direve derî vedike. Bi rastî jî baqil bûbû, tu dînîtî mînîtî pê re
nemabû.
Îcar wî mesela xwe ji me re got:
"Ez
bûm û çend hevalên min hebûn. Bi roj û şev em bi hev re bûn. Kincên
wisa xweşik li me bûn, sîlehên wisa xweşik di destên me de bûn, bila we
bidîta. Rojekê ez hatim nav gund û kûçik hatin min, ez ketim xwarê, min
nehişt ku ew sîleha wekî qîzekê têkeve nav heriyê, min bilind kir
elahwekîl.
Me dawet li dar dixistin, lo me rojên cejnan pîroz dikir, hema çi û ne çi.
Îcar
şeva borî em ji Sûsikê dihatin Pozê Bîran. Me got em li Kanîka Kewan
hinek av vexwin û herin li Pozê Bîran goştê çûkan bixwin. Yekî got em di
nêzî Şasar de neçin. Min jî got: Law Şasar ne tiştek e. Bavê Hecî
Ubêdila di Şasar de veşartine, goristana wî ye. Niha jî goristana
malbata wan e, miriyên xwe li vir vedişêrin. Malek ji xwe fedî dikin,
zerar ji wan nayê.
Gotinek
ji min, yek ji wan camêran gotin em di wir de derbas nabin. Wele min
got hûn di ku re diherin herin, ez ê di wir re biçim. Yabo dema ez di
nêzî Şasar re derbas nebûm... Hema min dît yekî bejindirêj û ji Şasar
derket. Bi lez ber bi min ve hat. Sîleyek wisa li ser çavên min xist û
got: Tu çi dikî li van çol û çepelan, nîvê vê şevê û şilfî tazî? Zarokên
te tî û birçî li mal in, çi karê te heye li van deran? Hema ku min hew
li xwe nihêrî ez şilfî tazî me. Şev nîvê şevê ye û darekî xwaromaro jî
di destê min de ye. Ne hevalên min hene û ne kes. Min bi lez berê xwe da
Meşkîna û ez hatim. Aha mesela min ev e."