Ev hevîr dê hîn gelek avê hilîne
A+
A-
Her wekî pê?iyên me gotiye, "Ev hevîr dê hîn gelek avê hilîne." Nîqa?ên bi vî rengî gelekî ba? in, ji bo pê?ketina zimanzaniya kurdî jî pêwîst in. Lê bi ?ertê ku bi ?êwazeke ilmî bêne kirin. Armanc divê hev û din têgihandin û serwextkirin be, ne ku hev û din peli?andin û malwêrankirin be. Ev ?êwaza çepgirên tirk û kurd ku ji dema berî salên 1980’yî maye, dê nikaribe me bigihîne qonaxa ku em dixwazin. Divê em dev ji vî zimanî û vê ?êwazê berdin. Lewre jî ez dê bersivê nedim hin gotinên mamoste Amed Tîgrîs, ku bi baweriya min bêhna nîqa?ên çepgirên salên 1980’yî jê tê.
Her çiqas em wê demê zarok bûn jî, tê bîra min ku wan çawa malik li hev wêran dikir, lê di encamê de cûnta hat û malik li gi?an wêran kir. Kesên ku dixwazin rew?a wan bibînin û hinekî pê bikenin, dikarin li fîlmê Yilmaz Erdogan ê bi navê "Vizontele Tuuba" tema?e bikin. Li aliyê din min divê ez bi bîra mamoste Amed Tîgrîs bixim ku navekî min î din jî Beranê Enîbe? e, heke bixwaze em dikarin nîqa?eke wisa, lê di platformeke din de bikin.
Niha ez derbasî mijara xwe ya sereke dibim. Her çiqas navlêkirin cuda be jî, qet nebe me her sêyan jî li hev kiriye ku divê "dê" cuda bê nivîsandin. Ev jî ji bo vekît û rastnivîsa kurdî destkeftinek e. Heçî navlêkirin e, di vî warî de tevlihevî û aloziyeke mezin heye. Xebatên li ser zimanê kurdî, heke mirov xebatên nif?a Celadet Bedirxan, Re?îdê Kurd û Qanatê Kurdo bide aliyekî, bi giranî di salên 90’î de dest pê kirine. Serkê?iya van xebatan di destpêkê de kurdên Ewropayê, nemaze jî rew?enbîrên li Swêdê dikir. Pi?tî derketina Rojnameya Welat û kovara Rew?en, Stenbolê jî cihê xwe di van xebatan de girt. Niha jî hêdî hêdî Amed wekî navendeke girîng derdikeve holê. Ez û hevalê Zana jî di nava vî nif?î de cih digirin. Em ji ekola Welat tên ku mamoste Tîgrîs jî di nav danerên wê de ye. Lê bivê nevê bandora Apê Feqî, xebatên li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Înstîtûta Kurdî ya Berlînê li ser min çêbû. Her wekî Kovara Kurmancî, bandora Kovara Lêkolîn û Zendê jî li ser min heye.
Her çiqas ji mêj ve ez serê xwe li ser pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî diê?înim jî, bi awayekî profesyonel ev çend meh in, ez li ser zimanê kurdî xebatê dikim. Berê rojnamegerî û xebatên zimên di nava hev de bûn. Ez û hevalê Zana jî ev nêzî 5-6 sal in, kêm caran hev û din dibînin, van du salên dawîn ez li Amedê bûm, ew jî li Stenbolê bû. Lê di van demên dawîn de danûstandin û gotûbêjeke xurt di navbera me de heye. Bila mamoste qet meraq neke, em ê di gelek waran de li hev bikin, lê ne pêwîst e ku di her warî de em wekî hev bifikirin.
Li gorî mamoste, min daçek û qertaf tevlihev kirine, lê li gorî baweriya min jî wî wateya daçekan pir teng hildaye dest. Rast e, daçeka îngilizî ango preposition û postposition her wekî ji navê wê jî diyar e bi tenê pozîsyonê nî?an dide. Lê di ferhenga TDK’ê ya li ser înternetê de (www.tdk.gov.tr) de daçek (edat/ilgeç) wiha hatiye ravekirin: "Cureyê bêjeyê ku bi tena serê xwe ne xwediyê tu wateyê ye û têkiliyekê di navbera bêjeya ku tê dawiya wê û bêjeyên din ên hevokê de pêk tîne." Di vê wateyê de mirov ji bo "dê" dikare bibêje daçek e, ji ber ku ew di warê demê de têkiliyekê pêk tîne û bi serê xwe jî ne xwediyê tu wateyê ye.
Lê pêwîst nake ku em li ser navlêka wê ev qas xwe bixeyidînin. Pêwîst e em bi bêhneke fireh, li zimanên din binêrin, navlêka herî guncan bibînin. Heke di tu zimanan de nîn be jî em navekî din jê re bibînin. Bo nimûne di îngilizî de ji "will" re nî?aneya demê jî tê gotin, lê ferhenga Cambridge Dictionary a li ser malpera (www.dictionary.cambridge.org) jê re "modal verb" ango lêkera raweyî gotiye. Lê her wekî min di nivîsa xwe ya berê de jî gotibû rew?a "will" û "dê" ji hev cuda ye.
Di nivîsa xwe de min li ser binyada vê daçekê dîtinên xwe gotibûn, lê wisa xuya dike ku mamoste ji van nirxandinên min ti?tek fêm nekiriye, lewre jî ?ûrê xwe bi aliyekî din ve hejandiye. Gotinên polemîkî yên mamoste ne tê de, mînakên wî yên ji zaravayê dimilkî teoriya min xurt dikin. Ez dibêjim veqetandekên kurdî bingeha xwe ji cînavkên kesane digirin û "ê"ya ku dema bê nî?an dide jî veqetandek e, pi?tre bûye daçeka dema bê.
Her wekî ji mînakên ku mamoste dane xuya dibe di warê termînolojiyê zimanzaniyê de tevliheviyeke mezin di kurmancî de heye. Min di xebatên xwe de bi piranî termînolojiya Celadet Bedirxan bingeh girtiye. Lê hin têgih me ji kesên din jî girtine.
Rast e, me têgiha "qertaf" ji mamê Feqî wergirtiye, wî ew bêje ji xeratiyê derbasî qada zimanzaniyê kiribû. Mamoste di mînakên xwe de "qertaf" ?a? rave kiriye. Qertaf ne ji bo pêrkît û parkîtê li ji bo her duyan e. Ew di cihê "ek"a tirkî, "affix"a îngilizî de hatiye bikaranîn. Celadet Bedirxan tu nav lê nekiriye, heke mirov bêjeyên parkît û pêrkît analîz bike, mirov dikare jê re bêjeya "kît" bi kar bîne. Re?îdê Kurd jê re "xurdezad" gotiye.
Ti?tekî din î ku mamoste ji binî jê fêm nekiriye jî mînakên min ên ji farisî ne, wî gotiye qey min ji erebî mînak dane, lewre jî bi pê?daraziya ku ez di bin bandora tirkî û erebî de mame, ez rexne kirime. Lê zimanên ku min wekî mînak neqandine gi? zimanên Hind-Ewropî ne. Zimanê farisî jî her wekî Celadet Bedirxan dibêje, pismamê kurdî ye. Di wê nivîsê de kêmasiyeke min çêbûbû, min çavkanî nî?an nedabûn. Çavkaniya nivîsa min ji bo mînakên farisî malpera www.easypersian.com û ji bo dimilkî jî pirtûka Denîz Gunduz a çap nebûyî ye. Her wekî mamoste Amed Tîgrîs jî dizane, Denîz Gunduz li Stenbolê nûnertiya Vateyê dike.
Gotinên mamoste Tîgrîs ên li ser pirtûka min bi tenê gotina "Tir li ku, das li ku?" heq dikin. Li ser zayenda bêjeya rêziman min dîtinên xwe di Azadiya Welat de nivîsandibûn û her wiha di çend hevpeyvînan de jî min ev dîtin dubare kiribûn. Kesên ku meraq dikin dikarin hevpeyvîneke ku birêz Cemîl Oguz bi min re kiribû û li ser malpera www.diyarname.com we?andibû, dîtinên min ên li ser vê meseleyê bixwînin. Li aliyê din mînakên ku li gorî xwe ji mantiqê pirtûka min derxistibûn bi tenê karîkatûrîzekirin bûn. Di pirtûkê de daçeka dema bê û raweya fermanî bi awayekî zelal hatine ravekirin. Dema ku yek li teveka pirtûkê binêre, di warê wate û rastnivîsa daçeka "dê" de tu ?ik û guman di sêrî de namînin.
Mijareke ku mamoste di ser re qevaztibû û qet bersiv nedabû, ?a?iyên li ser ergatîviyê bûn, mixabin di vê nivîsê de jî gelek ?a?iyên hemancureyî hene. Lê îcar ez wan destnî?an nakim, bila ew bi xwe bibîne û sererast bike. Heke ew nake jî bila redaksiyona malperê vê yekê bike.
Di encamê de ez dikarim bibêjim ku bi pejirandina ?a?iyên xwe em qels nabin, bi vepêçan xurt dibin. Hin caran divê em ?a?iyên xwe bipejîrinin û sererast bikin. Mamoste Amed Tîgrîs bi salan e ked daye zimanê kurdî û mamosteyê me ye, lê hinekî din divê bêhnfireh be. Min navê ez bibim sedema hêrsbûna mamoste, hê gelekî pêdiviya me bi wî heye.

[email protected]
Gotinên miftehî : Ev,hevîr,dê,hîn,gelek,avê,hilîne