…DÎSA LI SER PIRSA ALFABÊ
ZIVIR’, ZIVIR’, DÎSA LI VIR!
Van demên dawîyê Ajansa nûçeyan a Firatê li ser kêmasîyên alfabêya k’urdî, ya ku li ser bingeha tîpên latînî di dema xwe da Mîr Celadet Bedirxan amadekiribû, bi rêze r’ewşenbîran r’a gotubêjek pêkanîbû û bi zimanê t’irkî weşandibû.
Û piştî vê dest bi pêlek a nû ya goftûgoyan bû. Helbet, ew, ku govtûgoyên li ser zimên, pirsa alfabê û, her weha, pirsên girêvterî van aktîv dibin, tiştekî baş e. Lê dema ew goftugo xwe dubare dikin û ne li ser bingehek a zanistî di cî da dizivirin, ew nikarin pirsgirêkên zimên bi zanistî r’avebikin.
Wek ku xudanên van gotarên vê dawîyê jî dinivîsin, goftugoyên li ser kêmasîyên vê alfabêya k’urdî ne nû ne.
Gelo mirov dikare bibêje, ku ev pirsgirêkek a ewqasî giran e, ku zanîyarên k’urd nikarin ji wê r’a bibin bersîv? Helbet, na! Li vir ne ewqas pirsa zanista di derbarê zimên da ye, çiqas helwesta hinek r’ewşenbîrên mê ya sûbyêktîv e, yên ku zanistê di kesayetîyekê da dixitimînin û r’ê li pêşîya zanistê û pêşvaçûna wê digirin. Tû pêwendîya pirsgirêka alfabêya k’urdî bi Mîr Celadet Bedirxan an jî kesekî din r’a nîne, ev pirs pirsek a zanistî –praktîkî ye: çend fonêmên zimên hene, divê ewqas jî tîpên wî hebin.
Hew!
Di derbarê van pirsgirêkan da, di derbarê rola Mîr Celadet Bedirxan û hinek tiştên din da min çend sal berê di gotara xwe ya “…DÎSA LI SER PIRSA ALFABÊ”da nivîsî bû û ew di çend weşanên me da hatibû weşandin. Û ji ber ku îro dîsa ew pirsana dubare dibi, û ji ber ku rastîya vê pirsê jî her yek e, mirov çend caran jî bibêje, wê dîsa heman rastyê bîne zimên, ez wê gotara xwe careke din derdixim ser goveka goftûgoyan.
E. C.
Gengeşî didomin…
…DÎSA LI SER PIRSA ALFABÊ
Ezîz ê Cewo
Van demên dawîyê govtûgoyên li ser zimên, pirsa alfabê û, her weha, pirsên girêvterî van aktîv bûne. Û di nav van govtûgoyan da hinek jî digihîjin r’adeya gengeşîyên germ. Ev jî ji hêla xwe va pirsan derdixin holê, yên ku bersîvên zelal dixwazin. Di nav wan da ya here balk’êş gengeşîya li ser alfabêya k’urdî ye. Di vî warî da jî gotarên mamostayên hêja dr.dr. Zerdeşt Haco (“Alfebêta Erebî û Zimanê Kurdî”, www.pen-kurd.org , 26. 02. 2007) û Huseîn Habaş (“Liser elfabeya latînî kurdî”, www.pen-kurd.org , 23. 02. 2007) balk’êş in û xwedî nirxekî zanistî ne. Wek ku ji van gotaran mirov têdigihîje, îro hinekan pirs avîtine holê, k’a divê k’urd bi kîjan alfabêyê binivîsin: bi ya erebî yan bi ya latînî?
Bir’êz Zerdeşt Haco ji dema p’eydabûna nivîsê di dîroka mirovayîyê va destpêdike û tê- digihîje r’ojên me, û bi zanistî xwendevanê xwe digihîne wê dîtinê, k’a çima, wek prênsîp, bik’aranîna alfabêya erebî ji bo zimanê k’urdî kêmtirîn derfetên xwe heye, ne ku ya latînî. Û wek yek ji prênsîpên sereke jî bir’êz Zerdeşt Haco wê tîne, ku “… elfebêta latînî ya zimanê kurdî … elfebêteke phonologî ye, ango tîpên wê fonêm in, mînak: bar, car, çar, dar, har, jar, kar, mar, par, sar, tar, war, yar, zar. b, c, ç, d, h, j, k, m, p, s, t, w, y û z fonêm in”.
Lê gotara bir’êz Huseîn Habaş bersîvek e ji bo nivîsa Necatî Ebdulla ya “Be latînîzekirdin yan be kemalîzekirdinî elfabêy kurdî”, ya ku li Bêrlînê hatye weşandin (“Kurdnasî”, 2005). Wek ku ji sernivîsa gotarê jî tê xuyan, Necatî Ebdulla bik’aranîna alfabêya latînî guneh dihejmêrîne, ji ber ku di dema xwe da K’emal At’at’ûrk jî li ser wê bingehê alfabêyek ji bo t’irkî pejirandye… Li vir her mirovek wê bi xwezayî ji vî camêrî bipirse: “Alfabêya tirkî -at’at’ûrkî ji ber ya latînî hatye girtin, an berovajî vê?”
Eger wek gotina kekê Necatî Ebdulla be, wê demê k’urd divê erebeyên ewropî û amêrîkî an teknîkên din ên wan bik’arneynin, ji ber ku t’irk jî wan bikartînin, an jî hinek ji wana li T’irkîyayê jî tên berevkirin (mantajkirin). Ma çi p’êwendîya nêzîkbûneke weha bi vê pirsê û zanistê r’a heye? Alfabêya latînî li k’u, û t’irk li k’u! Bi tîpên latînî bi dehan gel li Ewropayê û Amêrîkayê, li Afrîkayê û Asyayê, Awstralîyayê û deverên din ên cîhanê dinivîsin. Bi van tîpan di dîroka mirovayê da şaristanî hatine avakirin, zanist pêşk’etye…Bi dîtina min, hîç hewce jî nake, mirov li ser pirsên weha bik’eve gengeşîyê.
Lêbelê li vir tiştek balk’êş e: helwestên weha bingeha xwe ji k’u digirin?
Wek ku tê zanîn, alfabêya erebî piştî êkspansîya ereban li gelê me hatye ferzkirin. Ew hêmanek a erebkirina gelan bûye. Ev alfabê bûye ç’ekekê ji bo bişavtina çandî û t’evkujîya sipî. Ew, ku îro di nav me da nêrînên weha dertên, ev jî encama pêvejoyeke zêdetirî hezar salan e. Ji bo wê jî, di dema xwe da Bedirxanê mezin, dema tîpên latînî ji bo k’urdî hilbijartye, xwestye gîyan û mejîyê k’urdan ji êkspansîya erebkirinê û t’evkujîya sipî r’izgar bike û bip’arêze. Ji bo wê jî mîsîona dîrokî ya Mîr Celadet Bedirxan ji bik’aranîna vê alfabêyê mezintir e (her weha binihêr’e: “Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê”, www.pen-kurd.org , 26. 09. 2006). Bik’aranîna alfabêya latînî bi serî xwe armancek nîne, ew derfetek e- ji bo armanca mezintirîn. Ji bo wê jî, eger îro ji hêla zanistî va hinek goftûgo li dora vê alfabêyê pêk tên jî, ev tê wê wateyê, ku jîyan r’anewestyaye, ku her tişt di nava liv û guhartinan da ne, ku jîyan didome... Lê ya sereke, eger di dema xwe da ev alfabêya latînî ya Bedirxnê mezin dernek’etibûya, îro k’urdan wê serê xwe bêşanda, k’a çaw xwe ji ya erebî rizgar bikin, ji ber ku:
- Alfabêya erebî bi sazîya xwe va bi t’u awayî bersîva sazîya fonologî ya zimanê k’urdî nade, û ji bo bik’aranînê p’ir’ dijwarîyên wê hene;
- ew ç’eka destê hêzên derva bûye, ji bo dagerkirin û bindestkirina mejî û gîyana me ya net’ewî; û, eger k’urd bixwazin xwe ji bindestîyê r’izgarbikin, divê berê pêşin xwe ji wê t’or’ê r’izgarbikin, a ku dagerkeran bi vê alfabêyê li dora r’uh û mejîyê me hûnandine.
Û, ji bilî vê, alfabêya latînî-k’urdî ji hêla p’ir’anîya gelê k’urd va wek alfabêya k’urdî ya giştî hatye p’ejirandin, û di nav beşên gel ên din da jî daxwazek li holê ye, ji bo ku hemû gelê k’urd alfabêyekê bik’arbîne, û ew jî ya latînî ye. Bi vî awayî wê aqara r’agîhandinê ya k’urdî bibe yek, p’êwendîyên zanistî, wêjeyî, siyasî, dîplomasî, aborî di nav hemû beşên gelê k’urd da wê li ser bingehekê bên meşandin. Berhemên wêjeyî, dîrokî, çandî, zanistî û yên din ên her beşekî K’urdistanê wê bi hêsane bibin destk’evtîyên beşên din jî. Û ev jî wê ji hêla xwe va pêvejoya sazbûna yekîtîya net’ewî hêsantir û zûtir bike.
Divê bê zanîn, ev nayê wê wat’eyê, ku em yekalî her tiştê ku bi alfabêya erebî hatye sêwirandiin, r’ed bikin. Na! Di sêrî da, r’êza me ji her çandeke her net’ewekê r’a heye. Lêbelê gelê k’urd jî, wek ku her net’ewek a cîhanê, xwedî maf e, ku r’eng û r’ûçikê xwe yê net’ewî bip’arêze. Ya din, ew berhemên çanda k’urdî, yên ku bi tîpên erebî ji sedsalên navîn û vir va hatine sêwirandin, dewlemendîya gelê k’urd a dîrokî ne, ew divê bên p’araztin, bi tîpên latînî bên guhêr’tin, ji bo ku bibin destk’evtîya hemû gelê k’urd. Ji bilî vê, di nav k’urdan da pispor hene û wê hebin jî, ên ku wê ziman, wêje û çanda ereban va mijûl bibin…
Û ya din jî, çiqas yên wek kekê Necatî Ebdulla di pirsa bik’aranîna alfabêyekê ji bo k’urdî da ne r’ast in, ewqas jî hinek kesên din ne r’ast in, ên ku teng nêzîkî pirsa alfabêya k’urdî ya latînî dibin.
Wek ku tê zanîn, zanist tê wat’eya dînamîkê, pêşveçûnê. Zanista ku r’awestya, an jî bû dogma, dimire. Bi nêrîna min, eger xudanê alfabêyê zêndî bûya, wê bi awayekî din li gelek pirsan binihêrya, û anegorî mercên îro, wê guhar’tin jî bikirinayê. Mînak, wek ku kekê Huseîn Habaş dinivîse, dema ku Bedirxan alfabêya latînî ji bo k’urdî amade dike, “hejmara tîpên elfabeyê 36 bûn”.(r.8) Û, ji bilî vê, dîsa, wek ku di vê gotarê da tê gotin, “Jibona elfabê bibe hîmê nivîsê ji her zaravekî kurdî re, ew sala 1930-î Tawfîq Wehbî li Shamê dibîne û elfabêyên xwe didin berhev ta jê elfabeyeke yekbûyî amadebikin, <?xml:namespace prefix = st1 ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:smarttags" />lê T. Wehbî digot ya min hin ne temam e. C Bedirxan derxistina Hawarê bêtirî pênc mehan bi derengî xist, ji bo çavrêkirina hatina elfabeya T. Wehbî, dema bersîv nehat, êdî bêhêvî ma û kovara xwe belavkir.” Ev hemû agahîyên balk’êş in, û didin xuyan, ku, her çi jî bê gotin, divê mirov berfirehtir pirsgirêkê hilde dest û bi k’ûrayî binirxîne.
Eger mirov van agahî, nêrîn û dîtinan bîne bal hev, wê çi derê holê?
Li vir t’u guman nîne, ku alfabêya latînî, ya ku Mîr Celadet Bedirxan ji bo zimanê k’urdî amadekirye, bêt’ir li sazîya fonologî ya zimanê k’urdî tê. An, wek ku kekê Huseîn Habaş dinivîse, “hema hemî dengên k’urdî pê dertên”. Lê, eger bi xwe Celadet Bedirxan di dema xwe da ji bo ku elfabêya wî bibe hîmê nivîsê ji her zaravekî kurdî r’a, li Şamê T’awfîq Wehbî dibîne û dixwaze alfabêya xwe û ya wî hemberî hevbike, lê, ji ber ku ya T’. Wehbî ne amade bûye, ew bêt’irî pênc mehan li benda wî dimîne, lê T’. Wehbî nayê, ew êdî bêhêvî dimîne, bi derengî “Hawarê” diweşîne, ev tê wê wat’eyê, tiştê ku C. Bedirxan xwestine pêk bîne, hê mane. Ango, tiştên ku di dema xwe da, ji sedema mercên wê demê nehatine kirin, hene: wê demê r’ewş wisa bûye, merc û derfet ewqas bûne.
Ji bilî wê, eger em dibêjin, ku alfabê divê fonologî be, divê bi du standartan nêzîkî pirsa tîp û fonêman nebin. Wê demê fonêmên ç’ (ç’ar), k’(k’ar), p’(p’ar), t’ (t’a), r’(ber’) li k’u man? Ma ne di zimên da ew deng dibin xwedî tîp, ên ku, dema di p’eyvê da bi dengekî din tên guhar’tin, wat’eya wê p’eyvê tê guhartin, ango ew dibe p’eyveke din, an jî bêwat’e dibe. Dengên weha di zimanzanîyê da fonêm tên navkirin.
Ev xwe serê xwe ne armancek e, eger em nivîseke nenas bidin yekî, yan bi xwe bixwînin, ev cudayîyê destxweda xwe bide xuyan (em li pêvekê binihêr’in!).
…Ji bilî vê, dema di nav me da li ser alfabêya k’urdî tê axavtin, t’u k’es ya Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov (1928) nayne zimên jî. Eger tînin jî, t’enê bi wê sedemê, ku “di wê da dengên tîpên erebî jî hebûn”. Belê, di vê alfabêyê da tîpên ji bo fonêmên bîyanî jî hene, yên ku bi p’eyvên bîyanî r’a derbazî nav zimanê k’urdî bûne, û cîyê wan divê di alfabêya k’urdî da nînbe. Ew jî ev in: e’ (e’reb, E’lî), x’ (bax’, ax’a) û h’ (h’ur’, H’emîd). Lê bi van r’a ç’, k’, p’, t’, r’ jî di vê alfabêyê da hene, yên ku tîpên fonêmên kurdî ne. Û ev jî ji sazîya zimanê k’urdî ya xwezayî tê…
Ma ne, dema di welatê me da ji hêla dagerkeran va li ser zimanê me qedexe hebûye, li Yekîtîya Sovêtê ev alfabê ji hêla komîsîîjneke zanyaran va hatye p’ejirandin, di akadmîyê da lêk’olîn û lêger’înên zanistî pêkhatine, di xwendegeha (k’olêc) pêdagogî ya k’urdî da ji bo dibistanan bi wê mamostayên ziman û wêjeya k’urdî hatine p’erwedekirin, p’irtûkên dersan û yên wêjeyê hatine weşandin, di dibistanan û xwendegehan da p’erwerde bi wê alfabêyê hatye meşandin!
Ma tiştê mirov ji vê hilde, nîne?
Wek ku tê zanîn alfabê hêmanek e, ji bo ku bi zimanekî binivîsin û bixwînin. Û, wek ku her zimanek bi demê r’a tê guhar’tin, her weha alfabê û r’êzimanên wan jî tên guhar’tin: eger em li alfabê û r’êzimanên cuda û zimanzanîya giştî yên destpêka sedsala XX û r’ewşa wan a naha hemberî hev bikin, emê bibînin, k’a çi û çiqa guhar’tin di wan da çêbûne!
Û, eger em di derbarê alfabêyekê ji bo zimanê k’urdî da diaxivin, û dixwazin, ku ji bo hemû zaravên k’urdî alfabêya latînî bê bik’arbînin, heya mirov dikaribû alfabûya T’. Wehbî jî banîya holê… Ji bo hemberhevkirina cêr’ibandin û nê’rênên cuda yên di vî warî da. Ji ber ku ji hêla deng-fonêman va jî cudayî di nav zaravên k’urdî da hene…
Belê, gengeşî didomin: hinek jinûva wat’edarkirina p’ejirandina alfabêya k’urdî-latînî va mijûl in, hinek hewl didin jinûva mezinayîya Mîr Celadet Bedirxan li gelê k’urd bidin nasîn û p’ejirandin, hinek dixwazin ji hêleke din va r’ola Bedirxanê mezin r’ave û wat’edar bikin, têbigihîjin û bidin têgihîjtin. Ev hemû jî normal e û hemû jî ji k’arê Bedirxanê mezin û wê r’ola wî tê, ya ku di dema xwe da wî di dîroka gelê k’urd da lîstye.
Îro t’u şik û guman nîne, ku bi sazbûna alfabêya Celadet Bedirxan gelê k’urd di dîroka çand û wêjeya net’ewî da k’etye serdemeke nû. Û di pêşer’ojê da wê hê gelek nivş li ser wê bingehê, ya ku wî danîye, bigihîjin û berhemên hêja bisêwirînin. Lêbelê, îro wêje û çanda k’urdî bi hinek pirsgirêkan r’a r’ûber’û ne, yên ku bendî ç’areserîya xwe ne.
Bi yekalî r’edkirina hebûna pirsgirêkan, an li ser hebûna wan ç’avê xwe girtin, wê bê wê wat’eyê, ku em bi xwe xwe dixapînin û wan pirsgirêkan ji zar’okên îro- k’urdên pêşer’ojê r’a dihêlin.
Ji bo wê jî, ji bo ku em bi xwe li dijî r’êzikên zimanzanîyê neçin (mînak, ya deng –fonêm –tîpan), ji bo yên ku zanista di derbarê zimên da dizanin, me di cotstandartîyê an tiştên din da t’ewanbar nekin, an jî bi wê yekê em fersendê nedin destê wan, ên ku berê me didin tîpên erebî, divê bi zanistî li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî r’awestin û bigihîjin encamên hişmendî.
Bi t’aybetmendîyên xwe yên fonologî va sazîya dengan a her zimanekî ferz dike, ku bi alfabêyê divê hemû fonêmên wî bik’aribin bên bilêvkirin…
Û k’urdî jî yek ji wan zimanan e!
___________________________
PÊVEK
Ji bo ku bê zanîn, k’a çi cudayî di navbera xwendina nivîsa k’urdî ya bi tîpên ç’, k’, p’, t’, r’ û ya bêyî wan da heye, em van herdu cudaşêwazên heman nivîsê ji bo xwendin û hemberhevkirinê pêşnîyar dikin:
DÎMEN
Meta Nenê bera kevn a hizhizî ya pînekirî hilda, destê nevîyê xwe girt û berê xwe da wan ber û zinarên hemberî gund. Gihîşte cî, ber lî ser ber raxist û nevîyê xwe li wir da rûniştandin. Her tişt li wir ker û bêdeng bû. Meta Nenê nan derxist kir du keran, yek da destê zarokê, sêveke sor jî ji tûrik derxist, ew jî ker kir, para xwe girt xwe, rûnişt û bi hesreteke nebînayî li rêzeçîyayên hember dinihêrî.
Li fêza wan ra kerê pêz derbaz bû, du seyên gurêx li rex şivanê gund- Hemzo bûn, yek jî li dû kêrî dihat. Li dora kêrî sê –çar ker jî hebûn. Li ser yekê cil û xurekê şivîn bûn. Li wan deran birek kar jî diçêryan. Maka wan li dûrî wan diçêrya, lê dem bi dem berbi wan dizivirî, karikên xwe dinihêrî û dîsa zilên gîhayê hişkbûyî leber dikirin.
Şivan li serfêza kerîyê xwe li ser berekî mezin rûniştibû û ketibû nava mitaleyan. Ewî karê xwe yê wê salê serkevtî didît: kara wî ji zirarê zêdetir bû, gur neketibû nava kerê wî, kulekek a wî jî di tevî-teyrokan da neçûbû.
…Berbi êvarê va diçû. Hemzo berê kêrî da milê guhêrê. Divê demekê berî demekê xwe li wir ra bigihîne, ewrên baranê bêvila xwe daliqandibûn û hatina baranê bêfitya bû. Ewî kerê xwe bi axil ra gîhand. Li ber êxil holkeke şivanan hebû, derîkî wê bû, û lopek li ber da dardakirîbû, û di banê wê da jî kulekek bû.
Hemzo di holika xwe da pal dabû, gohê wî li dengê dilopên baranê, yên ku li şûşeya kulekê dik’etin, û cixara xwe hecam dikir…
Di bin dengê baranê da Hemzo hey dihênijî, car bi car wek xewnerojkan rojên zarotîya wî yên çûyî-bihurî dihatin ber çavê wî… Di xewnê da ew zaro bû û dayka wî jî zêndî bû, ji wî ra digot: “Kurê min, bizanibe, tu yî çar û hêvîya me, xêncî te kesekî me nîne, rex wan ên xirab nekeve, di gura bavê xwe da be, kurê min!..”
Ji barîna pêz û ewtîna kûçikan Hemzo ji cî vecêniqî, li xwe hesya, çavên wî tuje hêsir bûn- ew berxewa ji bîrîya dêya xwe giryabû…
Şivîn cilên xwe berev kir, şivdara xwe hilda û banzda derva. Ronîya steyrka berbangê ji tîrêjên tavê êdî dixeyîrî.
“Çawa baş e, ku hê payîz e, hê ji barîna berfê r’a demeke xurt maye!..”- Hemzo di ber xwe da bi nîvdengî ji xwe ra got û derê êxil vekir…
DÎMEN
Met’a Nenê ber’a kevn a hizhizî ya p’înekirî hilda, destê nevîyê xwe girt û berê xwe da wan ber û zinarên hemberî gund. Gihîşte cî, ber’ lî ser ber r’axist û nevîyê xwe li wir da r’ûniştandin. Her tişt li wir ker’ û bêdeng bû. Met’a Nenê nan derxist kir du keran, yek da destê zar’okê, sêveke sor jî ji tûrik derxist, ew jî ker kir, p’ara xwe girt xwe, r’ûnişt û bi hesreteke nebînayî li r’êzeç’îyayên hember dinihêr’î.
Li fêza wan r’a kerê pêz derbaz bû, du seyên gurêx li r’ex şivanê gund- Hemzo bûn, yek jî li dû kêrî dihat. Li dora kêrî sê –çar k’er jî hebûn. Li ser yekê cil û xurekê şivîn bûn. Li wan deran bir’ek kar jî diç’êryan. Maka wan li dûrî wan diç’êrya, lê dem bi dem berbi wan dizivir’î, karikên xwe dinihêr’î û dîsa zilên gîhayê hişkbûyî leber dikirin.
Şivan li serfêza kerîyê xwe li ser berekî mezin r’ûniştibû û k’etibû nava mitaleyan. Ewî k’arê xwe yê wê salê serkevtî didît: k’ara wî ji zirarê zêdetir bû, gur nek’etibû nava kerê wî, kulekek a wî jî di tevî-teyrokan da neçûbû.
…Berbi êvarê va diçû. Hemzo berê kêrî da milê guhêr’ê. Divê demekê berî demekê xwe li wir r’a bigihîne, ewrên baranê bêvila xwe daliqandibûn û hatina baranê bêfitya bû. Ewî kerê xwe bi êxil r’a gîhand. Li ber êxil holkeke şivanan hebû, derîkî wê bû, û lopek li ber da dardakirîbû, û di banê wê da jî k’ulekek bû.
Hemzo di holika xwe da p’al dabû, gohê wî li dengê dilopên baranê, yên ku li şûşeya k’ulekê dik’etin, û cixara xwe hecam dikir…
Di bin dengê baranê da Hemzo hey dihênijî, car bi car wek xewner’ojkan r’ojên zar’otîya wî yên çûyî-bihurî dihatin ber ç’avê wî… Di xewnê da ew zar’o bû û dayka wî jî hê zêndî bû, ji wî r’a digot: “Kur’ê min, bizanibe, tu yî ç’ar û hêvîya me, xêncî te k’esekî me nîne, r’ex wan ên xirab nek’eve, di gur’a bavê xwe da be, kur’ê min!..”
Ji bar’îna pêz û ewt’îna kûç’ikan Hemzo ji cî vecêniqî, li xwe hesya, ç’avên wî t’uje hêsir bûn- ew berxewa ji bîrîya dêya xwe giryabû…
Şivîn cilên xwe berev kir, şivdara xwe hilda û banzda derva. R’onîya steyrka berbangê ji tîrêjên tavê êdî dixeyîrî.
“Çawa baş e, ku hê payîz e, hê ji barîna berfê r’a demeke xurt maye!..”- Hemzo di ber xwe da bi nîvdengî ji xwe r’a got û derê êxil vekir…