Em ji pakrewanan re qerzdar in
Samî TAN
Ez niha li vê nivîsê li Amedê, li navenda rojnameyê dinivîsim. Her wekî gelek xwendevanên rojnameyê dizanin, 15’ê tebaxê salvegera rojanebûna Azadiya Welat e. Her wekî çawa Tevgera Azadiyê di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi hilperînekê çarenûsa gelê kurd guhart, rêveber û xebatkarên Azadiya Welat jî bi pêngaveke wiha xwest çarenûsa zimanê kurdî biguhêre. Ev pêngav jî di dîroka rewşenbîrî û rojnamegeriya kurdî de bû destpêkeke girîng.
Îsal hevalên rojnameyê pîrozbahiya salvegera rojanebûna rojnameyê û pîrozbahiya cejna vejîna gelê kurd kirin yek. Lewma jî salvegera rojnameyê tevî cejna vejîna gelê kurd li gundê Sîsê, li ser Şehîdgeha Şehîd Kendal hat pîrozkirin. Hevalan bi vê mebestê ez jî vexwendibûm pîrozbahiyê, wan ji min xwest ku li ser navê rojnameyê bi boneya salvegera rojanebûna rojnameyê, girîngiya rojnameyê di parastin û pêşvebirina ziman, çand û nasnameya kurdî de çend tiştan bibêjim.
Lê belê ji aliyê manewî ve li wir seqa û atmosfekeke pir giran hebû; li pêşberî giyanê pak ê wan şehîdan axaftin ji bo min hem rûmet û serbilindî, hem jî barekî giran bû. Li pêşberî wan pakrewanên ku ji bo doza azadiya gel û welatê xwe bûne cangorî axaftin ne karekî hêsan e. A rast di wê seqa û atmosferê de peyv hinekî bêwate dibin; nirx û qîmeta gotinan namîne. Ji ber ku em giş ji wan pakrewanan re qerzdar in, em mecbûr in doz û daxwaza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Ez bi xwe zêde ji ajîtasyonê hez nakim, li gorî baweriya min kirinek hêjayî hezar gotinan e. Lewma jî divê rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bi xebat û berhemên xwe layiqî wan cangoriyan bin. Şervanên azadiyê li seranserî Kurdistanê tiştê dikeve ser milên wan dikin, îcar dema ku em berê xwe didin qada rewşenbîriyê, mixabin li holê zêde tiştek nîn e. Erê gelek xebat hatine kirin, hin berhem jî hatine dayîn, lê belê hêz û xebateke birêxistinkirî li holê nîn e. Ji aliyê xebatên akademîk û rewşenbîrî ve qelsî û lawaziyek heye. Hê jî dema ku qala rewşenbîriyê tê kirin bi tenê çend nav tên bîra mirovan, hê jî di qada rewşenbîrî û akademîk de tirk û tirkmanc nûnertiya me dikin, li ser navê kurdan dipeyivin.
Saziyên me yên ku bi ked û xebata cangoriyan ava bûne, her ku diçe girîngî û giraniya xwe ji dest didin, saziyên ku dewletê ava kirine, bi berhem û xebatên xwe zêdetir derdikevin pêş. Ev yek ji bo me cihê şerm û sernizimiyê ye. Qada ragihandinê li gorî qadên din hinekî din rêxistinkirî ye, lê dîsa jî bi taybetî ragihandina bi kurdî di gel ev qas ked û fedakarî nikare bang û hawara gelê me bigihîne cîhanê. Ji aliyê pîvanên rojnamegeriyê ve qelsî û lawaziyên wê zêde ne, heçî mijara zimên e, li holê tu pîvan nîn in. Ev zêdetirî bîst salan e, rojnamegeriya kurdî heye, lê hê akademiyeke me ya ragihandinê nîn e. Hê der barê azmûn û tecrûbeya rojnamegeriya kurdî ya bîst salên dawîn de berhemeke têr û tesel nehatiye nivîsandin. Îro rayedarên dewletê qala vekirina beşên ragihandinê yên bi kurdî dikin, lê belê me nekariye di warê ragihandinê de vê hêz û tecrûbeya xwe birêxistin bikin û akademiyekê ava bikin û kadroyên xwe li ser vê bingehê perwerde bikin.
Bila şaş neyê fehmkirin, helbet ked û fedakariyeke zêde heye, îro di warê nûçegihaniya şer de zanîn û têgihaştinek derketiye holê. Pakrewanên mîna Denîz Firat bi xwîna xwe dîroka rojnamegeriya kurdî dinivîsin, lewma jî divê ev ked û xebat bi avê de neçe, divê bibe hêz, bibe sazî û dezgeh, bibe berhem. Bi van xebatan reng û rûçikê civakê biguhere, civak hişyar û perwerde bibe. Heke em van tiştan bikin, hingî em dikarin bi dilekî geş û bi serbilindî derkevin pêşberî pakrewan û cangoriyên xwe. Di wê dema ku em li pêşberî pakrewanan bûn ev tişt di ser re derbas dibûn. Belkî min li wê derê ev tişt negotin, lê min xwest ez van tiştan bi xwendevanên rojnameyê re parve bikim. Cejna vejînê û salvegera rojanebûna Azadiya Welat pîroz be.