Evdo,evdo,bajêr,yado,çîyayê,bagokê,şehîd

Evdo

A+ A-

Dema kete dolmîşa bajêr, hîn ew dengê Yado ku jê re got “Kurê te li Çiyayê Bagokê şehîd ketiye” di guhên wî de dikir zingînî. Şewatek wisa diket çavên wî ku dikir xwîna wî bike hêstir û birijîne.
Piştî demekê dolmîş di nav gundê cerdevanan re jî derbas bû û çend cerdevan jî ketin dolmîşê. Niha yek di pêşiyê de li kêleka wî, çar jî li dawiyê ne. Ew bi êşa xwe de daketiye.
Dolmîş di riya gund a bi toz, kevir û ber de berî dide bajêr. Gundî di nav xwe de diaxivin. Mijarên cur bi cur vedibin û gotin ji devekî diçe devê din. Gotin dereng namîne û dîsa diçe ser mijara her roj a bingehîn.
Evdo:
Kuro, Ellahkerîm hemû kurên ermeniyan e. Dijminê kurdan e. Derketine serê van çol û çiyayan û qira kurdan tînin.

Silo:
Weyla min çavên te xwarî. Tu rast dibêjî. Heke em bikevin destê van Apociyan dê me çi bikin? Gelî gundiyan dê me çi bikin? Dê me parçe parçe bikin, li serê van dîregên ceryanê daliqînin, ne wisaaa? Ji bo çiiii? Ji bo ku em kurd in. Nexwe ma çiii? Ma ku ev hemû dijminê kurdan eeeee!

Evdo:
Hemû kurên nizanim çi ne. Dê û bavê wan parçeyek nan nedaye wan, cigareyek wan tunebû vexwin, vêca rabûn çûn ji me re bûn rizgarkerên Kurdistan ê.

Ew jî di pêşiya dolmîşê de hîn guhdar dike. Heta bajêr dê ev mijar bi vî rengî bidome. Kî diwêre li ber van cerdevanan biaxive bêje kirt. Hîn çend roj berê gundên dora wan li ber çavên wan hatin şewitandin.
Silo:
Kurdistaaann. Tew teeeew. Kurdistaan. Kurdistana çi laaw?

Wî hew îdare kir. Berê xwe da cerdevanê paş xwe û bi dengekî bilind got:
- Elahwekîl îro ez diherim ku cendekê kurê xwe yê li Bagokê şehîd ketiye bînim. Law ez ne Apocî me, lê ez kurd im. Heke li hizûra vî Xwedayî ez tiştekî dizanim, ew jî ev e ku ji we bênamûstir, rezîltir û xerabtir li ser rûyê dinê tu kes nîn e. Hûn ne kurd, hûn encax pîçên kurdan bin.
Destê xwe avête gomlegê xwe û çerand. Birrrbirrra wî diçû asîmanan. Dolmîş sekinî. Wekî tu aveke cemidî bi ser her pênc cerdevanan ve berdî rawestiyabûn.
Hêsirên ku heta niha digirt û nedixwest cerdevan bibînin niha diherikîn, kêr li ser kezeba wî ketibû.
Deng nema jê derdiket.
Hew got:
“Law aha me bi vî hawî bera ber hev didin haaa.”

Li Dêrika Çiyayê Mazî Gundekî Beriyê