Ergîn û Koma Xelikan
Destpêkê dixwazim bêjim ku mixabin di nav me de hîn baş nebûye adet em li ser hunrmendên xwe û hunera wan binivîsin, binirxînin, rexne bikin. Li gel ku ji bo pêşkeftina çand û hunerê, ev pêdiviyeke mezin e jî. Lewra em hemû dizanin ku civak li ser çand û hunera xwe şîn dibe, bi wan li ser lingan dimîne û bi wan bi pêş dikeve. Bi taybet di vê serdema wahşet a kapîtalîzmê de ku mirovahiyê bi hemû nirx û rûmetên wê ve di nav xwe de dihêre, tune dike, çelexwarî dike, ji rastiya wê bi dûr dixe. Di vê serdema xwelîliser de, xwedîlêderketin, liserkûrbûn û pêşxistina çand û rûmeta gelekî mîna gelê kurd ku pir zêdetir bi vê rastiya kambax û li gel vê, bi rastiya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ve jî rûberû ye, pir zêde grîngtir dibe. Li ser asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê û li ser çand û dejenerasyonê min çend gotar nivîsîbûn di quncika min a Amîka Kurd de heye ji lewre jî ez ê dirêj nekim û bême ser mijara xwe.
Di nav vê heytehol û tevlîheviya şer û pêşkeftinan û her wiha bi her rengî êrîşên dijminan de, mixabin ku hin berhemên çelexwarî ku nekarîne xwe ji van kambaxiyên ku me li jor qal kirin rizgar bikin jî, derdikevin. Ya ku mirovan diêşîne, 1- Karê ku dikin, li ser navê muzîk, huner û çanda kurd û bi zimanê kurdî dikin, lê hemuyan jî têk dibin. Lewra tu girêdana wan bi rastiya gel, ya kûrahiya çand, felsefe, mîtolojî, wêje, dîrok, pêşeroj û paşeroja gel ve nîne û êdî bi zanebûn an bi nezanî -piştî ciyekî ev grîngiya xwe jî wenda dike ji xwe- di xizmeta vê sîstema har de ne. 2- Ji bo bikaribin piyase bigirin jî, gelek ji wan navên pîroz bi kar tînin û ji kûrahiya wêjeyê dûr, li ser sloganan, bi gotinên erzan dihonin ”berhem”ên xwe. Hinek xwe ranagrin , dikine aşûre. Di nav heman parçeyê de hip hop heye, arabesk heye, ha tu dibînî helbestek bi kurdî tê xwendin, piştre bi soranî tê xwendin, ha tu dibînî muzîk dibe nîhawend ji nişka ve paşê vedigere ser merşê û ji xwe ez qet naxwazim qala gotinên van ”berhem”an jî bikim.
Ev ji bo mînakên xerab û malkambaxiyên piyaseya çand û hunera kurdî bûn, lê bê guman ku pir mînakên baş, bi rûmet ku li ser koka xwe şîn bûne û hêz didine mirovan, dibine navê pêşkeftina çand û hunera kurdî jî hene. Yek ji van jî berhemên Koma Xelikan û solîstê komê Ergîn e.
Di her tişti de tiştek bi sere xwe ne tu tişt e, tişt hev û din divê temam bikin ku bikaribin wateyek bigirin ku jiyan bi xwe jî, li ser bingeha vê rastiyê ava bûye. Ev rastî bê guman ku ji bo muzikê jî derbas dibe. Lewra di muzikê de jî, ne tenê deng, ne tenê dewlemendiya muzikê û ne jî, bi tenê gotin, bi sere xwe têre dikin. Divê enstruman li hev bikin; divê deng li gor muzikê, muzik li gor deng; gotin li gor muzikê, muzik li gor gotinan bin û bi enstrumanên ku li wî dengî, li wê muzikê û li wan gotinan tên bêne hilbijartin û ev hemû bi hostetî bêne honan ku huner u hunermendi jî, ji xwe ev e. Yên din li gor min qeşmerî ne ku bi dewlemendiya çand, ziman û hunera me nakevin.
Dema mirov li xebatên Koma Xelikan dinihêre, li gel hin kêmasiyan jî, rastiya huner û hunermendiya resen mirov di xebatên wan de dikare bibîne ku ev ciyê dilxweşiyê ye. Beriya her tiştî, li ser koka xwe ne ku ev nebe, ji xwe yên din hebin jî, nabin. Piştî ku li ser koka xwe ne, hunera xwe jî li gor wê dihonin û berhemên xweşik diafirînin ku mirov jê hêz û coş digire. Ji xwe dengê Ergîn, bi serê xwe xweşiyek, germahiyek diafirine di nav mirovan de. Dengek nerm, biedeb, otantîk ku mirov di dengê Ergîn de kesera koçberiya sedan salan û evîna girêdana bi welat û nirxên gel ve baş dibîne, pêre dijî, pêre ji wan nirx û rûmetan li nav dilê xwe dike bar û pişti û li nav deşt û zozanan, dar û ber û kelecana bi heybet a gelê kurd de digere. Di vê geryanê de, bi dengê Ergîn, pirê caran mirov derî li giriyê vedike û rondikên çavan dike mêvan, bi ser hinarokan ve ber bi dilê bi kul ve diherikîne. Bi wan rondikan re giyan paqij dibin. Bi taybet ji strana ”Lo Şivano” êş û azara ku keç û jinên kurd bi sedan salan kêşane tîne bira mirovan. Ev êş û azar berhemên hin kevneşopiyên me ne ku di nav salên malwêraniyê de li me peyda bûne û bûne navên malkambaxiyê. Bê guman ku ev bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê re bi girani şikestin, lê dîsa jî, divê mirov paşeroja xwe li gel hemû xweşî û nexweşiyên wê ve bizane ku bikaribe pêşerojeke baştir ava bike. Hînkirin ango bibîranîna paşerojê bi rêya hunerê û dengek mîna dengê Ergin bi şewat û edeb, bêtir mirov li rastiya mirov diverqilîne.
Mahabad Felat ARDA 2011-07-03 – Stockholm [email protected]