Efsaneya çar pakrewanan
Ji bav û kalan diyarî ye, ji me re ew niştimane!
Ew di roja me de jî li ser xwe Kurdan dihewîne.
Her ew e, ya di bin pêyan de, têye pelixandin.
Bi fermanên hov her cih qirêj e, xwîn û rewan,
Jiyana rojane ji hemî Kurdan re bûye zindan!..
Ji azadiyê re serhildan, bi sewda ya xwezgînî,
Bihar hembêza xwe vedike, ji Kurd re mizgînî!..
Li ser xaka Kurdistanê Newroz, ji gel re pîroz,
Li sranserî welat bi tîrojên xwe ronyê belav dike...
Di destpêkê de dinya agir bû, pişt re hewa û av!
Di dawî de çar pakrewanên hêja xwe avêtin nav!
Ji zilmê re rik, ji dîrokê re serhildana Kelha Amedê,
Bi heybeta xwe ya berz, ew ji Kurdan re bû destan!..
Bi raperînan, yekem car li wir, dîrokê rûpel nûve kir,
Wê salê, ew roja naye bîrkirin ya bîstûyekê Adarê de,
Newroz bi hilatina rojê, hemî sirûþt rabû, bi xwe hat.
Ji her çar aliyan re tîrojên xwe þandin, heya rojhilat!
Hêsin hat avdayîn, ew bû polad, pakrewan dîsa rabûn,
Wan jî bi þewqa xwe, ronahiya rojê zêdekirî bûn!..
Yê bûyî pêt, destpêkê de agir dibarand, ew Ferhad bû,
Dûv re yên bi hêviyên mezin Mahmud, Necmî, Eþref çû.
Çar şemdan bi hevketin, sirrên xwe bi hevra veşartin...
Îro yên ji bo azadiyê disotin, agirê xwe ji wir girtine,
Bi wî agirî, di pêþbirika azadiyê de ew her serketine.
Yên pey rizgariyê ketin, ber bi lûtka bilind dimeþine,
Ji wan yek bikev, yên dorê de heyî ciyê xwe digirine!..
Ewên ku dîrok afirandin,
Ewên ku xwe ji bo gel fîda kirin!..
Naxwazim wan bi nav bikim tek û tek,
ji ber ku îro de efsanê ye her yek!..
Ew çarên bê tirs ku ji mirinê re kenê xwe dikirin,
Wan ji bo azadiya Kurdistan hevdu hembêz kirin!
Ew wek yek kulm, tev de bûn goþt, hestî û xwîn,
Ne çar can, bûne yek can, hemî bi hevra şewitîn!..
Dest dan hev, berz û bala bûn, di hestên netewî de,
Ji bo dîrok destan binivîsîn, ew bûyî bûn xwezgîn!..
Zindan hemî bû yek,
Hêrs hatî bû şidandin!
Her ew celad dipeqî,
Ziravên wan jî diteqî!
Levên wan ji tirsan
Qelîşîn bûne xwîn...
Ew çar pakrewan di navenda dîrokê de bûn alew,
Çûn, di nav tariyê de li wir bûne agir û peya bûn!
Çar endam yek bîstekê de her yek wek mûm bûn!
Ew roja dîrokî vir de, gelek fîdanan dîsa bejn da,
Ew mezin bûn, bûn daristanek azadiya Kurdistan,
Lek bi lek, wek berfenda çiyan, wan serî serhildan!
Ewa ku neyaran titirsîne, bi wê tirsê ya ku har tîne,
Ya heþên wan, dawî de ji serê wan dibe ew dêlalet,
Di xewna wan de zilma wan, ji wan re dibe xeyalet!..
Goya,
Heye
Aşitî,
Evîn
Û bratî!..
Kanê?
Li ku ye?
Ew bi xwe
Hemî di lafan de
Her vala dimînin,
Ew derewên pûç,
Ew gotinên sosret!..
Kanê, li ku ye azadî?
Lê ew serxwebûn li ku ma?..
Ew dûr û nêzîk yê bibe rast!..
Tariyê rabe, roja geş li der,
Li ser gelê Kurd yê mazlum
Ewê tîroja xwe ronî bide ser!
Bêguman hemî beden bi lez in,
Ew di Newrozan de sorgewez in
Û dibin wek þemdanên bêhiştê...
Yanê ew çar in,
Diþewitin, difirin,
Diçin cem roja sor!
Dixwazin wê zeft bikin!..
Carekê tîr ji kovan hatî bû der,
Ew ber bi hedefê difire û diçe ser!
Di navbeyna pişbirika refên pêşî de
Ew dibe raperîn, di mejûyê xwehesî de...
Lêhiya azadiyê ji çiya û baniyan têye,
Dibezin, dilerzin ji bo deryayek bê serûbin,
Ew dibe şîara ji nû ve xwehêsîna milyonan!..
Bes ji wan yek e, ewên ku nemir, serboriya çaran!
Roj yê bê, destana rizgariyê yê bi tîpan bêye xemilîn,
Ji gotinên zêr û zîv, navê çaran yê di serî de were nivîsîn...