Ermen û Dostanî
Têgeha ”Dostanî”yê, bingeha xwe ji îdealîzekirina têkiliyan digire. Ango di nav van têkiliyan de yên herî ji hesabên ferdî dûr û bêtir xwedî jixwedayînê be, mîna ”Dostanî” tê binavkirin.
Dostanî, li ser bingeha parvekirinan şîn û geş dibe, teşe digire. Parvekirin jî, bi giranî bingeha xwe ji êşê digirin. Êşên mirov afirînerên pêdiviya mirov a parvekirinê ne. Ango êş, mirovan nêzî hev dikin. Ev parvekirin bê guman ku divê bêyî hesab û berjewendiyên yekalî û ferdî bin. Her parvekirineka bi wate, di navbera mirovan de huqûqek çê dike. Jiyan, li ser vê bingehê dibe xwedî deng, beng û reng. Ji ber van pîvanan, dema di têkiliyekê de çi cure dibe bila bibe, desthilatdarî an serdestiyek hebe, li ser wê têkiliyê nikare dostaniyek şîn were.
Dostanî, starî, xwelihevpêçan û hevû du parastina ji ba, bahoz û tofanê ye. Dostanî, mahkûmkirina têgeha ezeziyê û dijminahiya lihevhatina bi tenêtiyê re ye. Dostanî, têgihiştinî û mezinahiya lihevborînê û dayina fersenda xweîsbatkirinê ye. .........................
Xwediyê malê: Camêr, ez te nahewînim!.
Camêr: Ez çekê xwe li ku daleqînim?
Ev e rewşa me û dostaniya me ya bi der û cîranan re. Her em in ”dost” bi wan re. Dema tu şor bikî, tu bi xwe nikarî bixwî, dê yê hemberî te çewa bixwe?
Di çarçoveya tiştên li jor hatine nivîsîn de dema mirov li dostaniyê bifikire, gelo ermen çiqasî dostê kurdan in? Rast e ku di komkujiya ermenan de hin kurd hatine bikaranîn. Lê ew bêyewmî û kambaxî hîn jî di nav me de didome. Hin kurd, di dema xwe de jî hindik êzîdî nekuştin. Ev sî sal in çekên dijminan li milê wan, li pey nêçîra birayê xwe ne. Baş e em kê dariznin ji bo vê malkambaxiyê? Gelo qet kurd nehatin kuştin? Di van komkujiyan de, mîna erkan, mîna fermandar, mîna pîlot qet ermen cî negirtin? Ev vê malkambaxiyê mafdar nîşan didin? Bê guman ku na. Kî kiribe, pêşî mala xwe şewitandiye.
Dema kesek ji mirîşkeka ermenan re jî dibêje ”kişt”, beriya herkesî îroj kurd li kuçe û kolanan e û dibêjin ”em hemî ermen in”. Bi hezaran kurd hatin kuştin. Bi sedan rewşenbîr, rojnamevan, parlamenter û rûspiyên kurd hatin kuştin di nav vî sî salî de. Kengî deng bi rewşenbîrek ermen, an ermenek ji rêzê ket û got ”Em hemî kurd in”? Ji bo Hrant Dink me ji herkesekî bêtir deng bi xwe xist, lê ka li videoyên Hrant Dink ên derbarê pirsa kurd de li youtube´yê temaşe bikin; ne pir dûrî nêrînên dagirkeran e. ”Bila kurd jî mîna ermenan qîma xwe bi parçeyê başûr bînin û tevlîheviyan nekin li Tirkiyeyê” Lewra li gor wî; heya Entabê jî Ermenistan e, lê îroj piçûk be jî welatekî ermenan azad heye û bes e. Heman tişt divê ji bo kurdan jî derbas bibe û bila kesek dest nede Tirkiyeyê, ew ya ”me” hemuyan e. Li ser navê kurdyatiyê divê tu tiştek neyê xwestin.
Îroj jî li Ermenistanê dest datînin ser mal û milkên kurdên ku dest ji kurdayetiya xwe bernadin. Ya herî kambax jî ku muzîk, folklor û destanên me hemî veguhezandine û dibêjin yên me ne. Herî dawî doza ”Mem û Zîn”ê dikin û îdîa dikin ku çîrokeka ermenan e.
Dostanî jî, biratî jî li ser bingeha berjewendiyan e. Yên vê rastiyê pejirandine û li gor wê tevgeriyane, îroj tu derdekî wanî mîna yê me tune. Me hîn di nav xwe de ne biratî û ne jî dostanî saz nekiriye, em çavên hev û du dertînin, em doza dostaniya bi gelên din re dikin. Xweş e, baş e. Lê bihêlin bila ew jî hinekî doza vê yekê bikin ku wateya wê hebe. An na mîna her tiştên yekalî, bêwate ye û ji lewre jî tiştek li ser şîn nabe. Eloyê xemxur, di dawî de ji keser û bêkesiyê mir!..
Birêz Besê Hozat rast gotiye, baş gotiye û kêm gotiye. Bihêlin bila ew ”dost” li ser vê rastiyê hinekî kûr bibin, bikevine hesaban. Eger mabe tiştek, ji xwe dê encameka erênî jî bide. Lê eger nemabe, ji xwe tu çi jî bikî, nabe!..
Mahabad Felat Arda 2013-01-18 [email protected]