1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Em BDP'yeke Çawa Dixwazin
Em BDP'yeke Çawa Dixwazin,em,bdp,yeke,çawa,dixwazin

Em BDP'yeke Çawa Dixwazin

A+ A-

Di dîroka têkoşîna legal a azadî û demokrasiyê de HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DEHAP Û DTP girîng bûn. Lê, wekî mînakeke biçûk, van partiyan Rêzikname û Bernameya xwe tu caran di qadeke berfireh de pêşkêşî gel nekirin. Jixwe pêwistî bi tiştekî wisa nedîtin. DTP ne tê de, yên din jixwe nikaribûn armancên xwe di vî warî de binivîsin jî. Ji ber ku daxwaza gelek endamên van partiyên ku hatine girtin ew bû, ku Kurdistaneke Serbixwe û ji Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê veqetiyayî, yekgirtî û sosyalîst were avakirin. Lê di DTP'ê de baweriya pirtir endaman ew e ku hedef û armanca wan êdî mezintir e. Sedema ku di demokratîkirina Tirkiyeyê de israr dikin jî ev bixwe ye. Her wekî ku kurdên Herêma Kurdistana Federal di demokratîkirina Iraqê de bi qasî hêza xwe hewil dan û heta astekê bi ser ketin.

BDP, di qada yasayî de êdî daxwaz û armanceke ku nikare binivîse û bîne ziman xeyal nake. Ji ber ku Kurdistaneke teng nafikire, herêmeke ku kurd, ereb, tirk, faris, suryanî, ermenî, keldanî, çerkez, laz û hemû gelên din bi azadî lê dijîn, armanc dike. Ji bo vê armancê daxwaza demokrasiyeke pirtir, firehtir bes e. Ji bo wê demokrasiyê jî têkoşîneke bi rêk û pêk, xurt, berfireh û bi zanebûn bes e. Dûmahîk dimîne li bikaranîna demê.

Ji bo vê yekê, li gor fikra min êdî mirov dikare di qada Tirkiyeyê de Rêzikname û Bernameya BDP'ê pirtir bide xwendin, ku gotin û kirin pirtir nêzîkî hev bibin. Ji bo ku huqûq û pîvan ji aliyê her kesekî kurd ve were zanîn, parastin û bicihanîn, divê materyalên nivîskî esas bêne girtin. Ev yek, ji bo nivîs û huqûqa kurdan şûna gotinê bigire girîng e. Ev yek, ji bo kes nebêje "do wiha bû" û "îro wiha ye" girîng e. Ev yek, ji bo her kesek bikaribe paşeroja xwe binirxîne, pêşeroja xwe bibîne û garantiya tiştan çêke, girîng e.

DERBASKIRINA SÎNORÊ %10 Ê BENDAVA HILBIJARTINÊ

Heke em bînin bîra xwe, di hilbijartina 1999'an de li bajarên wekî Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr, Adana û yên din ên tirkan HADEP'ê pir deng stand. Lê ji wê salê heta 2009'an careke din ji wan bajaran ew rêje nehate bidestxistin. Ev jî dide xuyakirin ku potansiyeleke pirtir li bajarên tirkan heye, lê ew potansiyel encax bi xebateke cuda, xurt û fireh were bidestxistin.

Li bajarên kurdan rewş cuda ye. Mînak; li Mêrdîn hemû navçe tên standin lê navenda bajêr tê windakirin. Di hilbijartina dawî de dîsa bi hezar û pêncsed dengan hate windakirin. Ev jî nîşan dide ku li Mêrdîn xebateke ku ereban jî nexe hundirê xwe dê teng bimîne. Þaredarî bi ferqek biçûk were standin jî, ev yek dê bibe sedema ku ereb bajêr wekî ji dest çûyî bibînin. Li Bedlîs, Sêrt û Rihayê jî beşdariya ereban a têkoşîna demokrasî û azadiyê girîng e. Lê, li Bîngolê rewş cuda ye. Li Mûşê rewş bi rengekî din e. Li Meletî û Entabê rewş gelekî cudatir e. Ji bo sînorê %10 ê bendava hilbijartinê were derbaskirin, gerek BDP ji 7 bajarên tên standin wêdetir, nexşeyeke firehtir armanc bike. Jixwe armanc dike jî, lê tenê armanckirin ne bes e.

Ez bixwe difikirim ku armancên me yên di qada legal de carinan ne samîmî ne. Ji aliyekî ve em hemû Tirkiyeyê armanc dikin, lê li aliyê din li Stenbolê hêj me proje û bernameyeke ku 3-4 milyon kurdên Stenbolê armanc bike dernexistiye holê. Kurdên wir dibêjin "em ji partiya kurd re dixebitin, lê dengê xwe didin partiyeke din". Bi rastî jî encam ev e. Dibêjin "ji ber ku baweriya me tune em qezenc bikin, bi armanca ku dengê me vala neçe, em deng didin partiyeke din." Di hilbijartina 2009'an de bi hezaran kurdên welatparêz an neçûn ser sindoqê, an jî deng dan CHP'ê.

Kurd, divê bizanin ku heta ew tenê dengên kurdan armanc bikin û daxwazên kurdan tenê li ber çavan bigirin, dê tu caran nikaribin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Heta di rêveberiya Tirkiyeyê de nebin hevkar, dê tu caran li ser qedera kurdên Rojhilata Navîn hemûyî nebin xwedî gotin. Ev xeyal in, lê heke mirov ji bo xeyalên xwe tiştin zanistî bike, xeyal bi cih tên û dibin rastiyeke jiyanê.

Bêyî hevnavendên xurt ên Ankara û Amedê ev yek ne mimkûn e. Ji bilî vê jî divê di warê jin, ciwan û rêveberiya herêmî de hin model bên ceribandin. Mînak; li Norwecê kesekî ku dibe endamê Baskê Ciwanan her wisa ji aliyê şîrketeke partiyê ve tê sîgortakirin. Ew ciwan di 23 saliya xwe de malnişîn dibe. Êdî nikare di Baskê Ciwanan de jî bimîne, di beşeke din a partiyê de cih digire. Ev pergaleke rûniştî ye ji bo wan. Ji me kurdan ev çima ne mimkûn e? Heke îro nebe kengî ? Gelo dema em Tirkiyeyê hemûyî bistînin ? An tu caran? Li gor min, heta mirov modelên wiha dewlemend dernexe holê, jixwe rêveberiyeke demokratîk jî li Tirkiyeyê nayê avakirin.

Modelên bi vî rengî divê têkevin rojevê. Nîqaş û guftûgoyên di vî warî de ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê nîşana firehî, dewlemendî û mezinbûnê ye. Rewşenbîrên kurd çi li bakur, çi li başûr, rojhilat, rojava û Ewropa, divê bi serbestî beşdarî vê nîqaşê bibin û fikrên xwe bi awayê herî azad bînin ziman.

Têkoşîna di qada legal a Tirkiyeyê de, bêyî axaftin, nîqaş û guftûgoyê mezin nabe.


Gotinên miftehî :