Evîna Cegerxûnî
Ji dil da ye li dil tîrek ji çavan
Dikî axîn li ser seyda heçî tê
Xudê, min dî di butxana evînê
Ezê çi bikim ji vê dêr û meçîtê
Dinalim ez ji ber jana di dil da
Me ew nalîn ji dest yara keçî tê
Ij we ra wîşt!
Wîşta we li ser wîştê be! Da û babên we li bihîştê be!
Mamostayan! Metostayan! Banî û begên rêzdar! Amadebûyên delal û xweşdivî! Bîner û bihîsterên hêja! Ez pir şad im ku vê gavê li xizmeta heweyên rêzdar da me, da ku gotarekê li ser pêşengê rewşenhizran û pêşewayê rewşenkaran seydayê ku cegera wî li evîna yar û xema war û kula gel û welatê wî da bû deryaya xûnê, pêşkêşî xizmeta heweyên rêzdar bikim.
Lê pêş wê hindê da pêdivî dizanim ku lêre li ser xalek pirr giring rawestim. Min heft dîwanên Seyda Cegerxûn û jînenigarîya wî bi hûrgilî xwendine. Bi xwendina wan berheman ra mirov dizane ku seyda pêş da heblbest û pirozeyên xwe bi rênivîsa aramî (erebî) nivîsîne û li dû ra weşangeran ew tîpguhêz kirne. Lê muxabin li vê tîpguhêzîyê da bi dehan û sedan şaşîyên zeq ketine nav deqa berhemên seydayî da. Şaşî û çewtîyên wisa ku hem kêşa helbestan alizandine û hem jî li gelek cîyan da qafîye têkdane û wateya helbestan guhorandine.
Ez lêre li vê cayigeha pîroz wecê werdigrim û evê daxwazê pêşnîyaz dikim. Hê ku dereng nebûye, bila weşanxaneyek ku cîhê bawerîpêkirinê ye, zend û bendên xwe vede û bi arîkarîya bisporên ziman û tore û helbesta kurdî hemû berhemên Seydayî ser ji nû li ber orîjînalên wan bi durustî tîpguhêz bike û careke dî bide weşandinê. Bila hemû berhemên Seyda Cegerxûnî bêy şaşî û çewtî bikevin ber destên xwendevanan û helbestên wî jî pêkve li bergekê da bi navê dîwana Cegerxûn bûne weşandinê.
Em hemû dizanin ku Şêxmûsê Hesarî evîndarekî dilşewitî û birîndar e, ku li ber evînê xûn hatîye hinavên wî û cergê wî bûye deriyaya xûnê û dilê wî bûye mekanê kul û derdan. Lê ev evîna malçol çîye û ji ku serekanîyê digre û ji ku tê û ji bo nabe pişk û para hemû kesan?
Eve mijareke dûr û dirêj e ku li vê kurtegotarê da hilnayê û li vê dema kurt da nayê şirovekirinê.
Lê gava ku mirov avirrekî dide serbihorîya evîndaran û rewşa jîna wan dinihêrre, mirov dibîne ku ne tenê li serbihorîya Seydayê Cegerxûn da, belkû li serbihorîya evîndarên rastîn yên dî da jî, tiştekî zor giring heye, ew tişta giring jî ew e, ku giştî van evîndarên rastîn pêş da dildayîyên çavên reş û belek, dîlên biskên xelek, birîndarên xencera birûyan, wênedîyên neynûka rûyan, pêpesbûyên li ber pîyên şengebîyan, dildayîyên bejnên bilind, dêmên ciwan û rind, navtengên ziravik, kemberên
nermik û şilik, çene û erzingên behîn, xewxewkên sêvîn û peleguhên zîvîn, gerdenên bilorîn, biskên enberîn û kezîyên ejddrînên çîmsîmên lêvhingivîn û şîrînên zarşîrîn bûne.
Pêş da tîra evîna canikekê yan jî xencera evîna lawikekî dilê wan hingavtîye û li dû ra evîna wan mezin bûye û berebere evîna wan ya zemînî bûye evîna asimanî, evîna welatî, evîna azadîyê, evîna rizgarîyê, evîna mirovanîyê û evîna irfanî û derveyî siruştê. Ev evîna zemînî pêş da wek agirê li jêr kayê, li bin da, li kûranîya nadîyare dil da kozî girtîye û li dû ra li cîhekî dî da bûye alav û pêt vedaye û wekî girkanekê ber bi asimanan bilind bûye û gurrîyên wî agirî ne tenê dil û cergên wan, belkû can û rewanê wan jî li nav xwe da girtîye û bihojandîye.
Dema ku mirov dîna xwe dide serbihorîyên evîndarên wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, yan serbihorîya Şêxê Senian û keça ermen, Memê Alan û Zîna Zêdan, Mecnûnê diltalan û Leylaya malwêran, Xeca Zerîn û Sîyamendê dilbirîn, Ferhadê kevirbirr û Şîrîna pilingavirr û birû keybirr, Zembîlfiroşê nedar û bengîn, Xatûna dara û zengîn, û bi sedan evîndar û berevînên rasitîn, mirov dibîne ku her yek ji van evîndarana pêş da birîndarên xencera birûyan û tîra birjangan bûne û bazê dilê wan gîrodeyî kemenda kezîyan û neynûka rûyan, gîrodarê telika biskan û dendika xal û nîşanan bûne û bereber evîna wan ya zemînî bûye evîna irfanî û asimanî, bûye evîna li xwebihorînê. Û li vê rêkê da bi hezaran canên şîrîn bûne gorîyên Zîn û Şîrînan. Bûne gorîyên rêka rizgarî û serferazîyê.
Dema ku mirov serbihorî û jînenigarîya Seydayê Cegerxûn jî dixûne, mirov ewê hindê bi currekî eşkera û berbiçav bi çavên serî dibîne. Û layê veşartîyê jîna Seyda û serekanî û jêdera evîna wî ya rastîn dîyar dike . Seyda li jînenigarîya xwe da dinivîse:
„Li Dêrikê min riste çêkirin.“
Wate Seyda yekemîn helbesta xwe li Dêrikê da vehûnaye. Herçend ku yekemîn helbesta wî li ser bergirîya li mafê xwe û hevalan bûye û ew helbest li dijî melayekî zordar û zikçêrîn, ku para wî û hevalên wî zorpes kirîye hatîye nivîsînê, lê tişteka dî kar li dil û cergê Cegerxûnî kirîye û ew han daye ku cara yekem li Dêrikê da risteyan çê ke. Cegerxûn dinivîse:
„Li Dêrikê min riste çêkirin.“
Lê he bêy vebirr û bêy wê hindê ku li rûva têkelîya mijarê hebe, dest pê dike li bara sipehîtî û ciwanîya jin û keçên Dêrikê da weha dinivîse:
„Bivê, nevê ev cîhê bi dar û av, kanî û çîya gereke ji rindî û ciwanîyê jî nevala be. Ji lew ra par û pişka jinên Şebextanê wate Dêrikê di ciwanî, şîranî, rindîyê da gelek zêde hatibû, ku nayê pesindanê.
Girêdana keçan: du gulîyên badayî, di ser pêsîrên xwe da berdidan. Pirrî wan porrzêrrîn, yan hinarîn bûn. Rûdêm gewr, çav mêşinî bûn. Porrê wan ji derve û sertazî bûn. Carnan eprîyek rengîn li ber enîya xwe girê didan û carina jî vekirî bûn.“
Li dû vê pesindanê ra Cegerxûn weha didomîne:
„Kî biketa nav bajarê Şebextanê, neçar yê dil bigirta. Li ber ku ne tenê av û rewşa wê xweş bû, belkî rindîya keçên Şebextanê sofî har û dîn dikirin.“
Seydayê Cegerxûn û hinavperritî û dilbirîn, bi van çend rêzan hegera evîndarîya xwe û kartêkirina ciwanî û şîranîya wan canikan li ser xwe û ka çima cara yekem li Dêrikê da dest bi nivîsîna helbestan kirîye, ser vedike.
Cegerxûn li rûperra 102 ya jînenigarîya xwe da weha dinivîse:
„ Nizanim çima dixwazim herrim Dêrikê? Ji ber xweşîya wê ye, yan jî ji ber xwendina wê ye? Yan jî tiştekê ku nikarim li ber dest hilînim heye?“
Seyda bixwe dizane ka çima diçe Dêrikê, lê me li ser da dixarîne. Bi her curreyî mirov bi xandina jînenigarîya wî, agadarî evîn û binêşeya evîna wî dibe. Lê bi xandina helbestên wî ra mirov dibîne ku evîna semaya gulîyên badayî li ser pêsîrên heldayî, evîna birûyên lêkdayî, çavên kildayî, ciwanîya kofîkêlên bisk bi têl û nav kihêl, li dîmenên çîyayên bilind û serkeş, zozanên rind û gulgeş, ava xweş û tava canbexş, gelîyên kûr û gebozên dûr, yên welatê wî yê bindest da xwe raberî mirovî dikin û mirov dibîne ku Seyda ne tenê evîndarê gulîşeng û behîreng û porrqeşengan e, ne tenê şîrînken û hingivçen û sîmîntenan dilê wî hingaftine, belkû dilê wî li evîna warê wî da, li evîna gel û welatê wî da perritîye û li ber derd û kula bindestîya gel û welat û paşdaman û nezanîna civakê û pêpsbûna xakê, bidestê nepakê neyar da, bûye deriyaya xûnê. Mirov dibîne ku evîndarê axa welatê xwe yê bindest e û ew evîna zemînî ku civaka kurdî bergirî lê kirîye û nehîştîye ser bigre, xwe li kirasekî dî da nîşan dide û dîyar dibe. Mirov dibîne ku evîna yar û war têkelî hev bûne û herdu berevîn bûne yek.
Cegerxûn ew evîndarê rastîn û şêxê xerabata welat, wek çawa bixwe dinivîse, pêş wê hindê da ku dilê wî bi tîra welatperwerî û evîan gel bête hingavtinê, dil daye ber xencera birûyên delaleke kurd, xencera ku cerg û navên wî dibirre û xweyê li birîna wî direşîne û cergê wî dike deriyaya xûnê û ewî mecnûnasa sergeşte û sergerdanê çil û çîyayên kurdistanê dike. Bi kurtî wek hemû evîndarên rasitîn, pêş da evîna zemînî dilê Cegerxûn kirîye mekanê kul û derdan û li dû ra evîna wî ya zemînî bûye evîna asimanî, evîna gel û welat, evîna xebata ji bo mafê jar û bindest û belengazan, evîna bergirî ji mafê gundî, cotiyar, werzgar, şivan, gavan, û qata bindest û nedara gel. Cegerxûn li vê evîna xwe ya asimanî da wisan dipije, ku ji bilî serferazî û serketin û azadîya gel û rizgarîya welatî, tiştekî dî jê ra nayê xûyanê û giştî hebûn û heyîya cîhanê li himeber wê evînê li ber çavên wî da vik û vala û pit û pûç e. Ew li helbestek xwe da weha ji dest evînê dinale:
Evîn ji pêta agirî
Herdem ji ber nal û girî
Kî karî carek hilgirî
Ahî ji destê te evîn
Evîn bi carek ar û pêt
Her çî ku pêtek pêve bêt
Bêhiş dibî şeyda û şêt
Ahî ji destê te evîn
Ez mest û jar û dîn kirim
Wer gawir û bêdîn kirim
Bêxwendin û bêtîn kirim
Ahî ji destê te evîn
Evîn ji destê yar bit
Çendan ku pirr dijwar bit
Dê dil bi wê hişiyar bit
Ahî ji destê te evîn
Ji ber vê evînê ye, ku Cegerxûn ji xewa hezar salî hişiyar dibe û şaş û ebayan davêje û bi maçikê cot ra digire û li cîhê xewn û xeyalan bîr û hizr û hîvîyan li ser û dilê gelê xwe da diçîne.
Carek ji destê dilberê
Şîrînlebê, dêm gewherê
Dîsan vexwem ez wek berê
Ahî ji destê te evîn
Em dê vexweyîn wer dîn bibin
Pirr serxweş û bêdîn bibin
Can û ceger tev xwîn bibin
Ahî ji destê te evîn
Ev evîna ye ku dibe havênê evîna welatî û Cegerxûnê şeyda û şêtê evînê hemû rindî û ciwanî û nazikî û şengî û qeşengîya keça kurd dide pal welatê xwe yê bindest û li gelek helbestan da herdu dilberên xwe dike yek û ji herduwan ra pêkve helbestan dinivîse û li pişka zore helbestên evîndarîyê yên vî arifê dilbirîn da, mirov li qabewêneyekê da du dilberên şox û şeng pêkve dibîne. Û gelek caran wisan ev herdu dilberên wî têkelî hevdu dibin, ku cudakirin û vavartina wan tenê karê evîndaran e. Bera xwe bidenê ka Cegerxûn çawa evîna welatê xweyî letletbûyî û evîan kezîzera xwe têkelî hevdu dike û wan herduyan dike yek û ji bo herduyan dimire. Ew li helbestekê da ku bi şêweya pirsiyar û bersivê nivîsîye, li çend bendê wê da weha dibêje:
Dibê dûrî min herre
Te yek dîye ji xwe rre
Ez û tu bûne dujmin
Êdî bes were cem min…
Min go tu rast dibêjî
Tê navê wê bibêjî
Ji te pêve me sûnd xwar
Ez bi kes re nebûm yar
Go yeke pozbilind e
Gelek delal û rind e
Bêxwedî û xudan e
Navê wê Kurdistan e
Tu tim li ser dibêjî
Pirr rondikan dirrêjî
Wê zor daye girînê
Çav sor bûye ji xwînê
Bezîme herdu lêvan
Me dest birin du sêvan
Mi go raste bi qurban
Tuyî tuyî Kurdistan
Nimûneyên weha ku Cegerxûnî yar û war têkelî hevdu kirine, li dîwana Seyda da gelekin. Lê ezê li vir tenê helbestekê ji wan helbestana pêşkêşî heweyên xweşdivî bikim û bi vê helbestê kutayê bidim gotara xwe :
Agirê derdê te îro sohtime wek pirrpirrîk
Avirrên wan her du çavan, dil ve kirne sed berîk
Sed derî dadan li ber min, da ku neghêm dilberê
Qet nikarîbûm vekim, ez li ber xwe yek derîk
Min di destê gulfiroşan dî gulek rûgeş bi ken
Mal û can min da buhayê, sorgula geş bêşerîk
Min nizanî ku li hawir wê hene xar û ‚kelem
Bûye çil sal ku bi wê xarêve ez mayim xerîk
Min dixwest ez bîn bikim, wê sorgula azad û geş
Lê ji destê min revandî sorgula min serserîk
Pîr û kal im ez nikarim jê bixwazim wê bi zor
Min bi lavlav daye pey wê nadî dest min ew perîk
Min li nêv van şax û deştan çandibûn hin nîsk û nok
Çîqreşan carek li ser danîn û xwarin hêj firîk
Navbera her du çeman qada mi bû lê ez çi kim
Dujminê dijwar û serdest nadî dest min Omerîk
Garisê avî me çand û serbilind bû zû gîha
Lê ji hawir ref bi ref danîn li ser çûk û çivîk
Garisek bê harisek ez dê çi bînim bênderê
Koç û karwan tên di berve jê dikin her yek serîk
Min dil û gurçik kirrîbûn, ku ji bo xwe bikme şîv
Kûçik û tajî û tûlan tev birin ma kerkerîk
Kîloyek nanê genim ku min ji nanpêjan kirrî
Parsek û kor û kulek ew tev revandin ma kerîk
Ey Cegerxûn ka ji vê jînê çi zanî ez benî
Şox û şenge, pirr çelenge, nazdar û surrperîk
Her bijîn!