Erdogan, El- Baxdadî û Xelîfetî
Samî TAN
Şerê ji hêla şervanên kurd ve li dijî çeteyên Daîşê tê meşandin, bi tenê bingeha hevgirtin û yekrêziya kurdan pêk nayne, lê doza kurdan li seranserê cîhanê wekî dozeke rewa belav dike û li hemberî vê yekê, rûyê neyarên gelê kurd jî derdixe holê.
Tiştekî balkêş e, her ku çeteyên Daîşê derbeyan dixwin, Erdogan hêrs dibe û çêrî şervan û têkoşerên gelê kurd dike. Ev helwesta Erdogan bi tena serê xwe têrê dike ku hevgirî û hevalbendiya di navbera AKP û çeteyên Daîşê de fehm bike.
Her wekî tê zanîn rayedarên AKP’ê demeke dirêj nekarî ji çeteyên Daîşê re bibêjin terorîst. Davutoglu digot, “Ew ne terorîst in, hinek kesên hêrsbûyî ne, polîtîkayên Malîkî yên li dijî erebên sunnî ew hêrs kirine, lewma hêzeke wiha derketiye holê.” Piştre bi zora Amerîkayê, wan Daîş wekî terorîst bi nav kir. Îcar jî wan got, “Ji bo me tu ferqa Daîş û PYD’ê nîn e.”
Herî dawî Erdogan li Lîtvanyayê got, “Li Kobaniyê du komên terorîst şer dikin.” Her çiqas ew wisa bibêjin jî kirinên wan tiştekî din nîşan didin. Ji destpêkê heta niha AKP’ê bi kirinên xwe piştevaniya çeteyên Daîşê kiriye. Êdî li ser rûyê dinyayê her kes pê dizane ku hikumeta AKP’ê ji aliyê lojîstîkê ve piştevaniya Daîşê û çeteyên din ên selefî kiriye û hê jî dike. Çapemeniya cîhanê bi nûçe û nirxandinên der barê vê yekê mişt tijî ye. Ji ber vê yekê kes zêde guh nade gotin û nirxandinên Erdogan. Îro bala cîhanê hemûşkî li ser liberxwedana Kobaniyê ye. Hemû mirovên azadîxwaz û mirovperwer bi kirin û gotinên xwe piştevaniya vê liberxwedanê dikin. Ev yek jî li hesabê AKP û Erdogan nayê.
Erdogan dibêje, li seranserî Sûriyeyê her roj mirov têne kuştin, dinya çima bala xwe nade van kuştinan, bi tenê bala xwe dide Kobaniyê. Lê ew naxwaze rastiyeê fehm bike; kurdan jî heke wekî ew dixwazin bûbûna dûvika dûv hebanê, wan ne li ser ser hesabê xwe, lê li ser hesabê hinekan şer bikira, dê bajarên kurdan jî bihatina wêrankirin û kurd jî dê bi hezaran koçber bibûna û kesî zêde jî guh nedida wan. Lê belê kurdan xwe neavêt nav agirê şer û bi awayekî rêkxistî parastina xaka xwe kir. Îro jî ew li ser xaka xwe pergaleke demokratîk û wekhev ava dikin. Her wiha ew li ser hesabê kesî şer nakin, welatê kesî dagir nakin, bi tenê parastina xak û welatê xwe dikin.
Ev helwesta wan û pergala ku bi pêşengiya kurdên azadîxwaz, bi beşdariya gelên li herêmê dijîn tê avakirin, bala her kesî dikişîne. Li aliyê din çeteyên Daîşê ya ku bajarekî mîna Musilê di nava rojekê de dagir kir, ev çil roj in nikare Kobaniyê dagir bike. Digel hemû çekên giran û derfetên heyî jî nikare Kobaniyê bi dest bixe. Ev yek hêvî û moralê dide hemû mirovên azadîxwaz. Ji ber ku Daîş ne hêzeke muxalîf e, ew hêzê wehşetê ye. Hizr û ramanên xwe mafê jiyanê nade tu kesî, ne tenê kesên nemisilman, misilmanên ku dakevin bin desthilatiya wan jî wekî dijmin têne pênasekirin û bi awayekî hovane têne kuştin. Tiştê ku Erdogan naxwaze bibîne ev rastî ye. Ji ber ku ji aliyê îdeolojîk ve ew Daîşê nêzî xwe dibîne û li aliyê din dijminatiya kurdan çavên wî kor kirine, êrîşa li ser Daîşê wekî êrîşeke li ser xwe dibîne, helwesteke li gorî digire. Heke em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku ji aliyê kirin û gotinan ve ne PYD û Daîş, lê belê Bexdadî û Erdogan êdî nêzîkî hev in. Ji ber ku her du jî doza xelîfetiyê dikin, anku her wekî pêşiyên me gotiye, “Du malxwê di malekê de nabin.”, nakokî di navbera wan de heye, nexwe bîr û baweriya wan ne zêde dûrî hev e.