DÎSA LI K’URDSTANÊ HEWAR E!
... Ev êdî çend r’oj in, ji hêlekê va cîhana îsalamê cejna R’emezanê pîroz dike, lê ji hêlek a dinê va k’omên k’irêt, ên ku ji navê îslamê t’evdiger’in, di R’ojavayê K’urdistanê da k’omkujîyan pêk tînin. Dîsa li k’urdan r’akirine fermane! Û dîsa li k’urd û K’urdistanê hewar dak’etye, dîsa meş û mîtîng û civînên çapemanîyê tên lidarxistan, û dîsa, wek berê, wan bûyer û kiryaran şermezar dikin...
Di vê navberê da ji cîyên cuda ên Sovêta berê û R’ûsîyayê k’urdên me yên vê herêmê hest û nêr’înên xwe tînin zimên. Ew t’êlêfon dikin, bi întêrnêtê nameyan dinivîsin, dibêjin, k’ela dilê xwe dir’êjin, dik’ewgirîn û ...dibêjin:
Ma îslam jî weha dibe, dema t’evkujîya Helebçê, hîç dewlet û r’êxistineke cîhana îslamê deng dernexist... Ma ne, ew çi ku pêk tê, ji navê wan dibe, ma ne, ew pirsa şan û şerfa wan a mirovî ye. Ji k’urdan bêhtir, divê ew li k’urdan xwedî derk’evin, ji bo ku navê xwe yê mirovî bip’arêzin, ji bo ku bikaribin bi r’ûyê vekirî li ç’avê mirovahîya t’evaya cîhanê binihêr’in! (Silêman ê Emer, Kirgizistan).
Êdî bes nîne, em dijmin şermezar bikin? Ma mirov jî dijmin, kujer û wêrank’arên welatê xwe şermezar bike? Mirov divê her bi ç’eka dijmin bersîva dijmin dide. Ew me dikujin, welatê me wêran dikin, û... em jî wan şermezar dikin! Ma wisa dibe? Gelo êdî ne bes e?!
Em divê ên nav xwe, ew k’urd, ên ku ji bo berîka xwe, ji bo ku zikê wan hert’im t’êr be, r’ûmeta net’ewî, xwîna van jin, zar’ok, kal û pîrên me yên bê sûc û guneh didin devê van gur û çeqelan, van hov û haran. Ma ne bes e, ma berîk û zikên wan nedir’ayn? A, divê em van şermezar bikin! An – na! (Xidir ê Barî, Krasnodar/R’ûsîya).
...Xwedê min qurbana wê axê bike, a ku li ser wê gelê me weha şer’ dike û xwîna wî dir’ije, ji bo azadîya xwe berxwedide! Ez pîrejinek im, destê min nagihîje wan, ku ez li pey gêrîlayên me bimeşim û şûna nigên wan maç’ bikim. Ez qurbana we bim, k’urdno, li dora van bicivin, bibin yek û welatê xwe bip’arêzin!...(Gulçera Semend, Stavropol/R’ûsîya).
Ev t’enê çend gotin û name bûn, ên ku min r’êdakte kirin û li vir danîn.
Helbet, ez dibêjim, gelek k’urdên me jî wê îmza xwe di bin van gotinan da danyana, û minê jî danya...
R’ast hatye gotin: “Bi zarê gel Xwedê diaxive!” Heya k’engê emê bi xwe bi hev r’a siyasetê û dîplomasîyê bikin? Heya k’engê emê kirên net’ê û neçê yên hev veşêrin? Ma, eger yekîtîya me hebûya, hemû k’urd bi yek dilî, yek r’ewan û ramanê, bi yek dengî li gel û welatê xwe xwedî derk’etana, gelo wê ev t’evkujî, wêran û t’alanê bihatana serê gelê me?
…Baş e, ku partî û r’êxistinên Başûrê K’urdistanê jî daxwîyanîyek a hevbeş a şermezarkirina wê t’evkujîyê, ya ku di R’ojavayê K’urdistanê da li dijî lê me pêk hatye, dan, Lê gelo ev t’êrê dike. K’a, helwesta Hukumeta Herêmê? Ma êdî pêşmerge, hêzên wir ên t’aybet, tank û t’opên wan li k’u man? Lê ew ji bo çi û ji bo kê ne, eger wê r’ojên oxirmê giran da kêrî gelê xwe neyên? Vê jî li hêlekê bihêlin, lê k’a alîk’arîya mirovî, çima dergên sîînor venabin, çir’a alîk’arî naçe? Ma ne ew jî parç’eyekî gelê me ye! Û, divê bê gotin, îro gelê me yê herî hêja li vir e, ji ber ku îro ew berxwedide! Ma ew zar’okên li wir ji ç’eka dijmin jîyana xwe ji dest didin û ji birçîyan nikarin bilivin, zar’okên k’ê ne. Ma bi çi dilî emê li poêşer’oja xwe binihêr’in? Ma emê ji wan r’a çi bibêjim?
Îro di cîhanê da dengê piştgirîya gelê R’ojavayê K’urdistanê bilind dibe, gelek dibêjin, ku divê ev pirs bik’eve r’ojev sazî û r’êxistinên navnet’ewî. Belê, r’ast e! Başûrê K’urdistanê îro êdî xwedî statûsekê ye, ez dibêjim r’êvebirîya wê dikaribû ev înîtsîtêva hilda destê xwe, pirsa R’ojavayê K’urdistanê bigîhanda sazî û dezgehên R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, heya Şêwra Ewlek’arîyê...
Divê hemû hêz û derfet’ên net’ewî bikevin xizmeta gelê me yê di r’oja teng da.
An – na, wê rojê bê, gelê pirsê ji me hemûyan jî bike!
Her çiqas jî alîk’arî û piştgirîya navnet’ewî pêwîst û girîng e, lê dîsa jî bêyî me - k’urdan bi xwe nabe. Di vê r’ewşê da t’enê Yekîtîya Net’ewî dikare me ji vê r’ewşa bêr’ûmet derîne. Tirajêdîya me ne di wê da ye, ku dijminê hov û har di welatê me da t’evkujîyan pêk tîne, tirajêdîya me di wê da ye, ku îro hinek di nav me da p’ara xwe di van t’evkujîyan da nbînin, û hewl nadin, ku dest nabin xwe, ji bo ku wê tirajêdîyê r’awestînin.
Ez bi gelê me bawer im, di van r’ojên teng da, ewê hemû hêzên xwe berevî ser hev bike û mafê xwe yê mirovî û net’ewî dest bîne. Careke din divê bê gotin, ku gelê me yê R’ojavayê K’urdistanê, yê ku me hemûyan jêr’a bi şêrinahî “Başûrê Biç’ûk” digot, di dema xwe da ji hemû serhildanên p’arç’eyên dinê yên K’urdistanê r’a piştgirî û alîk’arî kirine, şoreşger û r’ewşenbîrên p’enaber ên siyasî di r’uh û dilê xwe da hewandine û li wan xwedî derk’etine, îro di r’ojên teng r’a debas dibe... Naha jî dora k’urdên p’arç’eyên din û yên hemû cîhanê ye, ji xwîşk û birayên xwe yên R’ojavayê K’urdistanê r’a di wê têk’oşîna wan a bêhempa da bibin yek, li têk’oşîna wan xwedî derk’evin, ji ber ku ew p’arç’eyekî têk’oşîna net’ewî-giştî ye...
Îro şan û şerefa me ya net’ewî di R’ojavayê K’urdistanê da bi binp’êbûnê r’a r’ûbir’û ye!
Îro binet’ewbaûna me di R’ojavayê K’urdistanê da înt’ihama demê digire!
Îro ji her demê bêht’ir Yekîtîya Net’ewî me divêt!
Îro dive hemû r’aman, derfet û hêzên me yên net’ewî ji bo r’izgarîya R’ojavayê K’urdistanê û gelê me yê wir bik’evin t’evgerê û k’ar bikin!
Ev e erênî û fermana demê!
Ezîz ê Cewo